Nagîhan Akarsel ji hezkeriya heqîqetê ber bi “Jin, Jiyan, Azadî” ve

Bi ser şehadeta Lêkolîner, Rojnamevan, Nivîskar, Endama Navenda Jineolojî ya Lêkolînê Nagîhan Akarsel a ku mohra xwe li dîrok û pêşxistina qadên jinan xist, 4 sal derbas dibin.

Nagîhan Akarsel ji hezkeriya heqîqetê ber bi “Jin, Jiyan, Azadî” ve
Nagîhan Akarsel ji hezkeriya heqîqetê ber bi “Jin, Jiyan, Azadî” ve
Nagîhan Akarsel ji hezkeriya heqîqetê ber bi “Jin, Jiyan, Azadî” ve
Nagîhan Akarsel ji hezkeriya heqîqetê ber bi “Jin, Jiyan, Azadî” ve
Nagîhan Akarsel ji hezkeriya heqîqetê ber bi “Jin, Jiyan, Azadî” ve
Nagîhan Akarsel ji hezkeriya heqîqetê ber bi “Jin, Jiyan, Azadî” ve
Nagîhan Akarsel ji hezkeriya heqîqetê ber bi “Jin, Jiyan, Azadî” ve
4 cotmeh, 2026   10:13
QAMIŞLO
BERFÎN ROJ

Îro (4 Cotmeh) salvegera şehadeta Lêkolîner, Rojnamevan, Nivîskar, Endama Navenda Jineolojî ya Lêkolînê Nagîhan Akarsel a 4`emîn e.

Navê tevgerî yê Nagîhan Akarsel Zîlan e, ew di sala 1976`an de li gundê Xelîkan yê nêzî bajarokê Gulîyazê ya girêdayî Qonyayê ji dayik bûye, di bin dirûşma  “Jin, Jiyan, Azadî” ji bo jinan têkoşîn kiriye.

Nagîhan Akarsel li beşa Ragihandinê ya Zanîngeha Xazî li Enqerayê xwendiye, lê jiyana kapîtalîst li bajêr hişt ku ew bi tenêtiyê hîs bike, ji bow ê li devereke din a alternatîf a bi aştî geriya, ew xwe li Yekîtiya Ciwanên Kurdistanê dît.

XALA GUHERTINÊ Û GIRTIN

Nagîhan sala 1998`an ji box we weke xala guhertina jiyanê dît, ew bi komeke hevalên xwe re ji bo hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re berê xwe da Şamê, wê li ser wan çar rojan ev yek aniye ziman: “Min hêza têkoşîna heta dawiya jiyanê jê girt.”

Piştî vegerê sala 2001`an ji ber xebata xwe ya siyasî ku di wê demê de xwendekar bû jî, hat girtin. Ew heta sala 2007`an li 2 girtîgehan ma, di hundirê girtîgehan de jî wê lêkolîn û xwendina xwe ranewestand.

Di navbera salên 2008-2014`an piştî ku hate berdan, ew weke nûçegihan û edîtor di Ajansa Nûçeyan a Dicle (DIHA) de xebat da meşandin, ew beşdarî avakirina yekemîn ajansa jinan a bi navê JINHA bû, wê ji bo gelek rojanme û kovaran wekî Özgür Gündem, Newaya Jin, Demokratik Modernite û kovara Jineolojî nivîs nivîsandin.

Wê bi hezaran jinên li Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê perwerde kirin.

LÊKOLÎNÊN WÊ YÊN LI KURDISTANÊ

Nagîhan Akarsel di sala 2018`an de têkildarî Efrîn û Şengalê lêkolînên civakî çêkirin, girîng da çanda Hewreman û berxwedana Rojhilatê Kurdistanê.

Ji 2019`an heta şehadeta xwe, tevî ku nikarîbû bi zaraveyê soranî biaxive, bê rawestan ji bo pêşxistina Jineolojî li Başûrê Kurdistanê xebat da meşandin, bi dehan panel, civîn û perwerde li dar xistin.

Yek ji xewnên Nagîhan Akarsel nivîsîna romanekê der barê jiyana xwe û fikra Rêber Abdullah Ocalan bû.

Nagîhan Akarsel di 4`ê Cotmeha sala 2022`an li nêzî mala xwe ya li taxa Bextiyar a li Silêmaniyê di encama êrişeke çekdar ve hat suîqestkirin.

Cenazeyê Nagîhan li ser milên jinan bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” li warê jidayikbûna wê hat oxirkirin.

(sb)

ANHA