Rojnamegeriya Jinên Kurd û mîrateya berxwedanê

Pêşketina heyî ya di qada rojnamegeriya jinan de ji valahiyekê nehat, lê belê berhema mîrateyeke têkoşînê ya jinên pêşeng mîna Gurbetellî Eroz e û bi sedan rojnamevanên ku li ser rêya wê pênûsa azad veguherandin amûrên berxwedan û zanînê.

Rojnamegeriya Jinên Kurd û mîrateya berxwedanê
Rojnamegeriya Jinên Kurd û mîrateya berxwedanê
Rojnamegeriya Jinên Kurd û mîrateya berxwedanê
Rojnamegeriya Jinên Kurd û mîrateya berxwedanê
Rojnamegeriya Jinên Kurd û mîrateya berxwedanê
Rojnamegeriya Jinên Kurd û mîrateya berxwedanê
Rojnamegeriya Jinên Kurd û mîrateya berxwedanê
Rojnamegeriya Jinên Kurd û mîrateya berxwedanê
Rojnamegeriya Jinên Kurd û mîrateya berxwedanê
Rojnamegeriya Jinên Kurd û mîrateya berxwedanê
Rojnamegeriya Jinên Kurd û mîrateya berxwedanê
Rojnamegeriya Jinên Kurd û mîrateya berxwedanê
7 cotmeh, 2026   07:50
QAMIŞLO
BERFÎN ROJ

Di Konferansa 2ˊyemîn a Ragihandina Azad a Jinan (RAJIN) de ku 7‘ê Cotmeha 2013‘an hat lidarxistin anku di salvegera şehadeta rojnameger Gurbetellî Ersoz (2003) 7‘ê Cotmehê wekî Roja Rojnamegeriya Jinên Kurd hat ragihandin

Dema em behsa jinên li Kurdistanê bi giştî û li Rojavayê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybetî dikin, ne mimkûn e ku têkoşîna wê ji şert û mercên şer, şoreş û komkujiyên ku rasterast bandor li ser wan kirine were veqetandin. Ev şert û merc bûn sedema ku jin di tevahî qadên jiyanê de, di serî de di qada ragihandinê de bibin pêşeng.

Jinên Kurd di destpêka salên 1980’an de anku bi destpêka Tevgera Rizgariya Kurdistanê re, gavên xwe yên yekem di warê çapemeniyê de avêtin. Têkoşer pêşenga jinan Sakîne Cansiz da ser xeta Gurbetellî Ersoz û bi vê yekê re rê veguherî rêbazeke çapemeniyê ya jinan.

Ramanên Rêber Abdullah Ocalan û lêkolênên wî yên der barê jinan de wêneya teqlîdî ya li ser jinan hatibû ferzkirin da guhertin. Ev lêkolîn û raman di qada çapemeniyê de bûn çavkaniyên sereke.

Ji ber vê yekê, ya ku çapemeniya jinên Kurd balkêş dike ew e ku ew tenê ne wekî rûyek li ser ekranê xuya nebû, lê di sazkirina siyaseta edîtoriyê de xwedî biryarê bû. Jinên rojnamevan perdeya bêdengiyê li hemberî tundî û îstismarkirina jinan rakir û çapemeniyeke alternatîf ava kir ku dozên jinan bi kûrahî û berpirsiyarî lêkolîn dike û çareser dike.

Tevî zehmetiyan jî çapamemiya Kurd meşa xwe bi biryardarî domand û bi Tevgera Azadiya Kurdistanê re ya ku çapemeniyeke azad afirand rewneqa wê zêdetir bûn. Di girtîgehan de dengê  yekemîn ê heqîqetê di sala 1982‘an de ji aliyê damezrînerê çapemeniya azad Mazlûm Dogan ve qêriya, bi vê yekê çapemeniya azad bû yek jî stûnên têkoşîna hebûn û azadiyê.

GURBETELLÎ ERSOZ SEMBOLA ROJNAMEGERIYA ŞOREŞGERÎ

Gurbetellî Ersoz sala 1965’an de li navçeya Palu ya bajarê Xarpetê (Elezîz) ê Bakurê Kurdistanê jidayik bûye. Di temenekî biçûk de pirsgirêkên welatê xwe û jinan têgihişt, ji ber vê yekê rojnamegerî hilbijart da ku dîroka ku pergalan hewl dida wê îhma bikin, ji nû ve binivîsîne.  Destpêkê di kovara 'Hedef' de kar dike. Dema ku xebatên rojnamgeriyê dimeşîne tê girtin û 2 salan li girtîgehê tê girtin. Piştî tê berdan carek din karê rojnamegeriyê berdewam dike û dibe yekemîn gerînendeya giştî ya rojnameyekê li Kurdistanê û Tirkiyeyê. Piştre tev li refên gerîla dibe, li milekî pênûs û li milê din jî çek têkoşîn kir. Di wê baweriyê de bû ku hêza gotinê jî mîna hêza çekê ye.

