Nûnerê Taybet ê DYA'yê: Vekişîna Tirkiyeyê ji Başîqayê xaleke werçerxê ye

Nûnerê Taybet ê DYA'yê yê ji bo Tirkiyeyê û Sefîrê Bilind ê li Tirkiyeyê Tom Barrack destnîşan kir ku radestkirina baregeha Başîqa ji Iraqê re wê ji bo Iraqê bibe xaleke werçerxê.

Nûnerê Taybet ê DYA'yê: Vekişîna Tirkiyeyê ji Başîqayê xaleke werçerxê ye
24 îlon, 2026   11:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Rayedarê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Tom Barrack di parvekirina xwe de ragihand ku radestkirina baregeha Zîlkanê (Başîqa) ya dewleta Tirk ji bo Iraqê wê ji bo Iraqê bibe xaleke werçerxê.

Tom Barrack diyar kir ku pêvajo di çarçoveya mekanîzma û planekê de tê meşandin û got, ev yek wê destpêkê serweriya Iraqê, piştre jî aramiya li Tirkiyeyê misoger bike.

Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî û Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ku ji bo Civata Giştî ya 81'emîn a Neteweyên Yekbûyî (NY) li New Yorkê ne, hevdîtin kirin û mijara vekişîna artêşa Tirk ji baregeha Zîlkanê ya li Mûsilê nirxandin.

Li gorî agahiyên ku piştî hevdîtinê hatin parvekirin, artêşa Tirk wê pêvajoya vekişîna ji Iraqê heta dawiya salê dewam bike, lê belê Başûrê Kurdistanê nakeve ber vê vekişînê.

Hebûna artêşa Tirk a li Başûrê Kurdistanê ne tenê li baregeha Zîlkanê ya li Mûsilê ye. Ev 43 salin ketiye nav axa Başûrê Kurdistanê û li hin deveran jî bi kûrahiya 20 kîlometreyan dagirkiriye. Li gorî bîlançoya rêxistina CPT ya Emerîkî, zêdetirî 135 heta 139 bingeh û baregehên leşkerî yên artêşa Tirk li Başûr hene ku piraniya wan li sînorê Hewlêr û Dihokê ne.

ANHA