Rewşenbîr: Her kes berpirsyar e ku pirsgirêkan çareser bike

Rewşenbîran got Sûriyeyê di pêvajoya veguhêz re derbas dibe û divê her berpirsyar nêzî çareserkirina pirsgirêkan bibe.

Rewşenbîr: Her kes berpirsyar e ku pirsgirêkan çareser bike
2 cotmeh, 2026   06:25
HESEKÊ
BILIND HECÎ

Rewşenbîrên bajarê Hesekê rewşa Sûriyeyê nirxand û daxwaza çareseriyê kir. 

Seroka Komeleya Bijîşkên Sûriyeyê Dr. Semer El Somerî got: "Civak, partiyên siyasî, rêxistinên sivîl û hwd. ji bo derbaskirina pêvajoya veguhêz berpirsyarin. Barê hemwelatiyan ji ber pirsgirêkên aborî gelekî giran bûye. Bi hevgirtine em dikarin vê pêvajoyê derbas bikin û pirsgirêkên xwe çareser bikin."

Endama Komîteya Rêveber a Partiya Yekitiya Suryan a Hesekê Sewsen Ebdulehed jî got: "Di pêvajoyên veguhêz de pirsgirêk derdikevin, lê divê hemû pêkhate û netew hevbeş bijîn û vê pêvaoya veguhêz derbas bikin. Hikûmet jî divê qanûnî nêz bibe û hemû kujer û sûcdaran ceza bike."

Nivîskar Mihemed Beşîr got: "Di pêvajoya veguhêz de pirsgirêk derdikevin û bi taybet li ser medya dijîtal zimanê nefretê tê bikaranîn û hewl didin provokasyonan bikin. Lê civak û hikûmet divê bi hev re alîkar bin û van pirsgirêkan çareser bikin."

Mihemed Beşîr di berdewama axaftina xwe de got nabe ku Sûriye bi zîhniyeta yekrengî bi rê ve biçe û wiha got: "Zîhniyeta dewleta neteweyî pirsgirêkan çareser nake, di vê pêvajoya veguhêz de divê ev zîhniyet were guhertin û pirsgirêkên aborî werin çareserkirin.”

(np)

ANHA