Gurbetellî Ersoz di sala 1997‘àn de şehîd dibe, lê wekî stûna têkoşîna rojnamegeriya azad li hemberî feraseta baviksalar dimîne.

Di salvegera 16‘emîn a şehadeta Gurbetellî Ersoz an ku 7‘ê Cotmeha 2013‘an Koordînasyona Ragihandina Jinan (RAJIN) hat avakirin û  her sal wekî Roja Rojnamegeriya Jinên Kurd tê pîrozkirin.

JI GURBETELLIYAN HEYA CÎHAN BÎLGÎN

Li ser şopa Gurbetellî, gelek rojnamevan wekî Deniz Firat li Mexmûrê, Nûjiyan Arhan li Şengalê, Şîlan Aras li Rojhilatê Kurdistanê, Axîn, Avrîn û Roza li Çiyayê Kurdistanê, Gulîstan Tara û Hêro Behaddîn li Başûrê Kurdistanê heqîqet bi xwîna xwe nivîsandin.

Bi destpêka Şoreşa Rojava (19 Tîrmeh 2012) re  gavên mezin di qada ragihandinê de hatin avêtin. Di vê çarçoveyê de  Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA), Ronahî TV, Rojnameya Ronahî, Kovara Dengê Jiyanê, Kovara Asoya Jin, JINNEWS û JIN TV hatin avakirin.

Di navbera 25-29‘ê Îlona 2013‘an de Konferansa Duyemîn a Ragihandina Jinan hat lidarxistin. Di konferansê de avabûna Yekitiya Ragihandina Jinên Kurdistanê hat ragihandin.

Bi zêdebûna tevlêbûna jinan a di qada rojnamegeriyê de, di 30‘ê Nîsana 2014‘an de
Konferansa Jinên Rojnamevan li Qamişloyê hat lidarxistin. Di 30‘ê Hezîrana 2020‘î de Yekitiya Ragihandina Jin (YRJ) hat ragihandin. Di rêya ragihandina heqîqetê de jinên rojnamevan wekî Agirî Yilmaz, Dîlan Olmaz, Eylûl Nûlhat, Rohenda Efrîn, Arîn Cûdî, Şîlan Botan, Dilovan Gever, Dilîşan Îbiş û Cîhan Bîlgîn şehîd bûn.

Ji berxwedana Serêkaniyê ya li hemberî çeteyên Cebhet El Nusra, heya berxwedana Kobanê û pêngavên rizgarkirina Minbic, Tebqa, Reqa û Dêrazorê yên li hemberî çeteyên DAIŞ‘ê, ji êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk ên li ser Efrîn û Serêkaniyê, heya êrişên komên girêdayî hikumeta veguhêz ên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, ragihandina şer bi saya jinên rojnamevan pêş ket.

PEYAMA ROJNAMEGERIYÊ

Rojnamegeriya jinan, ragihandina agahiyekê nîn e, lê di nava xwe de peyameke exlaqî û mirovî hildigire ku li hemberî dagirkerî, cudekarî û dezenformasyonê şer dike û bi bîra jinan zimanê heqîqetê ji nû ve ava dike.

ÊRIŞÊN SÎSTEMATÎK

Hêzên kapîtalist bi armanca bêdengkirina dengê heqîqetê, di serî de jinên rojnamevan dikin hedef. Li Tirkiyeyê dewlet zext û êrişan li ser jinên rojnamevan dikin û bi tawana ku siyasetên dewletê teşhîr dikin gelek rojnamevanên jin hatin girtin. Her wiha saziyên wan gelek caran hatin girtin. Mînak Ajansa Nûçeyan a Jinan (JINHA) piştî hat girtin xebata xwe bi navê ŞÛJIN berdewam kir, piştî ŞÛJIN girtin xebata xwe bi navê JINNEWS‘ê didomîne.

Tevî vê yekê, îro ragihandina azad a jinan berpirsiyariyeke dîrokî hildigire ser xwe ku bingeha şoreşa jinan biparêze û nirxên aştî û edaletê bisepîne. Gotina azad bingeha avakirina civakeke demokratîk a li ser bingeha naskirin û rûmetê ye.

Roja Ragihandinê ya Jinên Kurd şahida veguherînek kûr a dîrokî ye û rojnamevanên jin bûne sembolên guhertin û berxwedanê.

(bb)

ANHA