Rewşenbîr û nivîskar: Perwerdeya bi zimanê kurdî mafê me ye

Nivîskar û rewşenbîrên Dêrikê gotin perwerde bi zimanê dayikê mafê gelan e û daxwaz kir ku di destûrê Sûriyeyê de fermî were naskirin.

Rewşenbîr û nivîskar: Perwerdeya bi zimanê kurdî mafê me ye
18 cotmeh, 2026   02:35
QAMIŞLO
KELSÛMA ELÎ

Rewşenbîr û nivîskarên ji bajarê Dêrikê xwestin ku zimanê kurdî di destûra Sûriyeyê de were naskirin.

Nivîskar Melevan Resûl diyar kir ku netewe di asta yekem de li ser bingehê perwerde, edalet û avakirina saziyan radibin ser lingan û aramî li welêt çêdibe.

Melevan Resûl destnîşan kir ku Sûriyeyê di pêvajoya veguhêz re derbas dibe û divê modeleke demokratîk a pirrengî were avakirin ku her pêkhateyek bi serbestî zimanê xwe bi kar bîne.

Resûl di dewama axaftina xwe de got: "Ji bo hebûna gelê Kurd weke pêkhateyeke resen ê Sûriyeyê were qebûlkirin divê destpêke mafên siyasî, çandî, zimanî, îdarî û destûrî yên Kurdan werin qebûlkirin. Em qebûl nakin perwerdeya zimanê kurdî 3 saet tenê be. 3 saet tenê pêdiviya gelê me pêk nayîne, di heman demê de tê wateya nasnekirina mafê gelê Kurd."

Melevan Resûl bal kişand ser têkoşîna dem dirêj a gelê Kurd ji bo naskirina mafê zimanî û ev li gotinên xwe zêde kirin: " Gelê Kurd di rêya parastina zimanê xwe de bi hezaran şehîd dan. Mafê her xwendekarekê/î ye ku bi zimanê xwe bixwîne û hîn bibe."

Melevan Resûl di dawiya axaftina xwe de bang li siyasetmedarên Kurd kir ku di vê pêvajoyê de bi berpirsyarî tev bigerin. Her wiha bang li xwendekarên Kurd jî kir ku çalakiyên xwe yên ji bo fermîkirina ziman di destûrê de bidomînin.

Nivîskar Mihemed Emîn Sadûn jî, biryara Wezareta Perwerdeyê ya sînordarkirina perwerdeya bi zimanê kurdî bi 3 saetan tenê bi xeletiyeke staratejîk û nayê qebûlkirin pênase kir û wiha got:  "Ziman ji bo gelen ne tenê ji bo dan û standinê tê bikaranîn, lê di heman demê de bîra dîrokî û neteweyî ye û nasnameya gelan e. Dagirkeran bi sedên salan zimanê kurdî qedexe kir û bi rêya wê nasnameya neteweyî ya gelê Kurd perçiqandin. Em dema parastina zimanê xwe dikin em parastina hebûn û çanda xwe dikin."

Sadûn qanûnên navneteweyî yên ji bo zimanê dayikê bi bîr xist û ev li axafina xwe zêde kir: "Li gorî lêgerînan zarokên bi zimanê dayikê perwerde dibînin hîn zêdetir têdigihîje û sûdê werdigirin. Me ev yek di nifşê nû de pişrast kir. Xwendekarên Zanîngeha Rojava lêkolînên xurt dikin û bi zimanê kurdî gotar û helbestan dinivisînin."

Di dawiyê de Mihemed Emîn Sadûn diyar kir ku dê têkoşîna aştiyane bidomînin heya ku biryara wezaretê betal bibe û perwerde ji dibistanên seretayî heyanî zanîngehê bibe bi zimanê kurdî. Sadûn got:"Ev mafê me ye û berhemê fedakariya bi hezaran şehîdan e."

(np)

ANHA