Aldar Xelîl: Divê 2021 bibe sala rizgarkirina herêmên dagirkirî û sala azadî û îstiqrarê

Interview with NAVENDA NÛÇEYAN- EKREM BEREKAT

Aldar Xelîl bang li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku hevgirtî bin û bi hev re ji bo pêşxistina Rêveberiya Xweser û derbaskirina şaşî û kêmasiyan kar bikin. Her wiha banga bilindkirina têkoşînê ji bo rizgarkirina herêmên dagirkirî kir û sersala nû li hemû gelên herêmê pîroz kir.  

Têkildarî rûdan û pêşketinên li Sûriyê bi giştî û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên di 2020`an de, ANHA’yê bi endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl re hevpeyvînek çêkir.

Naveroka hevpeyvînê wiha ye:

Sala 2020 li cîhanê û li Rojhilata Navîn bi qeyraneke mezin derbas bû, şerên germ û qeyranên siyasî, borî  û civakî rû dan, herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê saleke çawa li şûna xwe hiştin?

Sala 2020`an giran û dijwar derbas bû, ji bo tevahî gelên Sûriyê û bi taybet ji bo gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Di vê salê de, wek encamek ji encamên şerê qirêjî û pirsgirêkên giştî yên sîstema cîhanê, bandora xwe li herêma Rojhilata Navîn jî kir. Jixwe ev 10 sal e di nava Sûriyê de aloziyeke mezin heye, ji ber wê ev sal pir giran di ser gelên herêmê re derbas bû. Li Lubnanê pirsgirêk mezin bû, li Iraqê û li parçeyên din ên Kurdistanê û li Yemenê, li Tûnisê, li Lîbyayê, li Deryaya Spî, li Ermenistan û Azerbêcanê alozî mezin bûn.

Bi giştî herêm di nava aloziyan de bû, lê Bakur û Rojhilatê Sûriyê hinek taybetmendiyên wê yên cuda hebûn. Ev herêm beşeke ji Sûriyê ye, li Sûriyê aloziyeke demdirêj dewam dike. Di sala 2020`an de çareserî bi pêş neket û tu nîşanên ku çareserî dê bi pêş bikeve jî, diyar nebûn. Her wiha hebûna komên çekdar û rewşa dagirkeriyê alozî girantir û dijwartir kir. Ji bo gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê sala 2020`an bi dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî dest pê kir, anku parçeyekî din ji welatê me hate dagirkirin, beriya wê jî bi du salan Efrîn hate dagirkirin. Ev tê wateya ku hîna alozî mezintir bibe û herêm di rewşeke aloz re derbas bibe. Li aliyekî din li tevahiya cîhanê pirgirêka tenduristiyê ya girêdayî koronayê hebû, herêmên me jî ev êş kişdand, ne tenê di hêla tenduristiyê de, lê belê di hemû hêlên jiyanê de bandor li herêmên me kir.

Tevî hemû êrişan û astengiyan jî lê çavdêr vê herêmê wek serkeftî dinirxînin, di hêla aramiya civakî, aborî û aliyên din ên jiyanê de. Di nêrîna we de paşxane û sedemên vê yekê çi ne?

Êrişên li ser hermên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tên, li tu deverên din pêk nehatin. Niha yek ser dewleta Tirk êriş dike, beriya wê DAIŞ bû, Cebhet El-Nusra bû, komên çete bûn. Beriya wê rejîm desthilatdar bû, lê ya herî giran ev dagirkeriya Tirkiyê ye, lê dîsa li vê herêmê avakirin heye, li herêmên din xerabûn heye, li herêmên me pêşketin û avakirin hene. Di sîstema civakî de, di aliyê hişmendî de, di aliyê bîrewerî de, di hêla perwerdeyê de, di hêla rêvebirinê, sîstema parastinê, anku şoreşeke xwe nû ava dike, heye. Li herêmên din ên Sûriyê rewş ne wiha ye, hin dever rejîm lê desthilat e, jixwe rastiya rejîmê diyar e. Herêmên din jî di destê çeteyan û dewleta Tirkiyê de ne. Ew çete ne xwediyê çandeke demokratîk in, ne xwediyê îradeya xwe ne, di destê hêzên derve û Tirkiyê de ne, nikarin herêmên xwe bi awayekî ku îradeya civaka wan bi pêş bikeve, yan jî aramiyê pêk bînin. Lê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê sîstema Xweseriya Demokratîk heye, ev sîstem xwe dispêre fikra neteweya demokratîk, di neteweya demokratîk de hemû pêkhate dikarin bi hev re bijîn. Her wiha di mijara mêr û jinan de jî, sîstemeke civakî ya azad û demokratîk tê avakirin. Ev tişt dihêlin ku ev herêm tevî hemû fişar û êrişan bikare van zehmetiyan derbas bike û berê xwe bide pêşketinê, di demekê de ku li herêmên din paşketin çêdibe.

