Rewşa kehrebeyê li Hesekê xerabtir dibe

Li Hesekê ji ber kêmbûna mazotê piraniya jeneratoran nema tên pêxistin. Vê jî hişt ku kehrebe li ser bajêr qut bibe û li aliyeke din buhayê her empêrekê bibe 17 dolar. Şênî daxwaz dikin ku pirsgirêka kehrebeyê were çareserkirin.

Rewşa kehrebeyê li Hesekê xerabtir dibe
Rewşa kehrebeyê li Hesekê xerabtir dibe
Rewşa kehrebeyê li Hesekê xerabtir dibe
Rewşa kehrebeyê li Hesekê xerabtir dibe
Rewşa kehrebeyê li Hesekê xerabtir dibe
Rewşa kehrebeyê li Hesekê xerabtir dibe
Rewşa kehrebeyê li Hesekê xerabtir dibe
Rewşa kehrebeyê li Hesekê xerabtir dibe
Rewşa kehrebeyê li Hesekê xerabtir dibe
6 cotmeh, 2026   06:44
HESEKÊ
CÎHAN MIHEMED

Ji ber derengmayîn û nebûna mazota xizmetguzariyê, di destpêka Tîrmehê (2026) de li bajarê Hesekê pirsgirêka kehrebeya jeneratorên taybet dest pê kir, di demekê de ku kehrebeya hikumetê tune ye û li hin cihan kêm caran tê, kehrebeya empêran jî li ser piraniya taxên bajêr qut bû.

Şêniyê bi navê Sedam El Ebûd da zanîn ku pirsgirêka kehrebeyê û kêmbûna sotemeniyê bandor li aliyên cuda yên jiyanê kir, buhayê empêrekî gihîşte 17 dolaran, ev buha ji bo şêniyan giran tê, bi taybet bi hatina zivistanê re malbat bi hacetî kehrebe û dabînkirina pêdiviyên sereke û lêçûna perwerdeya zarokên xwe ne.

El Ebûd diyar kir ku li dikanên bazirganiyê jî kehrebe qut bû, divê kehrebeya hikumetê were dabînkirin, heke nebe divê careke din buhayên empêran li ber çavan were derbaskirin.

Xwediyê dikanekê Deham Heskê jî destnîşan kir ku bilindbûna buhayên empêran û kêmkirina saetên dayîna kehrebeyê bi awayekî yekser bandor li tevgera bazirganiyê kir.

Deham Heskê da zanîn ku domandina vê pirsgirêkê dihêle ku ew dikana xwe bigire, hejmarek ji bazirganan jî xebatên xwe dane sekinandin.

Heskê daxwaza dabînkirina mazotê ji bo xwediyê jeneratoran kir, li aliyeke din xwest ku mîna berê buhayê her empêrekê bibe 15 hezar lîreyên Sûriyeyê.

Şêniyê bi navê Ebdulrehman Hesen jî destnîşan kir ku berê kehrebeya empêran rojane 12 saetan digihîşt dikanan, lê niha ji ber bilindbûna buhayên empêran a ji 12 dolar-16 dolaran tenê 6 saetan tê dayîn.

Pirsgirêka sotemeniyê û bihabûna lêçûna bikaranîna jeneratoran bandor li buhayên kehrebeyê li Hesekê kir, vê jî hişt ku tevgera çûn û hatinê, kirîna madeyên xwarinê û pêdiviyên sereke jî biha bibin.

Li beramberî vê pirsgirêkê Şîrketa Kehrebeyê li Hesekê torên kehrebeyê yên ku zirar dîtine temîr dike, heta niha ji sedî 70 xebatên temîrkirinê pêk hatine.

(sb)

ANHA