Pîremêrekî koçber li ser kavilê konan rûniştiye û li benda vegerê ye

Koçberên Serêkaniyê li benda vegerê ne, çavên wan li rê ye û nizanin dê kengî vegerin.

Pîremêrekî koçber li ser kavilê konan rûniştiye û li benda vegerê ye
Pîremêrekî koçber li ser kavilê konan rûniştiye û li benda vegerê ye
Pîremêrekî koçber li ser kavilê konan rûniştiye û li benda vegerê ye
Pîremêrekî koçber li ser kavilê konan rûniştiye û li benda vegerê ye
Pîremêrekî koçber li ser kavilê konan rûniştiye û li benda vegerê ye
Pîremêrekî koçber li ser kavilê konan rûniştiye û li benda vegerê ye
17 mijdar, 2026   06:25
HESEKÊ
DIYAR EHMED

Kampên koçberên Serêkaniyê êdî nema mîna berê ne. Koçber bi salan fêr bûbûn li van kampan bi hev re bijîn, lê piştî zêdetirî 4 hezar malbat vegeriyan warê xwe yê resen, rewşa kampan jî guherî. Kavilên konan li pey karwanên koçberan mane, yên hîna venegeriyane jî li benda vegerê ne.

Şûn û kavilên konan mane, demekê mirovên koçber li bin van konan dijîn, niha jî vegeriyan û li pey wan hin koçberên dîtir mane.

Li kampa Waşûkanî ya koçberan Ezîz El Hemdo (71) di berbanga sibehê de ji bin konê xwe dertê û ji derve li ser kavilê konên koçberên vegeriyayî dirûne. Li pey cîranên wî tenê çend kevir û kavilên konan ma ye. Ew ê li derdora xwe binêre û li rabûrdû vegere.

Ezîz El Hemdo ji gundê El Menacîr e. El Menacîr dikeve başûr rojhilatê bajarê Serêkaniyê.

El Hemdo di navbera rabûrdû, îro û siberojê de ma ye. Li cîranên xwe difikire, dipirse ew ê kengî biçin û dê rewşa wan çawa bî.

El Hemdo got: “Em li vir ketine çi rewşê? Em westiyan. Kesek bi me re nabe alîkar û windayî ne.”

`EZ LI BENDÊ ME BÊJIN HÛN Ê VEGERIN`

Pîremêrê 71 salî dema dibîne ku cîran û derdora wî konê xwe radikin û xwe amade dikin biçin, ji xwe dipirse gelo dê kengî dora wan were û ew jî biçin. Malbatên vedigerin kêfxweşin lê El Hemdo hîna li bendê ye ku vegere.

El Hemdo got: “Ez dixwazim vegerim û ji kampê derkevim. Ez gelekî aciz bûm e lê tiştek ji destê min nayê. Ez li bendê me ku ji me re bêjin xwe amade bikin hûn ê vegerin. Ez dixwazin di nava mirov û cîranên xwe de bim. Li vir em bi tenê ne û ez gelekî aciz dibim. Her ku baran dibare em di bin baranê de dimînin.”

El Hemdo êdî nema dikare bi şev xew bike, ya ji destê wî tê dirûne û dua dike ku vegere.

Pîremêrê westiyayî her tim daxwaz ji xwedayê xwe dike ku yan bimre yan jî ji rewşa ku ew tê de ye rizgar bibe.

Di dawiyê de El Hemdo got: “Em dixwazin bi ewle vegerin gundê xwe El Menacîr, temenê xwe yê mayî di nava mirov û cîranê xwe de darbas bikim. Êdî bila dawî li koçberiyê were. Em dixwazin bi rûmet, ewle û aştiyane bijîn.”

(np)

ANHA