Cemal Şêx Baqî: Li dijî kurdan komplo hene û PDK’ê bi komplogeran re ye

Interview with NAVENDA NÛÇEYAN-EKREM BERAKAT

Cemal Şêx Baqî da zanîn ku planeke mezin li dijî destkeftiyan kurdan hene, bi taybet jî li dijî Rojavayê Kurdistanê û her wiha sekna PDK’ê li gel komplogeran çewtiyeke dîrokî ye û wiha got: "Hin kes hewl didin bazariyê bi destkeftiyên Kurd bikin, mîna ku ev destkeftî milkên wan ên takakesî ne."

Der barê pêşveçûnên dawîn ên li herêmê bi giştî, Başûr û Rojavayê Kurdistanê bi taybet, ANHA’yê hevpeyvîneke bi Sekreterê Giştî yê Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê  PDK-S’ê Cemal Şêx Baqî re çêkir.

Şêx Baqî wiha got: "Planeke mezin li dijî Rojavayê Kurdistanê dimeşe, seriyê wê jî dewleta Tirk û Rûsyayê ne. Ew hewl didin fişarê li Rêveberiya Xweser bikin, da ku herêmê radestî hikumeta Şamê bikin. Li aliyekî din jî Îranê ji bo fişarê li Amerîkayê hevkarê wan e. Her wiha PDK’ê jî bûye bikirê dewleta Tirk a ku bi dehan baregehên îstîxbaratî li Başûrê Kurdistanê ava kirin."

Naveroka hevpeyvînê wiha ye:

Li herêmê pêşveçûnên bi lez çêbûn, bi taybet li Rojava û Başûrê Kurdistanê. bi wê re  PDK’ê hêzên xwe sewqî herêmên Parastinê yên Meydyayê kirin û êrişî HPG’ê kirin, jı wê zêdetir peymanek bi hikumeta Iraqê re îmze kir. Gelo hûn van bûyer û pêşdeçûnan çawa dinirxînin?

Kesên rewşê dişopînin, dê bizanin ku em di merheyelek nû re derbas dibin. Ji destpêka şoreşa Rojava ya di 19’ê Tîrmehê û heta niha de, rojekê jî bêyî planên dijmin ên Ii dijî herêmê derbas nebûne. Ew plan bi armanca têkbirina azadiya gelan û projeya demokrat a xwerêvebirinê û xebata ji bo demokratîbûna tevahî Sûriyê ye.

Destpêkê êrişî ne bi vî awayî xurt bûn. Dijmin tevahî rêbazên xwe ji bo çewisandina vîna gelê herêmê ji êrişên yekser, neykeser û şerê taybet bi kar anî. Ew êriş jî bi rêya wekîlên xwe yên mîna Cebhet El-Nusra, çeteyên DAIŞ’ê û qaşo Artêşa Azad pêk hatin. Lê piştî wekîl di têkbirina hêviyên vî gelî de bi bin ketin û berxwedana şêniyên herêmê ya li dijî terorê li tevahî cîhanê deng veda, Koalîsyona Navneteweyî piştevaniya herêmê kir û teror hat têkbirin.

Piştî têkbirina terorê li herêmê, xwediyên komplogeran bi şêweyekî yekser derbasî herêmê bûn, da ku projeya democrat têk bibin. Lê destpêkê dewleta Tirk a dagirker bajarên Cerablus û Bab dagir kirin. Piştre êrişên wan li dijî Efrînê pêk hatin, da ku herêmên Rojavayê Kurdistanê bi komployeke navneteweyî û herêmê qut bikin. Li aliyekî din jî êrişên li dijî Efrîn û dagirkirina wê, li ser paşxaneya bazariya dewleta Tirk û Rûsya, çavgirtina Amerîka û dewletên rojavayî û bêdengiya navneteweyî pêk hatin.

Piştî dewleta Tirk Efrîn, dagir kir, şêniyên herêmê bi israr û berxwedanê projeya xwe ya demokrat berdewam kir. Lê komploger bi israr bûn ku vê projeyê têk bibin. Ji lew re bi bazariyeke herî qirêj û beşdariya Amerîkayê ya bi rêya siyaseta Trump û Rûsya, dewleta Tirk êrişî bajarên Girê Spî û Serêkaniyê kir û dagir kirin. Bi wê re dagirker gihaşt berê deriyê navçeyên Eyn Îsa û Til Temirê. Lê bi paşxaneya êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê re, hevsengiyên hêz ên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin guhartin.

Hêzên Koalîsyona Navneteweyî li herêmê hebûn, lê piştî pêşdeçûnên li herêmê û dagirkirina dewleta Tirk a gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, hêzên Rûsyayê û hin hêzên hikumeta Şamê derbasî herêmên sînor bûn. Van pêşdeçûnan bandorek li me kir. Lê bi xurtbûn, israr û veîna bihêz em di projeya xwe ya demokrat de berdewam in û danûstandina bi awayekî aqilane bi rewşa heyî dikin.

Li piştî êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê û beriya êrişên li dijî Heftanîn a li Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava, herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbasî merheleyeke nû bûn.