Di sala 2020`an de êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam kirin. Di hêla berxwedana gel de, di nava vê salê de hûn dikarin tabloyeke çawa nîşan bidin?

Gelê me ji sala 2011`an de di nava berxwedanê de bû, taybetmendiyeke vê berxwedanê ya cuda jî heye ku hemû pêkhate bi hev re berxwedanê dikin. Ne tenê Kurd, lê belê Kurd, Ereb, Suryan, hemû bi hev re vê berxwedanê didin nîşandan. Dewleta Tirk destwerdana gelek herêmên din kir, li Lîbya, Azerbêcan, Ermenistan, Somalî û Keşmîrê. Li wan herêman tu bexwedaneke berbiçav derneket, lê li vir rewş cuda ye, tevî ku dewleta Tirk di aliyê erdnîgarî de hin herêm dagir kirin jî lê gelên herêmê îradeya xwe neda destê Tirkiyê û nehişt planên wê biçin serî. Tirkiyê dixwast Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi tevahî bixe destê xwe, niha di van kêliyan de jî li Eyn Îsa û li gundên derdorê şer û pevçûn hene, êrişên Tirkiyê ranewestiyane, lê berxwedana gelên herêmê hişt ku ev plan têk biçin.

Hin derdorên ku xwe wek opozîsyon bi nav dikin, hûn helwestên wan, projeyên wan ên ji bo çareseriya pirsgirêka Sûriyê, di pêvajoya sala 2020`an de çawa dinirxînin?

Van koman, bi taybet di sala 2020`an de rastiya xwe ji cîhanê tevahî re eşkere kir. Di salên berê de, yekî ji nêz ve ew kom nas nekirana, nedikarî ew binirxandana, lê di 2020`an eşkere bû ku ev kom çete ne; bi pereyan têne bikaranîn, ne nûnerên şoreşekê ne. Berê carê di ragihandinê de navekî wilo li xwe dikirin, digotin em nûnerê şoreşa gelê Sûriyê ne, xuya kir ku hin aliyan, mîna Tirkiye û Qeterê pere dane wan da ku bibêjin em şoreşgerên vê deverê ne û erk dane wan. Di sala 2012`an de êrişî herêmên me jî kirin, lê ji ber berxwedanê nekarîn bigihêjin armancên xwe. Di salên 2018, 2019 û 2020`an de bi dewleta Tirk re dîsa êrişî herêmên me kirin, yên qaşo digotin em li dijî rejîmê ne, berê xwe da herêmên me, ji ber ku Erdogan û dewleta Tirk ji wan re digot berê xwe nedin Şamê, berê xwe bidin herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Taybetmendiya 2020`an çi ye ku êdî van koman berê bi nasnameya Sûriyê dikirin û rastiya xwe veşart, lê dema li ser daxwaza Tirkiyê berê xwe da Lîbya û Qerebaxê û deverê din, êdî her kesî dît ku ew çete ne, bi pereyan kar dikin, ne wekî xwe diyar dikin ku xwediyê şoreşekê ne û dixwazin guhertineke demokratîk di welatê xwe de çêkin.

Armanca Erdogan çi bû ku berê van koman da herêmên me û nehişt ew herin Şamê?

Derdê Erdogan ne ew e ku Sûriye demokratîk bibe û sîstema dîktatoriyê bê guhertin, berovajî wê, derdê wî ew e ku eger dendikeke demokrasiyê jî hebe, şerê wê bike û nehêle pêk bê. Ji bo Erdogan ne pirsgirêk e eger Beşar El-Esed ser desthilatê bimîne, tu zirar li wî nabe, ji ber ku sîstema demokratîk çênabe. Lê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ev rêveberî bi pêş bikeve, tê wateya ku sîstema demokratîk çêdibe, Erdogan vê qebûl nake. Ji ber vê van koman bi kar tîne. Du armancên wî hene; yek jê dê sîstema demokratîk têk bibe, ya duyem jî dê bi navê van koman axa Sûriyê dagir bike û tev li axa Tirkiyê bike.

