Mamosteyên zimanê kurdî: Biryar bandoreke neyînî li perwerdeya xwendekaran dike

Xwendekarên dibistanên li Rojava piştî biryara dayîna tenê 3 dersên zimanê kurdî di hefteyekê de, di perwerdeyê de zehmetiyan dikişînin. Mamosteyên zimanê kurdî da zanîn ku ev biryar bandoreke neyînî li xwendekaran û li asta wan a xwendinê kiriye û daxwaz kir ku mafê perwerdeya bi zimanê dayikê bê misogerkirin.

Mamosteyên zimanê kurdî: Biryar bandoreke neyînî li perwerdeya xwendekaran dike
23 cotmeh, 2026   02:35
HESEKÊ
MÎRAV ÎSO

Der barê biryara têkildarî perwerdeya zimanê kurdî de mamosteyê zimanê kurdî li bajarê Dirbêsiyê Aldar Faris da zanîn ku xwendekaran ji refa yekê ve zimanê erebî dixwend, lê gelek ji wan di axaftina bi zimanê erebî de heta qonaxa navîn zehmetî dît.

Aldar Faris destnîşan kir ku xwendekarên materyalên kurdî yên refên 7, 8 û 9`an zehmetiyan di perwerdeya bi zimanê erebî de dibînin, ew dixwazin perwerdeya xwe bi zimanê dayikê bidomînin, zehmetiya ku dibînin bandoreke neyînî li asta xwendina wan dike.

Aldar Faris da zanîn ku tevî ku erebî ne zimanê wan ê dayikê ye jî, di nava civaka Kurd de bijîşk û rewşenbîr derketin, lê ev yek nayê wateya ku xwendekar zehmetiyan nakşînin dema bi zimaneke cuda perwerdeyê dibînin.

Aldar Faris diyar kir ku parastina zimanê kurdî û parastina mafê nifşên nû ya perwerde û bikaranîna wê berpirsyartiyeke civakî ye.

Faris bal kişand ser berdêlên ku şênî li Rojava di 15 salan de ji bo bidestxistina mafên xwe dane û da zanîn ku yek ji wan jî ji bo misogerkirina mafê perwerdeya bi zimanê kurdî bû, doz ne girêdayî bidestxistina nav û cihan e, ew bi misogerkirina perwerdeya bi zimanê dayikê û hebûna çandî ye. 

Aldar Faris bang li gelê Kurd kir ku destpêkê girîngiyê bide perwerdeya bi zimanê dayikê, paşê bide zimanên din, zimanê dayikê bingeha xweîfadekirinê û parastina nasnameyê ye.

Mamosteya zimanê kurdî li bajarê Dirbêsiyê Maya Miêş jî destnîşan kir ku guhertinên ku hatine çêkirin di dibistanan de bandoreke neyînî li aliyê manewî yê xwendekaran kiriye, ne mîna berê ne, beşek xwendekarên serketî ji ber zehmetiyan nikarin dersên xwe baş bixwînin.

Maya Miêş daxwaz kir ku ji nû ve perwerdeya zimanê kurdî wekî berê bê dayîn, mafê hemû pêkhateyan a perwerdeya bi zimanê dayikê bê misogerkirin, taybetmendiyên zimanî û çandî li ber çavan bên girtin.

(sb)

ANHA