We îşaret pê kir ku herêm piştî dagirkirina Girê Spî û Serêkaniyê derbasî merheleyeke nû bû, gelo merheleya nû çi ye?

Êdî rewşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di civînên navneteweyî de dihatin nîqaşkirin, li ser pêşeroja herêmê jî nîqaş çêdibûn. Nîqaş der barê çawaniya pêkanîna hevalbendên leşkerî ber bi hevalbendiyên siyasî, xebata li ser amadekirina zemînekî ji bo guhartinên siyasî, itîrafkirina siyasî bi projeya demokrat a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, pêk dihatin. Wê demê têkilî bi hikumeta Başûrê Kurdistanê re hat danîn, da ku têkiliyên hişk bên nermkirin. Li Rojava jî nêzbûneke di navbera hêzên Kurd ên ku 8 sal in di nava gel de dixebitin, her wiha têkilî bi hêzên li derve re çêbûn. Bi wê re fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî însiyatîfek dest pê kir û danûstandin di navera du aliyan de çêbûn. Her kes dizanin ku ev danûstandin kêfxweşiyeke di navbera gelê Kurd de çêkir û gelek pêngav hatin avêtin. Em dikarin bibêjin ku ev danûstandin gihaştin merheleya berî dawiyê.

Ev pêşdeçûn li kêrî dewleta Tirk, hin dewlet û hêzên herêmî nehatin, me ji nişkan ve hin rûdanên bilez li herêmê dîtin, tevahî jî bi hev ve girêdayî ne, ew jî li dijî nêrîn û projeya me ya demokrat bûn.

Di destpêkê de, danûstandinên kurdî-kurdî hatin astengkirin, bi wê re jî êrişên berfireh li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk hatin û komployeke li dijî Şengalê bi destê îstîxbarata dewleta Tirk bi rêya peymana hikumeta Iraq û hikumet PDK’ê hat lidarxistin. Ya herî xeternak jî, PDK’ê qaşo Pêşmergeyên Roj sewqî Herêmên Parastinê yên Medyayê kirin, da ku êrişî gerîla bikin. Ez dikarim bibêjim, ev çi zihiyet e ku PDK’ê pêk tîne. Gelo pêwîstiya PDK’ê bi van kesên ku hejmara wan 2 hezar an jî 3 hezar in, heye?

Bi nêrîna we, armanc ji şandina PDK’Ê ya Pêşmergeyên Roj li Herêmên Parastinê yên Medyayê çi ye?

Sewqîkirina PDK’ê ya Pêşmergeyên Roj li Herêmên Parastinê yên Medyayê, planeke xirabkirinê ya xeternak e û bandorên wê yekser li Rojava hene. Tevahî dizanin ku ciwanên ji Rojava di nava hêzên gerîlayan de ji deh salan hene, şer dikin. Lê heke çi pevçûnek çêbû, dê bira birayê xwe bikuje. Anku PDK’ê bi vê planê hewl dide tevliheviyekê li Rojava çêke.

Armanceke din jî ji sewqîkirina PDK’ê ya hêzên xwe li Herêmên Parastinê yên Medyayê, dorpêç û çemberkirina Tevgera Azadiya Kurdistanê ya ku kûrahiya têkoşîna şoreşgerî li Kurdistan û Rojava ye. Me xwest ku PDK’ê kûrahî û piştevanê me be. Lê belê ew wê yekê naxwaze.

Hembêza me ji çi hêzeke Kurdistanî re ku piştevaniya têkoşîn û projeya me dike, vekiriye. Her wiha YNK’ê di demeke berê de piştevaniya me kir, bi taybet di berxwedana Kobanê de, lê Tevgera Azadiya Kurdistanê kêliyekê jî xwe ji piştî piştgiriyê nedaye aliyekî.

Hûn daxuyaniyên dawîn ên hin fermandarên PDK’ê yên der barê YPG û QSD’ê de çawa dinirxînin?

Em zimanekî aqilane biaxivin, gelo dê 50 an jî 60 şervanên YPG’ê li Başûrê Kurdistanê çi bikin. Ev daxuyanî pir şerm in û nîşaneya amadekirina komployeke mezin e. Ev yek jî di daxuyaniyên serokê hikumetê Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî de hatin eşkerekirin. Ji ber Mesrûr Barzanî ji Amerîka xwestibû ku pêwîst e tu piştevaniya QSD’ê nekî. Ev çi zihniyet e?

Ma tê aqilan ku kurdek bixwaze piştevaniyê ji birayê xwe yê kurd re neyê kirin û ev kurd jî li dijî dijmin parastina xwe dike û tê dikoşe...!

Bi wê re tê destnîşankirin ku, planeke mezin li dijî Rojava ku seriyê wê dewleta Tirk û Rûsya ye heye. Da ku fişarê li Rêveberiya Xweser bikin û herêmê radestî hikumeta Şamê bikin. Li aliyekî jî destê Îranê jî tê de heye ku fişar li Amerîka were kirin. Her wiha PDK’ê jî desteka dewleta Tirk dike ku wê jî bi dehan baregehên xwe yên îstîxbaratî li Başûrê Kurdistanê ava kirine.