Di sala 2020`an de ji bo çereseriya Sûriyê pir civînên navdewletî hatin lidarxistin, her wiha civînên der barê makezagona Sûriyê de, lê hûn beşdarî van civînan nebûn. Hûn van civînan çawa dinirxînin?

Wekî tê zanîn hîn di destpêkê de biryara Neteweyên Yekbûyî derket, biryara 2254’n a der barê çareseriya aloziya Sûriyê de, nûnerê Neteweyên Yekbûyî (NY) hate erkdarkirin ku aliyên bibandor di dosyaya Sûriyê de, tevan bîne gel hev û ji bo çareseriyê projeyekê çêke.  Lê şoreşa Sûriyê dikeva sala xwe ya dehemîn û tiştek nehat pêkanîn, çima? Ji ber sê sideman; yek opozîsyona li Sûriyê ne opozîsyoneke sûrî ye, wekî komên girêdayî Tirkiye û Qeterê di hundirê Sûriyê de bi navê Sûriyê tev digerin, tu projeyeke wan a demokratîk tune ye. Ya duyem ; rejîm jî ne cidî ye ji bo vê diyalogê pêk bîne. Ya sêyem; welat û hêzên bibandor li ser Sûriyê, niyeteke wan a çareseriyê tune ye, hîna biryar nedane ku çareserî pêk bê.

Berjewendiyên wan wisa dixwazin, her yek dixwaze li Sûriyê berjewendiyên xwe pêk bîne, hinek dixwazin hebûna xwe li herêmê çêkin, tu welatek ji wan guh nade êşa gelê Sûriyê û êşa Kurdan û gelên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, tu derdekî wan ê wiha tune ye. Derdê wan ew e ku alozî û pirsgirêk hebin, di bin vî navî de bêne herêmê û bi navê Sûriyê hebûna xwe li Rojhilata Navîn biçespînin. Mînak; di 2020’an de tu civîneke ku hêviyê bide, pêk nehat. Gotin em ê makezagona Sûriyê amade bikin, lê nikarîbûn dest bi gotûbêjan jî bikin. Kêmasiyeke sereke hebû, ew jî çi bû? Nûnerên gelên Sûriyê nexistin nava van hevdîtinan, ew kesên ku çûn ne nûnerên gelê Sûriyê bûn, nûnerên Tirkiye û Qeterê bûn, yên din jî nûnerên rejîmê bûn, lê nûnerên gelên Sûriyê ku pir hêzên demokratîk hene, kesayetên demoratîk hene, li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nûnerên gel hene, ev hemû beşdar nekirin, çima? Eger van beşdar bikin dê gavek bê avêtin, wexta ku me dît nûnerên projeya demokratîk beşdar kirin, wê çaxê em ê bizanin ku ev hêz dixwazin aloziyê çareser bikin.

Di vê derbarê de hûn helwesta hikumeta Şamê çawa dinirxînin? Dîplomasiya Rêveberiya Xweser bi Şamê re di çi astê de bû?

Em ji destpêkê de dibêjin divê em bi Şamê re diyalogê bikin û aloziyê çareser bikin, di 2020`an tevî hemû astengiyên rejîmê jî, ji ber cezayên Sezar, her wiha cezayên li dijî Îranê jî hiştin ku Îran nema bikare wekî berê alîkariya rejîmê bike, rewşa Lubnanê bandor li rejîmê kir, lê tevî wê jî gevek ber bi çareseriyê ve, ber bi diyalogê ve neavêt. Hin hewldan çêbûn, lê ew hewldan di encamê de dibûn sedem ku diyalog dest pê neke, tevî me daxwaz kir ku Rûs bibin navbeynkar.

