Piştî 9 salan şêniyên Efrînê li zeviyên zeytûnan vegeriyan

Şêniyên Efrînê piştî nêzîkî 9 salên koçberiyê vegeriyane zeviyên xwe yên zeytûnan û tevî wêrankirin, dizîn û birîna sîstematîk a daran, dest bi kar û xebatên çandin û çinînê kir.

28 cotmeh, 2026   04:48
EFRÎN
BERFÎN ROJ

Herêma Efrînê bi zeviyên xwe yên zeytûnan navdar e ku hin ji wan daran temenê wan digihêje sed salan. Hejmara darên zeytûnan li Efêrînê bi qasî 18 milyon e û piraniya wan cureya bi zeyt in.

Cotkar zeytûnên berhevkirî bi kîsan dibin kargehên guvaştin û çêkirina zeytê. Li wir wan dixin firaxeke mezin ku têra 8 kîsan dike, ji wir diçin cihê şûştinê. Zeytûn tên şûştin û paqijkirin.

Piştî şuştinê, zeytûn dikevin makîneya guvaştinê, li wir zeyt tê derxistin û ji bo bazarê û firotinê tê amadekirin.

Zeytûnên kesk û yên reş (etûn) ji xwarinên sereke yên li herêma Efrînê ne. Piştî berhevkirina zeytûnan, malbat bi awayekî afirîner wan ji bo xwarinê amade dikin. Pêşî zeytûnan dişikînin, paşê di nava ava şor de dihilînin heta ku ji bo xwarinê amade bibin.

Îro, piştî 9 salên koçberiyê, xelkê Efrînê vegeriyaye zeviyên xwe yên zeytûnan, tevî wêranî û zirara ku li zeviyan bûye jî, şêniyan dest bi kar û xebatên çinîn û berhevkirina zeytûnan û guhpêdana zeviyên xwe kiriye.

(k)

ANHA