Mamosteya Zanîngeha Rojava: Biryar wekî siyaseta Kembera Erebî ye

Mamosteya û endama Navenda Lêkolînan a Zimanê Kurdî ya Zanîngeha Rojava Mizgîn Hesen bertek nîşanî biryara hikumeta veguhêz a Şamê ya ji bo Zanîngeha Rojava da û got “Ev biryar wek siyaseta Kembera Erebî ye, nasnameya herêmê li ber çavan nagire. Heta em bigihêjin mafên xwe em ê nesekinin.”

Mamosteya Zanîngeha Rojava: Biryar wekî siyaseta Kembera Erebî ye
29 cotmeh, 2026   02:35
QAMIŞLO
BERÎTAN ÎRLAN

Duh (27’ê Cotmeha 2026) Wezareta Perwerdeya Bilind û Lêkolînên Zanistî ya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê biryarek li ser zanîngehên Rojava û Kobanê da. Zanîngeha Rojava wek şaxeke Zanîngeha Firatê hate pênasekirin. 

Piştî biryarê xwendekar û mamosteyên Zanîngeha Rojava bertek nîşanî biryarê dan.

Mamosteya û endama Navenda Lêkolînan a Zimanê Kurdî ya Zanîngeha Rojava Mizgîn Hesen ji ajansa me re axivî û biryar red kir.

Mizgîn Hesen diyar kir ku divê aliyên peywendîdar careke din li biryarê vegerin û wiha axivî: “Em wek mamoste û xwendekar helwesta xwe nîşanî aliyên peywendîdar didin. Bila careke din li biryara xwe vegerin. Ji ber ku ev biryar em nikarin navê wê bikin entegre, ev asîmîlasyon û helandin e. Çima? Yek ji daxwazên sereke yên me zanîngeha me wek zanîngeheke serbixwe were naskirin. Lê wekî ji biryarê jî xuya ye, zanîngeh wek şaxekî Zanîngeha Firatê tê entegrekirin. Di heman demê de nasnameya zanîngehê li ber çavan nayê girtin ku ziman û nasnameya wê kurdî ye. Wekî din di biryara hevyazbariya 2026-2027’an a sala xwendinê de gelek fakulteyên zanîngeha Rojava tev li hevyazbariyê nebûne. Wekî fakulteya tibê û ya endezyariyên çandinî, petrokîmya û gelek fakulteyên din. Ku ji herêmê re kadroyên wan pêwîst in. Ev li ber çavan negirtine. Tenê di çarçoveya 2 fakulteyan de hatiye girtin, ew jî zanistên mirovî, wêje û perwerde ne. 4500-5000 xwendekaran xwe li zanîngeha Rojava tomar kiriye. Ev qas xwendekar naxwazin bibin mamoste. Ên mayî dixwazin bibin siyasetmedar, bijîşk, lêkolîner, endezyar”.

‘EV BIRYAR WEKÎ SIYASETA KEMBERA EREBÎ YE’

Mizgîn Hesen ev biryar şiband biryarên rejîma Baasê û wiha domand: “Di dema rejîma Baasê de jî biryarek li ser herêma me hatibû dayîn. Wek herêmên dûr û kêm dihatin hesibandin. Bi siyasetên wekî Kembera Erebî nasnameya herêmê bi tu awayî li ber çavan nedihat girtin. Niha jî li gel ku zimanê kurdî wek zimanekî nîştimanî hatiye naskirin, hevpeymanek çêbûye di navbera aliyên kurdî û hikumeta veguhêz de, wekî ku li ser çapemeniyê her tişt baş dimeşe xuya dike, lê li ser erdê di pratîkê de em dibînin biryarên nebaş li ser xwendekaran hene. Em vê rexne dikin û em hêvî dikin aliyên peywendîdar, kesên Sûriyeyê baş nas dikin, dîroka wê nas dikin, careke din vê biryarê di ber çavan re derbas bikin. Taybetmendiya me wek zanîngeh û herêm jî nas bikin û bi vî awayî entegre bikin.”

‘XWENDEKAR DIXWAZIN LI HERÊMÊN XWE BIXWÎNIN’

“Li gorî hevyazbariya sala nû gelek fakulteyên me ne di nav de ne. Tenê 2 fakulte hene. Ji bo bixwînin divê xwendekar biçin Şamê, Helebê û deverên din. Lê xwendekar dixwazin li herêmên xwe bixwînin.”

‘HETA EM BIGIHÊJIN MAFÊ XWE EM Ê NESEKININ’

Maoste Mizgîn Hesen got tevî ku çend civîn çêbûne, zanîngehê pêşniyarên xwe gotibin jî, biryar navendî ye û ev lê zêde kir: “Em ê her tim vê bikin rojev. Wek xwendekar û mamoste em ê di têkoşînê de bin. Heta em negihêjin mafên xwe em nasekinin.”

ANHA