We got ku komployek li dijî gelê Kurd tê gerandin û PDK’ê li aliyê komplogeran e, gelo bi nêrîna we xeteriyên vê li ser gelê Kurd çi ne?

Sekna PDK’ê li gel dijmin xeteriyeke mezin li ser gelê Kurd e. Ev çewtiyeke dîrokî ye ku PDK’ê pêk tîne. Em baş dizanin ku hin kesayet di PDK’ê de hene ku bi kiryarên wê ne qebûl in û bi hêvî me ku aqilmendên PDK’ê piştevaniya partiyê ji van planan re rawestînin.

Em ji aqilmendên di PDK’ê de hêvîdar in ku guh bidin dengê gelê Kurd ê ku bê navber bang li zimanekî diyalogê û çareserkirina nakokiyan dike.

Divê aqilmendên di PDK’ê de baş bizanin ku sekna PDK’ê li gel komplogeran destkeftiyên Kurd li Başûr, Rojava û tevahî Kurdistanê dixe xeteriyê.

We got pêwîst e nakokî bi diyalogê çareser werin çareserkirin, ji demekê ve ye ku KNK’ê hewl dide zemînekî jı bo diyaloga di navbera PDK’ê û Tevgera Azadiya Kurdistanê de ava bike, her wiha gelek hevpeyvîn bi hêz û partiyên li Başûr pêk hatin û gelek caran peyman ji PDK’ê re şandın, lê PDK’ê bersiva tu peymanan nedan, gelo hûn van nêzîkatiyan çawa dinirxînin?

Mixabin ev nêzîkatî neyênî ne, li gorî zanîna min  KNK’ê peyam ji 3 aliyên PDK’ê re şandin, lê heta niha tu bersiv ji KNK’ê re nehatine. Ev jî nîşaneya israr PDK’ê ya berdewam planên xwe ye.

Ji lew re, yê niha ji partiyên li Başûrê Kurdistanê re tê xwestin ku, mîna YNK’ê û Goran, bi taybet partiyên di parlamentoyê, tev bigerin û ji PDK’ê re bibêjin ku êdî bes e û Başûrê Kurdistanê berpirsê tevahî hêz û partiyan e, çima hûn yekalî tev digerin û biryarên we yekalî ne?

Niha li pêş gelê Kurd ji bilî serhildanên li dijî siyasetên PDK’ê tişt nemaye. Niha li hin bajarên Başûrê Kurdistanê li dijî van siyasetên ku gelê Başûrê xizan kiriye rû didin. Ji ber wê şênî dibêjin em birçî ne û me mûçeyên xwe wernegirtine.

We eşkere kir ku gel li Başûr lı dijî siyasetên PDKê’ê serî hildaye, lê li vir dixwazim bêjim ku hin rêveberên PDK’ê idîa û angaşt kir ku şêniyên Rojava li pışt van serhilanan e, gelo hûn vê yekê çawa dibînin?

Ev daxuyanî badilhewa ne û tevahî dizanin ku ev ne cara yekemîn ku gelê Başûr li dijî rewşên wiha serî hildide,  ji gelek mehan ve gel daketiye kolanan û hejmarek ji xwepêşandêran jî hatin qetilkirin.

Helbet wê gel serî li hember aliyekî tevahî biryar û dewlemendiya Başûr xistiye destê xwe, hilde.

We li ser hebûna planeke mezin lı dıjî gel axivî û hin hûrgiliyên wê eşkere kirin, gelo bi nêrîna wê ji hêz, partî û gelê Kurd çi tê xwestin ku vê planê bi bin bixe?

Divê tevahî hêzên Kurd û Kurdistanî, rewşenbîr, nivîskar û kesayetên welatparêz helwest û dengê xwe bikin yek û li dijî şerê navxweyî ku sedemên wê çi dibin bila bibin, bisekinin.

Divê tevahî hêzên Kurd û Kurdistanî baş bizanin ku her destkeftiyeke Kurd li ku derê be, destketiya ji tevahî Kurd re ye û ne ji bo hêz an jî partiyekî ye. Parastina destkeftiyên li Rojava, erka tevahî Kurdistaniyan e û destkeftiyên li Başûrê jî parastina wê berpirsê me tevan e.

Mafê tu kesî nîne ku li ser çarenûsa gelê Kurd bazaran bike, niha hin hewl didin li ser destkeftiyên Kurd bazarê bikin, mîna ku ev destkeftî milkên wan ên takakesî ne.

Gotinên we yên dawîn çi ne?

Tişta dixwazim bibêjim, ew e ku me çawa li hember çeteyên Cebhet El-Nusra û alîgirên wê li Serêkaniyê di destpêkê de şer kir, her wiha me çawa DAIŞ’ê li Kobanê têk bir, herêmên xwe rizgar kirin û projeya demokrat ava kir û li gel tevahî kêmasiyan, her wiha me çawa hişt ku cîhan behsa Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike û li hember êrişên dewleta Tirk li ber xwe da, dê li hember tevahî planên bi armancên têkbirina destkeftiyên me jî li ber xwe bidin.

(fr)

ANHA