Rewşenbîr û siyasetmedar: Divê mafên Kurdan bi destûrê werin parastin

Piştî salan xwendekarên li Rojava bi guhertina pergala perwerdeyê re rû bi rû ne. Siyasetmedar û rewşenbîr vê yekê wek berdewama paşguhkirinê dibînin û daxwaza parastina destûrî û sazûmanî ya mafên Kurdan kir.

Rewşenbîr û siyasetmedar: Divê mafên Kurdan bi destûrê werin parastin
1 cotmeh, 2026   06:50
HESEKÊ
HENAR ÎBRAHÎM

Biryara Wezareta Perwerdeyê ya hikumeta veguhêz ya Sûriyeyê ya veqetandina 3 dersan di hefteyê de bo zimanê kurdî, bû sedema nîqaşên têkildarî siberoja perwerdeya bi zimanê dayikê, bi taybet li deverên ku piraniya wan Kurd in û di salên dawîn de perwerdeya bi zimanê kurdî lê hebûye.

Rewşenbîr û siyasetmedaran diyar kir ku veguherîna ji pergala perwerdeyê ji zimanê kurdî bi pergaleke sînorkirî ya dersan ji bo xwendekarên ku bi salan bi zimanê dayikê xwendiye, dibe sedema pirsgirêkan.

Endamê Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê Ezîz Silêman diyar kir ku guhertina ji nişka ve ji perwerdeya bi zimanê kurdî ber bi pergala tenê 3 ders di hefteyê de, dê bandoreke rasterast li xwendekaran bike.

Ezîz Silêman wiha dewam kir: "Biryara Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyê ya derbarê hînkirina zimanê Kurdî li deverên Kurdan, ku hefteyê tenê 3 ders veqetndinde, ne li gorî hewcedariyên xwendekarên Kurd e û ne jî li gorî rastiya perwerdeya li van deveran di salên borî de ye.”

‘DOSYAYÊN MAFAN Û ZIMAN NEHATINE ÇARESERKIRIN’

Endama Komîteya Têkilî û Peymanên Siyaseta Demokratîk a Kongra Star Rûken Ehmed got: "Hikumeta veguhêz tenê bi awyekî sembolîk û şeklî nêzî mijarên mafan û ziman dibe, bêyî ku ti gavên biryardar ên destûrî û sazûmanî biavêje.”

Rûkenê diyar kir ku veqetandina tenê çend dersan ji bo perwerdeya bi zimanê Kurdî, li gorî daxwazên neteweyî yên gelê Kurd, duyemîn koma etnîk a herî mezin a Sûriyeyê, nîn e.

ÎNKARKIRINA MAFÊN DÎROKÎ Û ÇANDÎ

Rûkenê destnîşan kir ku sedemên têkçûna hikûmeta veguhêz di bicihanîna sozên xwe yên derbarê parastina nasnameya cuda ya herêmên Kurdî de ew ku ew xwe dispêre hişmendiyeke hişk û navendî.

Rûkenê got: "Ev yek bandoreke neyînî û rasterast li jiyana rojane ya şêniyan û nasnameya wan a giştî dike, ji ber ku mijara nasnameya cuda tê çareserkirin û mijarên bingehîn têne paşguhkirin. "

Rûken Ehmed diyar kir ku mijar û dosyayên girîng ên ku nayên çareserkirin mijara bandorên guherîna demografîk a dîrokî, projeya Kembera erebî û desteserkirina erdên Kurdan e.

(k)

ANHA