ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26-11-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26-11-2026
26 mijdar, 2026   02:00

Cotkarên Til Temirê buhayê pembû yê Wezareta Çandiniyê ya hikumeta veguhêz diyar kiriye, rexne kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rêveberên saziyên jinan da zanîn ku divê jin di aliyê aborî de serbixwe bin da ku bikarin bi rûmet bijîn.  (BI WÊNE Û DÎMEN)

Berpirsê komîteya belavkirina mazotê ya Girkê Legê diyar kir ku gelek malbatan mazot wernegirt û xelk ji ber bihabûna mazotê gazincan dike.   (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şênî û xwendekarên Hesekê daxwaza naskirineke fermî di destûrê de ji bo zimanê kurdî û misogerkirina perwerdeya bi kurdî kir û da zanîn ku bêparhiştina perwerdeya bi zimanê dayikê ne li gorî mafê wan ê bingehîn e, ew ê heta pêkanîna daxwazên xwe çalakiyên xwe bidomînin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Aloziyên di navbera hikumeta Iraqê û Herêma Kurdistanê de vediguherin pirsgirêkên destûrî, derayî û ewlehî ku her du aliyan ji 2005’an ve çareser nebûne. Di heman demê de ev krîz di 2017’an de gihîştin lûtkeyê û careke din derketin pêş. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Heyva Sor a Kurd, di çarçoveya piştgiriya proseya xwendinê li herêmê de, daniştên dibistanê û çenteyêmn destwerdanên lezgîn dide dibistaneke Qamişloyê, saet 10.30’an. BI WÊNE Û DÎMEN

- Xelkê bajarên Rojava salvegera 48’emîn a damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bi çalakiyên curbicur pîroz dike, li bajarê Dirbêsiyê saet 11.00’an, li bajarê Kobanê saet 12.30’an, li bajarê Amûdê saet 14.00’an, li bajarê Hesekê saet 16.00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Partiya Yekitiya Kurd (PYD), li pêş Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya Qamişloyê bi çalakiyekê piştgiriyê dide gelê Başûrê Kurdistanê, saet 14.00’an, her wiha xelkê bajarê Kobanê bi heman mijarê meşekê ji Qada Jina Azad ve li dar dixe, saet 14.30’an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Partiyên siyasî yên Kurd li bajarê Qamişloyê civînekê li dar dixin, bûyerên li Başûrê Kurdistanê nîqaş dikin û helwestên xwe nîşan didin, saet 11.00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN)