Nêçîrvan Barzanî û Tuncer Bakirhan hevdîtinek pêk anî

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û hevserokê giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan hevdîtinek pêk anî. Di hevdîtinê de pêvajoya aştiyê ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hatin nirxandin.

Nêçîrvan Barzanî û Tuncer Bakirhan hevdîtinek pêk anî
13 cotmeh, 2026   12:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro li Hewlêrê bi hevserokê giştî yê Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Tuncer Bakirhan re hevdîtinek kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser naveroka hevdîtinê daxuyaniyek belav kir û da diyarkirin ku her du alî li ser girîngiya sûdwergirtina ji vê derfeta dîrokî ya ji bo pêkanîna aştiyê axivîne û wan dubare kir ku nabe ev derfet ji dest here.

Di hevdîtinê de li ser girîngiya bi pêwîstiya piştgiriya hemû aliyan a ji bo pêvajoyê hat sekinandin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku serokê Herêma Kurdistanê piştgiriya xwe ya ji bo pêvajoya aştiyê aniye ziman û amadehiya xwe ji bo her alîkariya pêwîst a ji bo serxistina pêvajoyê nîşan daye.

Hevserokê giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî spasiya partiya xwe ya ji bo helwest û hewlên berdewam ên serokê Herêma Kurdistanê ku piştgiriyê dide pêvajoyê, aniye ziman.