Çiya Kurd: Provokasyon encama hevkariya hikumeta Şamê û dewleta Tirk e

Interview with NAVENDA NÛÇEYAN

Bedran Çiya Kurd gefên dawîn ên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û derxistina aloziyan ji aliyê hikumeta Şamê ve wek encama plana hevkariyê  pênase kir û got:“Dixwazin ji çar aliyan ve li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrişan pêk bînin.”

Bedran Çiya Kurd da zanîn ku ji ber hişmendiya hikumeta Şamê tu dan û standinên wan tune ne, lê bi Rûsyayê re dan û standin hene û got: “Divê Rûsya bi erka xwe rabe, dawî li van provokasyonan bîne. Bi provokasyonan re hewl didin şerekî navxweyî di hundirê herêmê de bi pêş bixin.”

Çiya Kurd destnîşan kir ku lihevkirineke siyasî di çarçoveya destûra Sûriyê de dê dawî li van provokasyon û aloziyan bînê lê ger ev di derxistina aloziyan de bi îsrar pêk were, dê hêzên terorîst sûdê jê wergirin û got: “Ger hikumeta Şamê van provokasyonên xwe berdewam bike dê herêmên ku bi alîkariya Rûsyayê bi dest xistine jî, winda bike.”

Têkildarî aloziyên ku hikumeta Şamê li herêmên Rêvberiya Xweser  ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê derdixe, cîgirê hevserokatiya Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd bersiva pirsên me da.

Ev demek e di navbera Hêzên Ewlekariya Hundirîn û hêzên hikumeta Şamê de alozî rû didin. Sedema derketina van aloziyan çi ye?

Hikumeta Şamê di herêmên Rêveberiya Xweser de û li hember hemwelatiyên herêmê siyaset û helwestek gelek xirab dimeşîne. Ev demek e zextan li hemwelatiyan dike. Li zîndana Şamê bi dehan sivîl girtî ne. Li ser herêmên Şehba û Şêxmeqsûdê ev demek e dorpêça hikumeta Şamê heye. Nahêlin ku alîkariyên  mirovî ji bo gelê me yê koçber derbasî herêmê bibe. Her ku diçe gelek bacên giran li ser wan datîne û ji bo xwe vê dike wekî mijara bazirganiyê ku sûdê jê dibînê. Ev pirsgirêkeke gelekî cidî ye. Di herêmê de gelek pirsgirêkên cuda derdixin û provokasyonan dikin da alozî  çêbibin. Ev demek e ji bo ku gelan bînin beramberî hev û aramiya herêmê xirab bikin, planan li ser Rêveberiya Xweser pêk tînin. Bi van şêwazan dixwazin rêveberiyê têk bibin.  Hikumeta Şamê hebûna Rêveberiya Xweser, saziyên wê tu carî qebûl nake û her li hember wê xwedî hişmendiyeke redkirin û înkarê ye. Heya niha jî her tim bi zimanêkî dijber Rêveberiya Xweser wekî projeyeke parçebûnê û QSD’ê wekî hêzêke terorîst bi nav dike.  Ji sedema derketina van aloziyan, hikumeta Şamê li gelek cihan kes girtin. Her wiha Hêzên Ewlekariya Hundirîn jî gelek ji wan girtin. Bi vî şêwazî aloziyan rû dan, herî dawî jî li Hesekê gel bi darê zorê kom kirin û li şandin ser bendên kontrolê yên hêzên ewlekariyê. Armanc provokasyon e û hewl dide berê herêmê ber bi aloziyeke berfireh ve bibe.   

Li gorî agahiyên berdest; hikumeta Şamê hêzên xwe li herêmê zêde kirine. Nemaze hêzên girêdayî Îranê ên bi navê Tabûra Fatimiyûn jî zêde kirine. Dixwazin çi bikin?