Em bi hêvî ne ku di 2021`an de em bikarin diyalogê pêk bînin, rejîm rastiyê bibîne ku bi vî awayî nabe. Rejîm roj bi roj lawaz dibe, herêmên di bin desthilata rejîmê de di rewşeke pir dijwar de ne. Pêdiviya wê jî heye ku lihevhatinekê bi Rêveberiya Xweser re pêk bîne, bigihêjin çareseriyekê ku bibe gaveke sereke ji bo çareseriya pirsgirêka Sûriyê bi giştî.

Mijareke din ku di rojeva gelê Rojava de ye, mijara yekitiya hêzên kurdî bû, hûn pêvajoya van hevdîtinên di navbera aliyên kurdî de çawa dixwînin? Astengiyên derketin pêşiya we çi bûn?

Me dixwest ku di sala 2020`an de em bigihêjin lihevhatinekê, partiyên Kurd bêne gel hev û berî ku sal biqede tifaqa di navbera aliyên Kurd de gihaştibe asteke baş. Li ser vî esasî, piştî PYD`ê me wek Partiyên Yekitiya Nîştimanî bi hev re, li ser daxwaza fermandarê giştî yê QSD`ê her wiha bi navbeynkariya Amerîkayê, plan danîn ku bi ENKS`ê re hevdîtin çêbe û diyalog dest pê bikin û em bi hev re bighêjin lihevhatinekê. ENKS`ê ta niha li derveyî Rojava dima, bûbû endama Koalîsyonê, eniya ku cihê xwe tê de digirt ne eniya ku berjewendiyên gelê Rojava biparêze, berovajî wê, ew eniya ku hîna jî di nav de ye, ew bûn ku hatin Efrînê dagir kirin, her wiha Girê Spî û Serêkaniyê dagir kirin. Bi rastî em naxwazin ku partiyên Kurd di nava wê eniyê de hebin. Hevdîtin çend mehan dirêj kirin, hinek gav hatin avêtin ji bo damezirandina lêvegerke kurdî ya bilind, ta radeyekê li ser hinek xalan me li hev kir. Lê hinek xalên bipirsgirêk man. Ji wan xalan xala tevlêbûna nava rêveberiyê; wan dixwest nîvê rêveberiyê bibe para wan. Wekî din dixwestin peymana civakî bê guhertin. Jixwe di nava paymana civakî de pir xalên ku dihatin gotûbêjkirin hebûn, mîna mijara  perwerdeyê, mijara jinan û sîstema hevserokatiyê, şêweyê sîstemê û erka xweparastinê. Gotûbêjên der barê van mijaran de gihaştibûn astekê. Paşê bû dema hilbijartinên Amerîkayê û nûnerê Amerîkayê ji Rojava çû Washingtonê. Ji ber wê hevdîtin hatine rawestandin, em nizanin ka dê dîsa kengî dest pê bikin. Lê em dikarin bibêjin ku sala 2020’an bû sala hewldana pêşxistina yekitiya di navbera partiyên Kurd li Rojavayê Kurdistanê de, ji bo bibe bingeh ji pêşxistina projeya yekitiya neteweyî re.

Der barê van hevdîtinan de hin bertekên civaka Kurd çêbûn, bi taybet li dijî van xwestekên ENKS`ê. Her wiha li dijî serdana serkirdeyekî ENKS`ê bo Efrînê ku çû ser gora serçeteyekî, her wiha di wêneyan de xuya kir ku bi kujerê Hevrîn Xelef re civiyaye. Ev yek bû sedem ku hûn jî di nava civakê de bêne rexnekirin, hûn van bertekên gel çawa dinirxînin?

Di hevdîtinên me de pir caran ev mijar dihatin gotûbêjkirin, ev mijar ta niha jî di rojevê de ne û pêwîst e ku di demên pêş de bêne çareserkirin. Ew mijar çi ne; gelo ENKS qebûl dike ku ev herêm dagirkirî ne, qebûl dike ku hevkarên wê, Koalîsyon û dewleta Tirk hatine axa me dagir kirine? Yan jî qebûl dikin ku pêwîst e sibê ev herêm bêne rizgarkirin? Bi rastî di vê mijarê de hîna alozî heye, lê em naxwazin tiştên aloz bidin pêş. Em her tim li çareseriyê digerin, lê ev mijar rêgezên bingehîn in, mijarên hestyar in ji bo gelê me, malbatên şehîdan, bi taybet welatiyên ku ji Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê koçber bûne, gelê me vê hesabê ji me dipirse, gel dibêje; eger ev yekitî çêbû, hûn ê bi hev re bibêjin ev herêm hatine dagirkirin û pêwîst e rizgar bibin, biryareke we ya wiha heye yan na?

