Rejîma Îranê 3 xwepêşanderan bi darve kir

Rejîma Îranê 3 kesên di dema xwepêşandanên çileya 2026’an de hatibûn girtin, li bajarê Kerec bi darve kir. Li aliyê din jî li Meşhed, Tehran û Kerecê dadgehan cezayên girtîgehê li 15 xwepêşanderan birî.

Rejîma Îranê 3 xwepêşanderan bi darve kir
8 mijdar, 2026   10:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Mîzan a ser bi desthilata dadwerî ya Îranê, di derbarê darvekirin û lêbirîna cezayê girtîgehê ji bo xwepêşanderan, agahiyan parve kir.

Di nûçeyê de hatiye diyarkirin ku vê sibehê 3 xwepêşanderên bi navên; Hesen Dêwbend, Hemîd Kazimî û Reza Zengene ku di dema xwepêşandanên çileya 2026’an de hatibûn girtin, li bajarê Kerecê hatin darvekirin.

Hatiye diyarkirin ku Dadgeha Şoreşê ya Kerecê van her sê kesan bi tometa ‘Têkdana malê giştî’ ceza kiriye û dest bi ser mal û mulkê her sê kesan de hatiye girtin.

Her wiha hat diyarkirin ku di heman dosyayê de 8 xwepêşanderên din jî her yek di navbera 5 ta 10 salan de cezayê girtîgehê lê birîne.

Li aliyê din Dadgeha Şoreşê ya bajarê Meşhed cezayê darvekirinê li 2 xwepêşanderên bi navên; Elî Zaxî û Îlya Ekberî birî.

Li Tehranê jî dadgehê li kesek bi navê Hisên Darabî bi tometa ‘Hevkariya bi dewleta dijmin re’ cezayê 25 sal girtîgehê lê birî.

Ev pêla nû ya darvekirin û lêbirîna cezayên darvekirinê di demek de ye ku beriya niha Rêxistina Mafên Mirovan ya Îranê eşkere kiribû ku herî kêm 36 xwepêşanderên hatibûn girtin, hatine darvekirin.