Parastina mîrateya Sûriyeyê û siberoja doza filistîniyan di rojnameyên erebî de

Di rojnameyên erebî de hat destnîşankirin ku mîrateya Sûriyeyê rastî metirsiyên talankirin û bazirganiya nerewa tê, di vê qonaxê de pêdivî bi parastina nasnameya şaristanî û vegerandina şûnwarên winda bûne, heye. Li aliyekî din pirsên der barê siberoja doza filistîniyan û derfetên zindîkirina çareseriyan de derdikevin pêş.

Parastina mîrateya Sûriyeyê û siberoja doza filistîniyan di rojnameyên erebî de
12 mijdar, 2026   09:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Di hejmarên rojnameyên erebî yên îro de, metirsiyên têkildarî parastina mîrateya Sûriyeyê li hember talankirin û destwerdanên derdorê, nîqaşên der barê siberoja doza filistîniyan û piştî şerê Xezayê derfetên zindîkirina çareseriya avakirina “2 dewletan” bûn rojev.

‘MÎRATEYA SÛRIYEYÊ TÊ TALANKIRIN’

Rojnameya El Erebî El Cedîd di weşana xwe de da zanîn ku di qonaxa heyî de parastina şûnwarên Sûriyeyê û vegerandina parçeyên dîrokî yên ku hatibûn dizîn ji xebatên ku divê destpêkê bên kirin, der barê domandina bazirganiya nerewa a bi mîrateyê ve jî hişyarî da.

Her wiha rojnameyê destnîşan kir ku di dema şer de deverên şûnwarî zirar dîtin, muzexane û depoyên şûnwarî hatin wêrankirin, metirsiyên windabûna bi hezaran parçeyên şûnwarî hene, li aliyekî din deverên şûnwarî ji holê hatine rakirin, hinek jî hatine sererastkirin û îstîsmarkirin.

Di rojnameyê de hat diyarkirin ku wezaret ne tenê ji bo sererastkirina deverên şûnwarî, ew ji bo danîna planeke parastina berhemên mayî û vegerandina berhemên ku winda bûne jî berpirsyar e.

‘PIŞTÎ ŞERÊ XEZAYÊ JI ÇARESERIYA AVAKIRINA 2 DEWLETAN ÇI MAYE?’

Rojnameya El Mudin bal kişand ser siberoja çareseriya 2 dewletan piştî şerê Îsraîlê yê li dijî Xezayê û da zanîn ku guhertinên siyasî û meydanî yên li Îsraîlê û li ser xaka Filistînê pirsên cidî yên têkildarî derfetên gihandina çareseriyekê ji bo ewlehî û îstîqrara her du aliyan derdixe holê.

Rojname di weşana xwe de destnîşan kiriye ku hilbijartin û pêşbirka di qada siyasî ya Îsraîlê de nayê wateya ku dê helwesta Îsraîlê beramberî avakirina dewleteke Filistînî bê guhertin.

Rojname 3 pêvajoyên muhtemel ên avakirina 2 dewletên serbixwe, konfederaliya di navbera her du dewletan de yan jî avakirina dewleteke bi tenê li ser esasê wekheviya hemwelatîbûnê yên der barê siberoja çareseriyê de diyar kirin û da zanîn ku ev pêvajo rastî astengiyên siyasî û ewlehî tên.

(sb)