Lê ew mijara çûna Ebdela Gedo bo herêmên dagirkirî, mijareke pir dijwar e û nayê qebûlkirin. Ew partiyên ku dixwazin tev li rêveberiyê bibin, nîvê rêveberiyê ji xwe re bibin, lihevhatinê bi me re bikin û em ê bi hev re li hember dagirkeriyê helwest nîşan bidin. Lê di heman demê de nûnerê wan diçe ser gora serçeteyekî ku di dema êrişî ser herêmên me kiriye, hatiye kuştin, Fatîhayê dixwînê, yan jî bi kujerê şehîd Hevrîn Xelef re dicive. Em mijarê tenê wek kesê Gedo nabînin, Ebdela Gedo nûnerê pergalekê ye, nûnerê meclisekê ye, ev meclis pêwîst e ji bo vê mijarê helwestê nîşan bide.

Di dema hevdîtinên partiyên kurdî de, ENKS çû Tirkiyê, her wiha çû bi rayedarên PDK`ê re civiya. Li aliyekî din di dawiya salê de PDK`ê hêzên xwe li ser sînorên Rojava bi cih kirin, dîsa eşkere bi dewleta Tirk re tev digere û hêzên xwe birin herêmên gerîlayên PKK’ê. Li gorî van geşedanan hûn di asta giştî de yekitiya kurdî çawa dinirxînin?

Em ji aliyê xwe ve bi bawerî, bi hesteke welatparêz a neteweyî nêzîk dibin, em dibêjin pêwîst e hemû hêzên kurdî bêne gel hev, pêwîst e tu partiyeke Kurd di eniya dijmin de nemîne. Lê niha tiştê ku metirsiyê li ba gelê me û me jî çêdike ku ew alî bi dek û dolab û bi planên cuda tev bigerin. Mînak; em hatine li vir li hev bikin, tu çima her roj diçî Enqereyê û derên din, ma dewleta Tirk berjewendiya me dixwaze? Jixwe dewleta Tirk naxwaze yekitiya Kurdan çêbe. Ya din, eger bi rastî tu dixwazî yekitiyê pêk bînî, pêwîst e ev yekitî têkeve xizmeta yekitiya parçeyên din ên Kurdisantê jî. Lê dema ku em dibînin hêzên PKD`ê sînorên me digirin, her wiha alozî di navbera PDK û PKK`ê de derdikevin, dibe cihê metirsiyê li ba me. Gelo ev niyeta wan ne yekitî ye? Yan dixwazin çi bikin, dixwazin Rojava bixin çemberê yan dixwazin li Başûrê Kurdistanê êrişî girîlayan bikin û rêya di navbera Başûr û Rojava de bigirin? Wê çaxê niyetên nebaş diyar dibin, ev jî nayê qebûlkirin û dê bibe sedem ku gavên erênî yên me avêtin, negihêjin encamekê, yan jî encamên neyînî jê derkevin. Tişta ku li Hewlêrê çêbe, yan li Silêmaniyê; li Amedê, li Qendîlê, li Efrînê bi hev dû ve girêdayî ye, ne cuda ye. Nabe em bibêjin em li vir lihevhatinê dikin, ew jî hêzên xwe bînin û me bixin çemberê. Lewma em dibêjin vîna Kurdan yek e, pêwîst e gavên yekitiyê ku bêne avêtin, rê vekin ku yekitî li parçeyên din ên Kudistanê jî çêbe.

Di demên dawiyê de Mesrûr Barzanî wek serokwezîrê herêma Başûrê Kurdistanê, ji Amerîkayê xwest ku alîkariyê nede QSD`ê, hûn vê helwestê çawa dibînin?

Hêviyên me ji birêz Mesrûr ne ev bûn. Divê bi berpirsyarî nêzîk bibûya, li şûna ku bibin alîkar, helwestên erênî nîşan bidin, li şûna ku têkiliyên wan bi welatan re bibe sedema alîkarî û piştgiriya Rojava, herin daxuyaniyan bidin û bixwazin ku alîkariyê nedin wan hêzên ku rûmeta Kurdan û ya cîhanê parast û metirsiya herî mezin li ser mirovahiyê tune kir, anku hêzên YPG`ê û YPJ`ê û Rêveberiya Xweser û tu bixwaze wan bixî tegaviyê. Ev helwest nabe yek bi rastiya helwesta neteweyî re ku pêwîst e kesayeteke mîna birêz Mesrûr xwedî lê derketa.

