'Divê civak xwe ji metirsiyên derxistina şer biparêze'

Rewşenbîr û parêzer Gulal Kasanî destnîşan kir ku gefên li dijî Rojava tên kirin hîn bi dawî nebûne. Metirsiyên derxistina şerê di nava pêkhateyan de heye, divê civak, tevgera siyasî û hêzên leşkerî her di nava amadekariyên xweparastinê de bin. Kurd jî pêwîste di asta siyasî û leşkerî de lêvegereke xwe ya fermî çêkin.

'Divê civak xwe ji metirsiyên derxistina şer biparêze'
25 adar, 2026   02:45
QAMIŞLO
SÎMA BIROKÊ

Derbarê rewşa ku herêm têre derbas dibe, êrişên şerê taybet li beramberî sekina gel li Rojavayê Kurdistanê û pêwîstiya vê pêvajoyê bi çi heye? Rewşenbîr û Parêzer Gulal Kasanî ji ajansa me re axivî.

Gulal Kasanî bi bîr xist ku herî dawî li Sûriyeyê û bi taybet li Rojavayê Kurdistan guhertinên mezin çêbûn, ew gefên li dijî Rojava tên kirin hîn bi dawî nebûne. Gef ji hêla hundir û derve de jî tên dîtin. Hîn jî hikumeta demkî ya Sûriyeyê jî bi awayeke fermî û di rêya destûrê de mafê Kurdan bi cih nekiriye, tenê di çarçoveya biryarnameyekê de ye, ev di aliyê yasayî de cihê xwe nagire û ev got: “Ji ber vê yekê hîn gef berdewam dikin.”

Gulal Kasanî diyar kir ji ber ku niha entegrasyonê tê çêkirin, di nava Kurdan de dil rehetiyek çêbû û asta seferberiyê lawaz bûye û ev yek anî ziman: “Lê ji ber ku em dizanin di qonaxên dawî de gelek guhertinên ji nişkve derketin, civaka Kurdî, tevgera siyasî û hêzên leşkerî her di nava amadekariyên xweparastinê de bin. Li Rojava pêkhate gelek in metirsiya derxistina şerê navxweyî di navbera Kurd û Ereban heta niha jî heye. Lê ez bawer dikim siyaset, dîplomasî û rayedarên Kurd bi şêwazeke baş planên li dijî herêmê ji kûrkirinê rizgar kirin.”

Gulal Kasanî da zanîn ku tişta ku ji wan weke Kurd li Rojava tê xwestin ku dûrî meseleyên îdeoyolojî yekgirtina xwe bidomînin, di asta siyasî û leşkerî de lêvegereke Kurdî fermî bê çêkirin. Li Rojhilata Navîn pevçûn û şer heye, wê rola Kurdan bi taybet li Rojhilatê Kurdistanê, dê li Rojava û Başûr jî hebe.

ANHA