‘Nakokiyên di navbera partiyan de destkeftiyên Kurdan dixin ber xetereyê’

Analîstê siyasî Hekîm Ebdulkerîm da zanîn ku berdewamiya nakokiyan di navbera YNK û PDK`ê de û derengmayîna avakirina hikumetê xetere li ser yekitiya helwesta siyasî ya Kurd çêdike û bang kir ku her du alî diyalogê bikin û pirsgirêk were çareserkirin.

‘Nakokiyên di navbera partiyan de destkeftiyên Kurdan dixin ber xetereyê’
11 mijdar, 2026   06:05
NAVENDA NÛÇEYAN
MEDYA HENAN

Analîstê siyasî Hekîm Ebdulkerîm diyar kir ku di vê pêvajoyê de divê hemû aliyên kurdî berpirsyar nêz bibin, berjewendiyên neteweyî li pêş be û nakokiyên partî û herêmî bidin aliyekî. Ji bo ku pirsgirêk çareser bibin dest bi diyalogê bikin.

Hekîm Ebdulkerîm anî ziman ku Yekitiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) dibêje ew di hikumeta herêmê de ne çalak e û daxwaz dike ku cihê xwe di wezaretê de mîna wezareta kar û barê hundirîn û serokatiya herêma Kurdistanê de bigire. Ji ber vê yekê hîna hikumeta herêmê nehatiye avakirin û got: “Ji bo pirsgirêk çareser bibe ne tenê her du partî berpirsyar in, hemû partî, hêzên siyasî, saziyên civaka sivîl, çalakvanên siyasî û çandê berpirsyar in. Divê berê her du partiyan bidin çareseriyê û berjewendiyên gelê Kurd li pêş bin”

Ebdulkerîm destnîşan kir ku herêma Kurdistanê ji bo tevahî gelê Kurd destkeftiyeke dîrokî, nîştimanî û neteweyî ye. Rewşa herêma Kurdistanê li ser asta tevahiya Kurdistanê bandorê li pirsgirêka Kurd dike.

YNK`ê 6`ê Mijdarê der barê vê mijarê de daxuyanî dabû. Di daxuyaniyê de bang kir ku pirsgirêkên siyasî werin çareserkirin, diyalogê bikin. Di aliyê siyasî de şer nekin, yekitiya neteweyî çêbe, saziyên siyasî û destûrî tesbît bikin û demokratîk parve bikin.

Di dawiyê de Ebdulkerîm got parçebûyîna Başûrê Kurdistanê xetereyeke dîrokî ye, bermaberî têkoşîn û deskeftiyên gelê Kurd sûc e. Ev nakokî tenê bertekên demkî ne û got: “Ez bawer nakim ku bigihêje asta Başûrê Kurdistanê parçe bibe. Di nava her du partiyan û civaka Kurdistanê de xêrxwaz hene. Ez hêvî dikim ku ev pirsgirêk bi dan û standinê çareser bibe û diyalog bikeve ber xizmeta gelê Kurd.”

(np)

ANHA