Remziye Mihemed: Dixwazin bi vederkirina jinan modelek tarî ava bikin

Hevseroka TEV-DEM`ê Remziye Mihemed got “Di xebatên entegrasyonê de hikumeta veguhêz jinan paşguh dike. Hêzên navdewletî yên ku ev rêveberî anî ser desthilatê, dixwazin modeleke tarî li Sûriyeyê çêkin û ev jî dê bibe sedema şerê navxweyî.”

Remziye Mihemed: Dixwazin bi vederkirina jinan modelek tarî ava bikin
1 cotmeh, 2026   03:27
QAMIŞLO
BERÎTAN ÎRLAN

Piştî Peymana 29’ê Çileyê (2026) ku di navbera hikumeta veguhêz a Şamê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) de pêk hat, xebatên entegrasyonê dest pê kirin. Beriya peymanê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jinan bi awayekî aktîf di qadên siyasî, leşkerî, civakî, edaletê de cih digirt. Lê niha hikumeta veguhêz bi tevahî hêza xwe hewl dide jinan ji qada jiyanê dûr bixe. 

Der barê mijarê de me hevpeyvînek bi hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Remziye Mihemed re çêkir.

‘DI XEBATÊN ENTEGRASYONÊ DE PIRSGIRÊK HENE’

Di van demên dawiyê de pêvajoya entegrasyonê çawa dimeşe û rewşa jinan di vê pêvajoyê de çawa ye?

Ev salek e xebatên hevbeş di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de dest pê kiriye. Tifaqek ku gelê Kurd û gelên Sûriyeyê li gorî Peymana 29’ê Çileyê bi hev re cihê xwe di tevahî saziyê de bigirin, bi rengekî hevpar û adil hikumetê ava bikin. Di gavên ku tên avêtin de pirsgirêk tên jiyîn. Taybet di aliyê jin de. Pirsgirêkên çawa? Şoreşa Rojava weke Şoreşa Jin dihat naskirin, jin di tevahî qadan nûnertiya xwe dikir. Karîn di astên bilind de rol bilîzin. Lê di vê xebata itafaqê de jin nayê dîtin. Jin biçûk tê dîtin. Di aliyê dadê, hebûna wê di saziyan û cihê biryarê de nayê dîtin. Nayê qebûlkirin, taybet cihê biryarê de. Dibe ku di hinek saziyan de cih girtiye, ew jî ji bo bêjin “demokrasî heye”. Lê heta niha ji bo Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) tiştek fermî tune ye, hêzeke ku parastina Şoreşa Rojava kir. Li hember hêzên weke DAIŞ’ê parastina tevahî cîhanê kir. Destkeftiyên pir mezin bi berxwedaniyek mezin ava kir. Di hêzên ewlekariya hundirîn de jî heta niha navê jin nehatiye pejirandin. Ev diyar dikin ku li hemberî jinan keleman çêdikin. Di pergala nû de demokrasî nayê dîtin. Em ne di sedsala 18’an de ne, ew rola dîrokî ya jin lîstî nayê dîtin.  

‘DIVÊ YEKITIYA JINÊN SÛRIYEYÊ BÊ AVAKIRIN’

Der barê Sûriyeya nû de nêrîneke giştî heye ku jin ji nava pêvajoyê tên derxistin? Hûn vê mijarê çawa dinirxînin?

Niha dixwazin jinê ji pêvajoyê derxin. Wisa nîşan didin ku jin nikare rêveberiyê û xebatê bike. Lê li hemberî vê israr û têkoşînek mezin heye. Heta jinên ku niha di nav saziyan de cih girtine, bi têkoşîneke mezin, bi israr cih girtine. Lê têrê nake. Divê her jinek bi israr û têkoşînek mezin tev bigere. Biryar û qanûnên ku li hemberî jin hatine derxistin nayên pejirandin. Hem têkoşîn, israr û di nava Sûriyeyê de hevgirtinek jinan pêwîst e. Ne tenê li Rojava jin bê îrade hiştine, li tevahî herêmên Sûriyeyê bi vî awayî ne. Raste me şoreşek çêkir, lê hîna mîsoger nebûye.

