ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22-09-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22-09-2026
22 îlon, 2026   02:00

“Niha aliyekî min Bakur e, aliyekî min Rojava ye, aliyekî min Başûr e, aliyekî min Rojhilat e. Ez bi temamî bûm Kurdistan”. Ev gotinên dawîn ê rojnameger Seyîd Evran in. Li her çar parçeyên Kurdistanê ji rojnameger, hevalên xwe û gel re bû çavkaniya jiyaneke watedar. Hevrêya wî Rojbîn Denîz li ser kesayeta wî dibêje “Xeta ragihandina azad rihekî şoreşgerî dixwest û ew ruh heval Seyîd di xwe de ava kiribû. Em ê jî rêya wî bişopînin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

Şêwirmendê qebîleya El Cebûr Ekrem El Mehşûş daxwaz kir ku kujerên şehîd Sîpan Hiznî werin cezakirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Cotkarên li parêzgeha Hesekê ji ber derengmayîna dayîna pereyên wan ên genim û nebûna destekdayînê ji hêla hikumetê ve, zehmetiyan dikişînin. Cotkar nikarin dest bi amadekariyên çandiniyê bikin, hinek cotkar jî difikirin ku zeviyên xwe neçînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Xwendekarên Hesekê daxwaz kir bi zimanê xwe yê dayikê bixwînin û got divê her pêkhateyek bi zimanê xwe uê dayikê bixwîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Însiyatîfa Gel a Herêma Cizîrê bi daxwaza mafê perwerdeya bi zimanê Kurdî û fermîkirina ziman di destûrê de xwepêşandaneke girseyî bi tevlêbûna xelkê herêmên parêzgeha Hesekê li Staduyuma Şehîdên 12‘ê Adarê ya bajarê Qamişloyê li dar dixe, saet 11.30‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).