Carles Puigdemont: Abudullah Ocalan di rewşeke dijwar de ye

Interview with Carles Puigdemont

Serokê berê yê herêma Katalonyayê Carles Puigdemont  tecrîda ku dewleta Tirk li ser rêber Abdullah Ocalan ferz dike, rexne kir û got: “Birêz Ocalan di rewşeke pir dijwar de heye."Her wiha Puigdemont  pesna têkoşîna Kurdan da bi taybet li Rojava.

Serokê berê yê Katalonyayê Carles Puigdemont ku hikumeta wî ji ber referandomeke ji bo diyarkirina çarenûsê û serxwebûna ji Spanyayê di 1`ê Cotmeha 2017`an de bi rêxistin kir, ew sirgun kir, piştgiriya şoreşa Rojava dike û der barê rewşa herêmê de xwedî nêrîn û analîzeke taybet e.

Piştî referandomê, hikumeta Spanyayê dest bi darizandina gelek siyasetmedar û parlamenterên katalonî kir û wan bi derxistina fitneyê tawanbar kir. Her wiha hikumeta Spanyayê serokê hikumetê yê wê demê Puigdemont, tawanbar kir û ew jî ji wê demê ve ji bo ku neyê girtin ji Katalonyayê derket.

Ji ajansa me ya li Qamişloyê me hevpeyvînek bi Carles Puigdemont re ku li paytexta Balcîkayê Brokselê dimîne der barê şoreşa Rojava û siyasetên dewleta Tirk û Ewropayê li hemberî rêber Abdullah Ocalan û Kurdan de çêkir.

Hevpeyvîn wiha ye:

Têkiliyên di navbera gelên Kurd û Katalonî çi ne?

Em pê dihesin ku em di heman cengê de bira ne. Gelên me bi heman astengiyan re rû bi rû mane. Dewleta netewperest û împeratorî, pirrengî wekî tiştekî xirab û gefek li dijî hêza xwe dibîne. Şoreşa li Rojava ji bo me û Katalonyayê cihê îlhamê ye. Her tişta li Kurdistanê çêdibe jêdera îlhamê ye. Nexasim berxwedana ku ji herêmeke wisa cezakirî tê meşandin.

Gelo dibe ku nimuneya Katalonyayê rolek di çareserkirina pirsgirêka kurdî de bilîze?

Bi baweriya min, em dikarin alîkariya hev bikin. Di her du tecrubeyan de pêkhateyên sûdewar ji bo her du aliyan û girêdana çarenûsê bi projeya civak û welêt ve hene. Di wê baweriyê de me ku rêxistinkirina ji jêr ber bi jor ve ne berovajî wê, tiştên hevbeş in û dibe ku alîkariya me bike. Ji bo nakokiyan ew çareseriyek demokratîk e. Xuya dibe ku rêyek hêdî ye, lê ya herî bi ewle ye. Têkiliyên Spanyayê bi Tirkiyê re gelek xurt in. Di heman demê de, Tirkiyê ji ber tevgerên xwe li Parlamentoya Ewropayê tê rexnekirin.

Di navbera rejîma Spanyayê û rejîmên li dora Rojava û Kurdistanê bi giştî de, gelek cudahî hene, lê hinek tiştên wekhev jî hene. Mînak ji aliyekî ve xwezaya hêza hegemon û ji aliyekî din ve neqebûlkirina hev dû, hewldana ferzkirina ziman, çand û siyasetekê li ser neteweyeke cuda heye. Ev yek ji taybetmendiyên dewletên netewperest û împeratoriyên mezin e. Di firehkirina qada xwe de her tim xwe dispêre hegemoniyê. Ji bo min, divê bingeha hêzê, diyalog û pabendî be.

Nêrîna we der barê konfedraliya demokratîk çi ye, gelo pêkane li herêmên din ên cîhanê pêk were?