Ji berê de hêzên wan li çargoşeya ewlekariyê û balafirgehê ne. Dibe ku hinek hêzên xwe anîbin û xistibin çargoşeya ewlekariyê. Wekî din jixwe hevalbendên wan wekî Rûs, Îran, Hizbullah li herêmên wan hene. Bi vî rengî hikumeta Şamê şêwazeke gelek xirab û provokasyonan çêdike. Agahî di destê me de jî hene ku ev demek e hikumeta Şamê hewl dide eşîrên Ereb bi rêxistin bike, şaneyên veşartî ava dike ku wan li dijî Rêveberiya Xweser û QSD’ê bi kar bîne. Gelek sûcên revandin û kuştinê di hundirê herêmê de bi destê kesên girêdayî îstixbarata Sûriyê pêk hatin.  Armanc jê ew bû ku di navbera Kurd û Ereban de provokasyonan çêkin û şerekî navxweyî di hundirê herêmê de bi pêş bixin. Ji bo wan armacên xwe jî xebatên pir aktîf dikin. Rayedarên hikumeta Şamê daxuyaniyên gelek aşkere didan û digotin “Rabin li dijî QSD’ê û Rêveberiya Xweser têkoşîn û berxwedanê bikin, em bi we re ne.”  Van gotinên xwe yên bi vî şêwazî li ser rûye erdê pêk tînin û rojane li herêmên ku nû rizgar bûne buyerên kuştinê pêk tînin. Gelek çeteyên ku li cem me girtî ne, destê wan di teqandinan de heye û girêdayî îstixbarata Sûriyê ne. Ew bi xwe van sûcên xwe îtîraf dikin.

Ev alozî bi taybet di demeke ku dewleta Tirk gefan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe de, diqewimin. Tu têkiliya wan her du mijaran bi hev re heye gelo? Armanca hikumeta Şamê çi ye?

Deshilata Şamê û ya dewleta Tirk a dagirker têkildar û hevkar in.  Ji milekî ve dewleta Tirk gefan dixwe ji milê din ve jî hikumeta Şamê van kiryaran pêk tîne.  Dixwazin ji çar aliyan ve êrişên xwe yên cur bi cur li ser van herêman bi pêş bixin. Erdogan dixwaze hevkariya xwe li gel Bexda û Îranê li dijî deskeftiyên gelê Kurd, Şengal û Rêveberiya Xweser jî çêbike.

Gelo gengaz e ku êrişên çekdarî yên berfireh ji aliyê hikumeta Şamê ve pêk werin?

Dibe ku hikumeta Şamê û hevalbendên wê rêbazên leşkerî pir nedin berçavan ku bi Rêveberiya Xweser re têkevin nava şerekî çekdarî. Lê hikumeta Şamê û îstixbaratên wê bi rêbazên fitne û aloziyan dixwazin herêmê têk bibin.  Ji bo wê Rêveberiya Xweser jî serwext û hişyar e ku wê tu carî rê nede wan kiryaran, bi çi şêwazî dibe bila bibe wê li hemberî wan di nava têkoşînê de be. Rêveberiya Xweser jî naxwaze tu rêbazên lêşkerî li dijî hikumeta Şamê bi pêş bikeve, lê ger êrişek çêbibe û bixwazin bi şêwazekî leşkerî aramiyê têk bibin, bêguman wê Rêveberiya Xweser parastina destkeftiyên xwe bike û xwedî lê derkeve. 

Piştî ku şêwirmendê MÎT’ê Hakan Fîdan çû Şamê ev bûyer pêk hatin?

Hikumeta Şamê ji berê de di hundirê herêmên me de sûcên bi vî rengî pêk tînin, lê di vê dema dawî de zêdetir bi pêş ketin. Siyaseta hikumeta Şamê wiha ye; ‘me herêmên din safî kirin, lê Rêveberiya Xweser maye, divê di wê herêmê de em aloziyan çêkin, pirsgirêkan derxin, zextê li ser rêveberiyê bikin ku em li wir serweriya xwe çêbikin.’ Ev demek e hevdîtin di navbera saziyên ewlehiyê yên dewleta Tirk û hikumeta Şamê de çêdibin. Gelek guftûgo di navbera her du aliyan de hene. Yek ji wan nîqaşan jî ew ku li hemberî Rêvberiya Xweser nêrîn û dîtinên xwe bikin yek û planên hevbeş bi pêş bixin. Di wêneyên heyî de; ji aliyekî ve dewleta Tirk a faşîst li ser Til Rifetê a herêma Şehbayê komkujiyan pêk tîne û li dijî herêma Eyn Îsayê êrişan pêk tîne da ku dagir bike û ji aliyekî din ve jî hikumeta Şamê heman siyaseta êrişkar pêk tîne Şehba, Heleb û Şêxmeqsûd xistiye dorpêçê û li herêmên xwe li dijî Rêveberiya Xweser kiryaran bi pêş dixe. Ev siyasetên hevbeş ên dewleta Tirk û hikumeta Şamê ne û hev temam dikin. Siyaseta dewleta Tirk a faşîst li dijî Rêveberiya Xweser siyasetek înkarê ye û bi hemû şêwazan pitgiriyê dide çeteyan ku vê projeyê têk bibin. Her wiha hikumeta Şamê jî dixwaze rêveberiyê li herêmê têk bibe.     

