Rewşa her sê birayên birîndar ên li Hesekê aram e

Apê her sê birayên hev ên ku duh li Hesekê ji hêla çekdaran ve hatine birîndarkirin, diyar kir ku rewşa wan aram e, lê ji ber hebûna guleyan di bedenê de wê emeliyatên wan berdewam bikin.

10 cotmeh, 2026   14:13
HESEKÊ
BOTAN HISÊN

Duh (9 Cotmeh) 3 birayên bi navên Nezîr Sîrac Şêxo (20), Mihemed Sîrac Şêxo (19) û Diyar Sîrac Şêxo (16) ên ji pêkhateya Kurd li bajarê Hesekê, di dema vegera li malê de li Çerxerêya El Sînaa ji hêla çekdaran ve rastî êrişê hatin, 2 ji wan hatin gulebarankirin û yê din jî îşkence lê kirin. 

Her sê bira ji bo dermankirinê sewqî nexweşxaneyên bajêr hatin kirin.

Li gorî agahiyên ku apê birîndaran Ehmed Şêxo dane, Diyar Şêxo hatiye emeliyatkirin, lê ji ber ku di pişta wî de 3 gule hene dê emeliyatên din jî jê re bên kirin.

Her wiha Nezîr Şêxo jî ji stûyê xwe guleyek xwariye û ji bo wî jî emeliyat hatiye kirin, Mihemed Şêxo ji pişt û rûyê xwe ji ber îşkenceyê birîndar bûye.

Ehmed Şêxo destnîşan kir ku rewşa wan niha aram e, dê emeliyatên ji bo Nezîr Şêxo û Diyar Şêxo berdewam bikin.

Têkildarî heman mijarê ajansa me xerabkariya ku duh bi xwepêşandanan re li taxên Xiwêran, El Neşwa û El Ezîziyê rû dan belge kirin, di tişta ku hatiye belgekirin de milkên giştî, di nav wan de tabelayên sendîkaya parêzer, Kongra Star û pîşesazan, wêneyên şehîdan û sembolên kurdî hatine wêrankirin, li ser dîwaran jî gotinên nîjadperest hatine nivîsandin, kevir avêtine malên şêniyên Kurd, seyare û pencereyên wan.

Şêniyê bi navê Ehmed Şêx Mehmûd da zanîn ku ji ber hebûna navên zarokên wî Dilyar û Dîlan ên şehîd li ser seyareyê, xwepêşandêran seyare talan kiriye, kevir avêtine mala wî û gef li malbata wî xwarine, wî jî wêneyên kesên ku gef lê xwarine girtine.

(sb)

ANHA