Projeya rêya Qamişlo û Dêrikê gihiştiye ku derê?

Berpirsên projeya rêya Dêrikê û Qamişloyê ji aliyên têkildar ên parêzgeha Hesekê daxwaz kir bi wan re bibe alîkar da ku projeyê bi dawî bike.

Projeya rêya Qamişlo û Dêrikê gihiştiye ku derê?
Projeya rêya Qamişlo û Dêrikê gihiştiye ku derê?
Projeya rêya Qamişlo û Dêrikê gihiştiye ku derê?
Projeya rêya Qamişlo û Dêrikê gihiştiye ku derê?
Projeya rêya Qamişlo û Dêrikê gihiştiye ku derê?
Projeya rêya Qamişlo û Dêrikê gihiştiye ku derê?
Projeya rêya Qamişlo û Dêrikê gihiştiye ku derê?
Projeya rêya Qamişlo û Dêrikê gihiştiye ku derê?
16 mijdar, 2026   02:35
QAMIŞLO
RÊNAS REMO

Projeya rêya di navbera Dêrikê û Qamişloyê de didome. Ev rê ji bajarê Qamişloyê dest pê dike, di Terbespiyê, Çilaxa, Rimêlan, Girkê Legê û Dêrikê re derbas dibe heyanî Deriyê Sêmalka. Her wiha ev rê dê xizmeta 500 gundên herêmê bike.

Projeya rê gihêştiya ku dere yê û çawa bi rê ve diçî Endezyar Mabrîn Yûsif ji ajansa me re axivî.

Mabrîn der barê porjeyê de got: "Werşeyên teknîkî û endezyarî li gorî projeya hatî dayîn heyanî astekî pêk anîne. Rê ji Qamişloyê heyanî Tirbespiyê (34) km çûyîn û hatin bi dawî bûye. Her wiha ji gundê Zexîra heyanî bajarê Dêrikê bi dawî bûye.`

Mabrîn da zanîn ku ew xebatên xwe berdewam dikin û wiha lê zêde kir: "Rêya Tirbespiyê- Etşan, her wiha rêya Dêrikê - Sêmalkayê carek tenê hatin ziftkirine û divê tebeqeyên dîtir jî bidomînin. Me rê li ber şêniyan vekir da ku bi rehet biçin û werin. Niha  xeta naverêya bajarê Qamişlo û Tirbespiyê, Girkê Legê û Dêrikê bi dawî bû û dê li cihên dîtir jî were dayîn."

Gerînendeyê şîrketa Alexandrupa ya ku di projeyê rêya Dêrikê û Qamişloyê dixebitê Xelîl Elî jî got: ‘‘Ev rê di aliyê stratejîk û aborî de gelekî girîng e; ji ber ku hemû rêyên bajarên herêma Cizîrê pev dide girêdan û çûyîn û hatina di navbera gundan de dê hesan be."

Elî bang li xelkê herêmê û xwediyên traktorên çandiniyê kir ku bibin alîkar û got: "Rê ji barghilgiran biparêzin, zirarê nedin rê û nehêlin ku qeza li ser vê rêyê çêbibin."

Xelîl Elî her wiha banga destekê li aliyên têkildar ên parêzgeha Hesekê kir.

Rêya Dêrik- Qamişloyê ku dirêjahiya wê nêzî 100 metreyî ye rêyek girîng ê herêmê ye, temamkirina vê projeyê dê ji gelek aliyan ve têkeve xizmeta herêmê .

ANHA