‛Pêwîstî bi parastina aştiya navxweyî û dûrketina ji kîndariyê heye’

Beşdarên civîna ku Înîsiyatîfa Gel a Til Temirê organîze kiriye bal kişand ser girîngiya pêşxistina hevgirtina civakî û parastina aştiya navxweyî û hişyarî têkildarî xeteriyên derxistina fitne û xîtaba kîndariyê da.

‛Pêwîstî bi parastina aştiya navxweyî û dûrketina ji kîndariyê heye’
‛Pêwîstî bi parastina aştiya navxweyî û dûrketina ji kîndariyê heye’
‛Pêwîstî bi parastina aştiya navxweyî û dûrketina ji kîndariyê heye’
14 cotmeh, 2026   19:34
HESEKÊ

Înîsiyatîfa Gel a bajarê Til Temirê yê Hesekê li Parka Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê bûyerên dawî yên li herêmê nîqaş kir û girîngî da parastina aştiya navxweyî, dûrketina ji xîtaba kîndariyê û pêşxistina hevgirtina civakî li dijî hewldanên derxistian fitneyan û tevliheviya aramiyê.

Di civînê de hejmarek rûspiyên bajêr, hevserokê komînan amade bûn, li ser girîngiya hevgirtina hewldanên civakî yên parastina jiyana hevbeş di nava gelê herêmê de hatin nîqaşkirin.

Di civînê de rêverberê Meclisa Bajarê Til Temirê Mistefa Mihemed li ser pêwîstiya parastina aştiya navxweyî, dûrketina ji xîtaba kîndarî û tervahî şêweyên tehrîdkirinê axivî.

Mihemed got divê şênî di şert û mercên heyî de hişyar, zana û berpirsiyar binû nekevin xefka xîtabên li dijî mozaîka civakî.

Mihemed bal kişand ser rola rûspiyên bajêr û hevserokên komînan di belavkirina çanda lêborîn û hevgirtinê, xebitîna li ser çareserkirina nakokiyan bi diyalogan, pêxpstina têkiliyan di nava xelkê herêmê de.

Ev civîn di çarçoveya hewldnaên civakî yên bi armanca pêşxistina hevgirtina civakî, parastina aştiya navxweyî de pêk tê.

(f)

ANHA