Melayên li Çilaxayê: Bikaranîna mizgeftan ji bo derxistina fitneyê ne li gorî banga îslamê ye

Melayên li bajarê Çilaxa têkildarî bikaranîna deverên olî ji bo derxistina fitneyê û kûrkirina nakokiyan di navbera pêkhateyan de hişyarî dan û diyar kir ku îslam banga efûkirin, edalet û biratiyê dike, parastin aştiya civakî û pêşxistina jiyana hevbeş berpirsyariyek e.

Melayên li Çilaxayê: Bikaranîna mizgeftan ji bo derxistina fitneyê ne li gorî banga îslamê ye
23 cotmeh, 2026   05:55
QAMIŞLO
BESNA ŞEMO

Bangên ji bo derketina li hember gotarên derxistina fitneyê li parêzgeha Hesekê didomin. Li kêlek vê yekê hişyariyên têkildarî bikaranîna mizgeftan piştî nimêjên înê, derdikevin pêş. 

Der barê mijarê de ajansa me nerînên melayên girêdayî Şaxê Weqfeya Olî ya Dêrikê-Beşa Çilaxayê ya girêdayî Gerînendetiya Weqfeya Olî ya Hesekê girtin.

‘ÎSLAM BANGA NASKIRIN, BIRATIYA GELAN Û PÊKHATEYAN DIKE’

Melayê Mizgefta Gundê Kevirê Dena yê herêma Aliyan a Çilaxayê Idnan Ferhan diyar kir ku ji destpêka derketina îslamê ve ew banga hevkarî, efûkirin û naskirina di nava mirovan de kiriye, cudahiya olî yan neteweyî nayê wateya ku divê dijminatî hebe.

Idnan Ferhan da zanîn ku pirrengiya gelan ne jêdera derxistina nakokiyan e, ew derfeta naskirin û lihevkirinê ye, divê di navbera mirovan de tirsa ji xweda û xebateke avaker hebe.

Ferhan destnîşan kir ku îslam hetanî li beramberî cudabûnê jî daxwaza edalet û qenciyê dike, tişta li Hesekê tê dîtin li dijî gotinên Quranê ye, di Quranê de hatiye diyarkirin ku divê edalet, parastina têkiliya pêkhateyan û pêkanîna aştiya civakî hebe.

‘MIZGEFT NE JÊDERA DERXISTINA NAKOKIYAN IN’

Ferhan bikaranîna deverên olî ji bo derxistina nakokiyan û mijarên li dijî rastiya olan red kir û da zanîn ku ev yek ne li gorî nirxên îslamê ye, xîtaba olî divê bibe alavek ji bo lihevanîn û nêzîkbûna nêrînan, nebe wesîleya kûrkirina parçebûnê.

Idnan Ferhan bang li melayan kir ku rola xwe ya belavkirina hişmendiyê, efûkirin û pêşxistina jiyana hevbeş pêk bînin, parastina mizgeftan bikin, divê pêkhateyên li herêmê jî hevgirtina xwe xurt bikin û dûrî nakokiyên ku gefê li aştiya civakî dixwin, bikevin.

HIŞYARIYA TÊKILDARÎ BIKARANÎNA OLÊ JI BO BERJEWENDIYÊN SIYASÎ

Melayê Mizgefta Bajarokê Kêşkê yê Çilaxayê Ebdulqehar Ehmed têkildarî hewldanên derxistina rageşiyê li Hesekê hişyarî da û da zanîn ku xîtabên tên kirin pêkhateyan hedef digirin, dijminahiyê di navbera gelê Kurd û Ereb de çêdikin.

Ebdulqehar Ehmed destnîşan kir ku divê mirov berspektîfên îslamê yên resen û yên ku ji îslamê dûr ji hev nas bike, di dîrokê de tecrubeyên bikaranîna îslamê ji bo gurkirina nakokiyan û berfirehkirina siyasî hatine dîtin, berzkirina dirûşmên olî nayê wateya ku ew li gorî nirx û prensîbên îslamê dimeşin.

Mela Ebdulqehar Ehmed da zanîn divê yekitiya civakê û girêdana wê wekî berpirsyariyeke hevbeş bê dîtin, nabe nakokiyên heyî bibin dijminahî û gefê li ewlehiya herêmê bixwin.

‘PÊŞXISTINA JIYANA HEVBEŞ BERPIRSYARIYEK E’

Melayan banga derketina li dijî gotara nefretê û kînê kir, daxwaz kir ku dan û stendin û efûkirin, pêşxistina têkiliyên biratiyê di navbera pêkhateyên herêmê de derkeve pêş.

(sb)

ANHA