Dan û standinên we di derbarê aloziya di herêmên we de bi hikumeta Şamê yan jî bi Rûsyayê re hene gelo?

Tu dan û standinên me li gel hikumeta Şamê tune ne. Ji ber ku di vê derbarê de ne xwedî îrade û biryar e. Dan û standinên me li gel Rûsyayê hene. Yê ku navbeynkariyê dike û ji bo rewş hinek aram bibe Rûsya ye. Gelek caran hewldanên Rûsyayê hebûn ku ev pirsgirêk bên çareserkirin. Hinek girtî ji her du aliyan hatin berdan, lê hejmareke gelek kêm bû. Lê mixabin roja din dîsa hikumeta Şamê serî li  heman kiryaran da. Di vê rewşa heyî em rasterast Rûsyayê muxatab digirin. Têkiliyên me jî li gel aliyên Rûsî hene. Di vê derbarê de em bi hêvî ne Rûsya bi rola xwe rabe û rê nede ku çete û îstixbaratên girêdayî hikumeta Şamê  kiryarên wiha bikin.

Rêveberiya Xweser ji bo ku hikumeta Şamê ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê derkeve, tu hişyarî daye gelo?

Tu biryar û nêrînên me wekî Rêveberiya Xweser nîn in ku em bibêjin bila hikumeta Şamê ji çargoşeya ewlehiyê derkeve. Ew biryara derketin û mayînê destê hikumetê de ye. Ger derbikeve yan jî bimînê, projeya me ya Rêveberiya Xweser diyar e ku em li ser prensîba yekparebûna axa Sûriyê ava dike têkoşîna xwe berdewam bikin. Ji ber vê yekê çi pêwîst be Rêveberiya Xweser dê wê bike û hewl bide ji bo çareseriyeke mayînde bi hemû aliyan re di nava têkoşînê de be.    

Ger ev alozî berdewam bike wê rewşa herêmê ber bi ku ve biçe?

Pirgirêka di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta Şamê de girîng û mezin e. Heya ku lihevkirinek siyasî di çarçoveya destûra demokratîk de li Sûriyê çênebe, wê her dem alozî derbikevin. Ji bo wê jî em ji bo çareseriyeke mayînde di Sûriyê de pir bi îsrar in. Em dixwazin hêzên pêwendîdar ji çareseriya siyasî zû têkevin tevgerê. Di kûrkirin û mezinkirina aloziyan de hikumeta Şamê berpirsyar e. Divê rojekê berî ya din, dest ji vê hişmendiya nijatperest berde. Ger bernede wê komên çete ji van aloziyên heyî sûdê werbigrin. Çete wê hewl bidin rewşa Sûriyê ji nû ve vegerîne destpêkê û bi alikariya Rûsya cihên ku hikumetê bi dest xistine ji wan bistîne.

We ev aloziyên li herêma xwe wek provokasyona hikumeta Şamê şîrove kir. Di derbarê vê de ji bo gelên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bangên we hene?

Banga me ji bo gelên herêmê bi taybet gelê Ereb ew e ku bi van provokasyonên hikumeta Şamê nexapin. Ew dixwazin têkiliyên biratiya gelan xirab bikin. Divê her kes vê aşitiya di navbera gelan de heyî biparêzê û nekeve xizmeta berjewendiyên hikumeta Şamê.  Parastina esas destkeftî ne. Ji bo ev rewş bi dawî bibe divê hikumeta Şamê hemû girtiyên ku li Şam, Hesekê, Qamişlo û Helebê ku di destên wan de ne, berde. Her wiha dorpêça li ser Şehba û Şêxmeqsûd yekser bi dawî bike û rê veke ku alîkariya mirovî derbas bibe. Her wiha destên xwe ji sûcên ku li herêmê pêk tên da ku aloziyê çêbikin û aramiyê xerab bikin bikişînin. Em ne alîgirên aloziyê ne, em aligirên çareseriya siyasî ya mayînde ne.  

ANHA