Malbatên Şehîdan: Berxwedana 14`ê Tîrmehê rê li ber aştî û civaka demokratîk vekir

Malbatên şehîdan li Helebê dan zanîn ku Berxwedana 14`ê Tîrmehê rê li ber banga "aştî û civaka demokratîk" a Rêber Abdullah Ocalan vekir.

Malbatên Şehîdan: Berxwedana 14`ê Tîrmehê rê li ber aştî û civaka demokratîk vekir
14 tîrmeh, 2025   03:50
HELEB
XEYS ŞEMSEDÎN

14ê Tîrmehê Roja salvegra berxwedana zindanan e, ku bi pêşengiya têkoşerên Tevgera Azadiya Kurdistanê li zindana Amedê li dijî faşîzma Tirk sala 1982`yan dest pê kir. Bi vê boneyê malbat û xizmên şehîdan li bajarê Helebê ji ajansa me re axivîn.

"ÇESIPANDINA BERXWEDANEKE BÊHEMPA"

Şêniya bi navê Xedîce Miho, xwişka şehîd Şevîn, der barê mijarê de got: "Mîrasa Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bi berxwedana şervanên wê yên pêşîn ên ku beşdarî berxwedana zindanê bûne, dest pê kir. Bi taybetî 14`ê Tîrmeha 1982`yan, ku bû sembola veguherîna hişmendiya şoreşgerî ya Kurd. "

Her wiha got: "Eger berxwedana şehîdên 14`ê Tîrmehê nebûya, em ê îro ne li vir bana û me nedikarî bi zimanê xwe yê dayikê biaxivin. Şervanên Tevgera Rizgariya Kurdistanê çandeke berxwedanê ya bêhempa ava kirine."

Xedîce banga Rêber Abdullah Ocalan a ji bo "aştî û civaka demokratîk" wekî berdewamiya berxwedana14`ê Tîrmehê bi nav kir û diyar kir ku ev bang qonaxeke pêşketî ya têkoşîna şoreşgerî ye.

BERXWEDANA 14`Ê TÎRMEHÊ HEBÛNA KURDAN ÎSPAT KIR

Sozdar Reşo, xwişka şehîd Sozdar û Dilşîr, ku di sala 1997`an de li Çiyayên Metîna şehîd bûn, got: "Meşa ku berî 48 salan bi xwîna şehîdên yekem, nemaze şehîdên berxwedana zindanê dest pê kir, bingehên naskirina navneteweyî ya doza Kurd danî, piştî ku gelê Kurd rastî hewldanên qirkirinê hat. "

Sozdar her wiha domand: "Dersên berxwedana 14`ê Tîrmehê, ku dirûşmeya `Berxwedan Jiyan e` dest pê kir, bûn gava destpêkê ji bo avakirina xeta têkoşîna çekdarî, ku ji gelên herêmê û cîhanê re îspat kir gelê Kurd xwediyê ax û mafên xwe ye.

Di dawiya axaftina xwe de, sozdarê got: "Em ê li ser vê rêyê berdewam bikin heta ku em azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dest bixin û welatekî azad, demokratîk, piralî û nenavendî ava bikin. "

"BI SAYA BERXWEDANA ŞEHÎDÊN 14`Ê TÎRMEHÊ, ME AZADÎ, ZIMAN Û NASNAME BI DEST XIST"

Hevjîna şehîd Cenşêr Efrîn Zeyneb Ebdilqadir jî der barê mijarê wiha axivî: “Destkeftiyên ku gelê Kurd îro bi dest xistine, bi saya berxwedana qehremanî ya şehîdên 14`ê Tîrmehê di zindanan de, pêk hatine, wê berxwedanê rê li ber Şoreşa 19`ê Tîrmehê vekir, şoreşa ku hişt Kurd hebûna xwe biçesipînin, bi zimanê xwe biaxivin û ji bo azadiya rastîn têbikoşin. "

Zeyneb tekez kir ku têkoşîna ku gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê dimeşîne û ya ku ji çirûska zindanan dest pê kiriye, siyasetên qirkirinê têk biriye û hişt ku dijmin ber bi rêya aştî û civaka demokrasiyê ve were ku ji hêla Rêber Abdullah Ocalan ve hatiye ragihandin ve.

Zeyneb di dawiya axaftina xwe de got: "Em hêvî dikin ku di demeke nêzîk de Rêber Abdullah Ocalan azad bibînin û welatekî demokratîk ava bikin, ku hêviyên gelên herêmê pêk bîne. "

(k)

ANHA