Ez bawer dikim ku divê her herêmek rêbaza siyaseta herî guncew ji xwe re bibîne. Pergala konfedraliya demokratîk li Rojava bi ser ket. Bi baweriya min, dibe ku ji kesên din re bibe ders. Divê em di ber çavan re derbas bikin ku serkeftina wê nayê wateya ku li cihekî din biserkeve. Her pergalek demokratîk û siyasî li ser bingeha xurtkirina welatiyan û tevlêkirina wan di xebatên siyasî de ava dibe. Ev rê rast e û nûjenkirina demokratiyê ye. Demokratiya hevbeş bi xwe derfeteke rasteqîn e û pêwîstiyeke. Tirs ji mîna van nimuneya heye.

Hûn çawa li tecîrda li ser rêber Abdullah Ocalan dinêrin?

Binpêkirineke diyar ji mafên mirovan re heye. Tu tedbîrên çalak li dijî van sûcên hovane yên ji mafên mirovan re tune ye ku dewleta Tirk pêk tîne. Ev sûc, hevkariya hinek hêzên rojavayî bi dewleta Tirk şîrove dike. Sûca herî dawîn ku dewleta Tirk pêk aniye jî, kuştina her sê têkoşerên jin li Parisê ye. Zanabûnek li hemberî van sûcên ku li dijî gelê Kurd ji aliyê dewleta Tirk ve tên kirin, heye ku her ku diçe zêdetir dibe. Çewisandina parêzeran û siyasetmedaran gelek şerm e. Her car bala min dikişîne ku şermezarkirin devkî zêde dibin. Lê ev têrê nake, lê di heman demê de nîşaneya girtina tedbîran e.

Di vê dawiyê de ronakbîr, siyasetmedar û rêxistinên hiqûqî li tevahiya cîhanê ji bo serbestberdana rêber Abdullah Ocalan pêngav dan destpkirin. Ev nîşaneya hêviyê ye. Ev soz gelek hêvî didin. Divê em mafên mirovan biparêzin. Dema ku rewşek mîna vê hebe, divê em wê biparêzin. Birêz Ocalan rewşek gelek dijwar dijî, rewşa wî ji sirgûnê xirabtir e. Ez bi azadiya ku qanûnên Ewropayê daye min dijîm û ji bo siyasetê ez di Parlamentoya Ewropayê de me. Ji bo ku bigihêjin dadgehên Ewropayê em dê karibin dengê xwe bidin wan.

Hûn bêdengiya li hemberî sûcên dewleta Tirk çawa dinirxînin?

Bêdengî, tê wateya ku ew hevkar in dewleta Tirk in. Ev pîvana dualî gelek şerm e û gendeliyek exlaqî ye. Ez gelek xemgîn im ku mîna vê yekê li Ewropayê pêk tê. Kî dibe bila bibe çi hevalbend an jî aliyek din destdirêjî destdirêjî ye û destavêtin destavêtin e. Divê em gelên ku rûmet û hebûna xwe diparêzin, biparêzin.

Ji nû ve şîrovekirina birêz Ocalan ji sosyalîzmê, kapîtalîzmê û dîrokê re bi giştî nimuneyek e li ser azadiyê û rola jinan ava dibe. Tirsa ji guhertinê metirsîdar e. Guhertinên sînoran her tim rû dane. Dê di pêşerojê de biqewimin. Pergal xwedî lê derdikeve. Lê di serdema 21`an de, li rex van guhertinên teknolojî, bandorek yekser li ser çawaniya birêvebirina hêzê çêdibe. Li Katalonyayê me hewl da vê yekê bikin. Ne di niyeta me de bû ku bi rêya guhertina al û nav Spanyayek biçûk ava bikin. Me hewl da komarek li gorî têgehên nû ava bikin û civakê ji nû ve birêxistin bikin. 

Peyama we ji bo gelê Kurd û gelê Rojava bi taybet çi ye?

Şerê xwe bidomînin, em we ji tevahiya aliyên cîhanê dişopînin. Em îlhamê ji we digirin. Li hemberî tu zextî serî netewînin. Em ji bo Rojava diêşin lê em ji bo Rojava jî xeyal dikin. Em beşek ji vê cengê ne.

(şx)

ANHA