Di sala 2020`an de mijara Şengalê kete rojevê, di navbera hikumeta Başûrê Kurdistanê û ya Iraqê de der barê Şengalê de hevpeyman hate îmzekirin, her wiha rola Tirkiyê di vê mijarê de çi ye? Weke rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê helwesta we li hember vê peymanê çi ye?

Çi tişên li vê herêmê pêk tên, destê dewleta Tirk tê de heye, ya herî baş ew e ku tu hêza Kurdistanê nebe amûrê di destê dewleta Tirk de, bi hêza xwe ya azad tev bigerî. Şengalê êşeke pir mezin dît, gelê me yê êzîdî koçber bû. Li şûna ku hewl bidin ka çawa ji nû ve Şengalê ava bikin, gelê wê xwe çawa bi rê ve bibe û aramiyê bixin nava wê civakê, li şûna wê li ser daxwaza Tirkiyê çûn peyman bi hikumeta Iraqê re îmze kirin û ji Bexdayê re gotin were vir. Derdê wan ew bû ku rêveberiya xweser a li wir hatiye avakirin, hilweşînin. Lê plana Tirkiyê ne tenê ew bû, Tirkiye plan dike Rojava bixe çemberê, bifetisîne. Divê hêzên Başûr, yan jî em bibêjin PDK an jî beşek ji PDK`ê, bi vî awayî tev negerîba. Vê tevgera wan dema 1996`an anî bîra me, dema bang li artêşa Sedam kirin û hatin Hewlêr ji destê YNK`ê derxistin. Niha tu hatî bi vî awayî Şengalê ji gelê Şengalê bistînî? Gelê Şengalê xwe bi xwe, xwe bi rê ve dibe. Ew gelê wê deverê ne. Dibe ku tu bi wan re li ser pir tiştan li hev nekî, lê dîsa cikava wê deverê dikarîbû xwe bi rêxistin bikira, PDK`ê jî dikaribû xwe bi rêxistin bike, hilbijartinan pêk bîne, dikaribû bi şêwazekî navxweyî çareser bikira. Ev planeke dewleta Tirk e, divê PDK helwesta xwe biguhere û gavekê bi paş de biavêje û ji vê siyasetê vegere.

Ji bo sala 2021’an hêvî û armancên we çi ne?

Sala 2020’an pir dijwar derbas bû, hêviyên me ew in ku sala 2021’an bibe sala azadî û rizgariyê , bi taybet ji bo herêmên dagirkirî wekî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî, ev herêm pêwîst e rizgar bibin, pêwîst e em hemû hêza xwe ya civakî bi rêxistin bikin, xebata xwe bigihînin asta herî bilind ku rizgarkirina van herêman dereng nemîne. Rizgarkirin pir dereng ma, gelê me pir diêşe, koçber bûye, di kampan de di nava zehmetiyan de dijî. Erka me jî ew e ku em rizgar bikin. Banga min ji bo tevayî gelê me, em dest bidin hev, xebata xwe kûr û mezin bikin ji bo ku em van herêman rizgar bikin.

Wekî din girîng e em sala 2021`an ji bo çareseriyê û diyaloga bi Şamê re baş bixebitin, em hemû derfetan bi kar bînin da ku em çareseriyekî bi pêş bixin.  Her wiha ji bo pêşxistina rêveberiya heyî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xebatên sererastkirin, pêşxistin û xizmeta gel, em bi hev re bixebitin da ku kêmasiyên sala berê derbas bikin. Em bi hev re nimûneyeke demokratîk û pêşketîtir diyarî gelê xwe û tevahiya herêmê bikin.

Li ser vî esasî ez sersala tevhiya gelê me yê welatparêz û bi taybet malbatên şehîdan û hemû kesên ku di nava vê berxwedanê de cih digirin, pîroz dikim û hêvî dikim ku sala 2021`an bibe sala azadî û aramiyê.

(k)