‘ARMANC AVAKIRINA MODELEK TARÎ YE’

Di dema pêvajoya entegrasyonê de hin cihên rêveberî û sivîl hene ku jin ji wan hatine derxistin. Li gorî we, çima ev yek qewimî û sedemên wê çi ne?

Sedem ew e ku pergala netewdewlet vîna jin napejirîne. Dê hebûna jin li dûrî berjewendiyên wan ên desthilatê bin. Jin hertim berjewendiyên civakê dipirse, jin berjewendiyên pêkhateya xwe dipirse. Di vir de pergala netewdewlet di asta cîhanê de demokrasiyê naxwaze, edalet û wekheviyê naxwaze. Rengê jin naxwaze. Pirzimanî, pirçandî naxwaze. Lê hewldanên jinê ewe ku çanda herêmê tevahî bide jiyîn. Her jinek ziman û çanda xwe li hemberî qirkirinê parastiye. Hewldanên wan ev e. Dema di Şoreşa Rojava de jî jin pêşeng bû, hertim dihat hedefgirtin. Gelek pêşengên me yên jin hatin qetilkirin. Bi armanc hatin hedefgirtin. Heta jinên 70 salî ku di civaka xwe de xwedî rolbûn dihatin armancgirtin. Ne tenê li Sûriyeyê, dixwazin Sûriyeyê bikin mînak û me vegerînin salên berê ku desthilata mêran ser destkeftiyên jinan çêbûn. Li Sûriyeyê jî modeleke yekreng çêkin.

‘EGER WISA BIDOME DÊ ŞEREKÎ NAVXWEYÎ DERXE HOLÊ’

Berdewamkirina vê siyasetê dê bibe sedema çi? Çi metirsî li ser destkeftiyên jinan çêdike?

Dê pirrengiya di Sûriyeyê de şerekî navxweyî derxîne. Armanca pergala netewdewlet ji destpêka Şoreşê de ewe ku vî şerê navxweyî çêbike. Lê armanca wan pêk nehat. Ji ber gelek aliyan de armancên wan pêk nehatin, niha jî tarîtiya ku tê xwestin dixwazin ava bikin. Wê komkujî pêk bên. Jİ ber zanisteke civakê çêbûye. Ji ber hebûn û vîna jinan çêbûye. Tevahî gelên li Sûriyeyê dijîn vê koletiyê napejirînin. Şoreşa me bûye mînaka pêşengtiya civakê. Bûye mînaka pirrengiya civakê. Civaka demokratîk dikare Sûriyeyeke nû ava bike.

‘TÊKOŞÎNA HEVPAR PÊWÎST E’

Jin divê li hember van siyasetan çawa tev bigerin?

Tarîtiya ku dixwazin ava bikin, rê li pêşiya jinan bigirin, bi rêya yekbûna jinên Sûriyeyê dikare bê rawestandin, wekî di pergala Rêveberiya Xweser de. Ya herî girîng em bikarin li Sûriyeyê yekîtiya jinê ava bikin û xwedî li şehîdan derkevin. Ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo tevahî gelan tê bikoşe. Eger ez weke Kurd ne azad bim, dê jina Ereb, ya Siryan jî azad nebe. Ji bo wê jî hevgirtin û têkoşîna jinan a yekpar dikare destkeftiyên jinan biparêze.

‘SAZIYÊN MAFÊN MIROVAN Û MAFÊN JINAN LI GORÎ BERJEWENDIYÊN DEWLETAN TEV DIGERIN’

Hûn bêdengiya saziyên mafên mirovan û saziyên mafê jinan ên cîhanî çawa dinirxînin?

Beriya hikumeta veguhêz bê ser desthilatê gelek saziyên mafên mirovan dihatin herêmê. Lê piştî hikumeta veguhêz hat ser desthilatê ev sazî jî bê deng bûn. Ji ber ku hikumeta veguhêz xwe bi xwe nehatiye ser desthilatê. Destê hêzên navneteweyî tê de ye. Tenê ji bo berjewendiyên van dewletan hatiye danîn. Ev sazî jî girêdayî siyaseta van dewletan in. Dema mijar tê ser azadiya civakan û jinan ev sazî çavê xwe digirin. Li gorî berjewendiyên xwe tev digerin. Dema di berjewendiyên wan de be, dikarin şerekî mezin jî derxin.

ANHA