‘Destê Tirkiyê di tevlihevî û wêranbûna hemû welatên Ereb de heye’

Interview with XALID EL-CUMA - AZAD SEFO

NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Şepêla Çeksazî ya Sûrî Şikrî Şêxanî diyar kir ku destê dewleta Tirk di hemû tevlihevî, wêrabûn û derbeyên ku li her dewletek Erebî de heye û wiha got: “Ji ber ku sponserê fermî yê terrorê Tirkiye ye. Tirkiye herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê wek dijmin ji xwe re dihesbîne ji ber ku ne li gorî plan û hewldanên wê yên dagirkeriyê ne.”

Serokê Şepêla Çeksazî ya Sûrî Şikrî Şêxanî, girêdayî hewldanên Tirkiyê, dosyaya herêma bi navê herêma “Ewle”, rola Tirkiyê di belavkirina tevliheviyê û dirêjkirina temenê aloziya Sûriyê de ji ajansa me re axivî.

Navarokê hevpeyvînê wiha ye:

Gelo hûn rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê li gel gefên Tirkiyê çawa dinirxînin?

Ez ji kesên ku xwezaya jiyanê ya heyî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê nizanin dibêjim ku herêm ewle ye û ji salan ve gel li ser rêgeza jiyana hevpar dijîn. Rewş berovajiya ragihandina Tirkiyê ye. Her wiha herêmên Efrîn, Cerablus û gelek herêmên din ên ku Tirkiyê dagir kirine, berê bi ewle bûn.

Yê dibîne ne ku mîna dibihêze. Min bi çavên xwe tevî  hindek bira û xwişkan, dît. Bila cîhanê bizanibe ku herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyê de, ne ewle ne. Binesaziya wan herêma wêran bûne, rewşek ne aram heye û madeyên xwarinê gelek kêm in.

Rewşa ewlehî û arambûna herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi saya Rêveberiya Xweser jiyana hevbeş û hevsengî di nava çînên civakê de heye. Ev jî Tirkiyê ne rehet dike. Ji ber wê dixwaze tevlihevî, wêranî û xirabûn çaranûsa van herêman be. Ev jî kin û nefreta Tirkiyê ya dîrokî li hember gelê herêmê teqez dike.

Tirkiye mudexeleya karûbarên dewletên Erebî dike, di serî de Sûriyê. Hûn çawa li van mudexeleyan dinêrin û bi nêrîna we di vê çarçoveyê de  çi ji civaka Erebî tê xwestin?

Ev pirsek gelek girîng e. Ji ber ku destê Tirkiyê di tevlihevî, wêranbûn û derbeyên ku li hemû welatên Ereb de çêdibin heye. Tirkiye bi awayekî fermî sponseriya islama siyasî (El-Qîde û Ixwan) û rêxistinên cîhadî dike. Tirkiyê bi lihevkirina Îranê bi riya van rêxistinan mudexeleya Lîbya, Yemen û Sûriyê dike. Tirkiyê hîna Cebhet El-Nusra, Ceyş El-Islam û bermahiyên “Artêşa Azad a Sûriyê” diparêze piştî ku Idlibê û derdora wê radestî Tirkiyê kirin.

 Tirkiye gelek hewl dide bi rêya Hemasê ya Filistînî, Ixwan Mislmîn û şaneyên xwe yên veşartî ewlehiya Misirê bihejîne. Lê ya ku mirov matmayî dihêle, dewletên Ereb heta niha bi Tirkiyê re di nav têkiliyên baş de ne. Di vir de ez dibînim ku divê li ser astên bilind li hember komployên parçekirina xaka Ereb û Kurd biryarên girîng werin girtin û piştgiriya Sûriyê ji tevahiya aliyên siyasî, leşkerî û dîplomasî ve li ser asta navdewletî were kirin. Ji ber ku Sûriyê wek xeta parastinê ya yekemîn, deriya sereke û yekemîn li hember dagirkeriya Tirk tê hesibandin.

Tirkiye carnan bi Amerîka û NATO`yê re di nav têkiliyan de ye û carnan bi Rûsya û Îranê gelo sedema helwesta Tirkiyê çi ye?

Tirkiyê ji bo tunekirina pêkhateya Kurd li Tirkiyê û li her derê amade ye li ser tevahiya werîsan bilîze. Bi vê yekê pergala Tirkiyê ne tenê dijminê dîrokî yê gelê Kurd e, dijminê mirovahî û şaristaniyê ye. Ji ber wê em dibînin mijara Idlibê bi kar tîne da ku Amerîka bikşîne aliyê xwe û carek din bi zanabûn ji bo berjewendiya xwe bi Rûsya û Îranê re têkîliyan pêş dixe. Tirkiyê dixwaze rêzexaka ku ji Sûriyê qut kiriye temam bike. Yanî ji Lîwa Skenderon heya Eyn Dîwarê. Ji zêdetirî salekê ve em gefên Tirkiyê dibhîzin.

Dagirkeriya Tirk hewl dide hegemoniya xwe ji Bakur Rojhilatê Sûriyê yanî ji herêma Girê Spî ya  Reqayê heya herêmên bakur rojavayê Iraqê derdora Musilê dirêj bike. Tirkiyê bi armanca ku wê herêmê wek kaxizekê bi hêz di danûstandinên pêşerojê yên girêdayî Sûriyê û Iraqê bi kar bîne. Ji bo pêkanîna armancên xwe Tirkiyê hewl dide Rûsyayê bikşîne aliyê xwe. Tirkiye zextê li Rûsyayê dike û ew jî zextê li rêjîma Sûriyê dike da ku diyaloga dinavbera Sûriyê û MSD`ê de rawestîne.

Tevahiya gelên herêmê rastî komkujiyên Osmanî û Tirkan hatine. Gelo Kurd, Ereb, Ermen û Suryanên herêmê dê bi dagirkeriya Tirkiyê li ser herêmên din qebûl bikin an ne?

Çendîn dem derbas bibe, gelên ku êş û zehmetî ji destê Osmaniyan kişandine wê wan kiryaran ji bîr nekin. Di navbera 1914-1923`yan de Osmaniyan li ser Ermen û Suryan de komkujî pêk anîn. Her du pêkhate neçar man bi sed kîlometran li çolistan û sînorên Sûriyê bê xwarin û vexwarin bimeşin. Hejmara qurbaniyên komkujiyan gihaşt milyonek û 500 hezar kes. Piştî çend rojan di 24`ê Nîsanê de salvegera komkujiyan Ermen û Suryanan e. Her wiha ji serdema Ataturk ve lihevkirina 1926`an heya niha dagirkeriya Tirk hovantirîn sûcan li ser Kurdan pêk tîne. Ev dijminahî bi destpêka sala 1973`yan re, piştî Şoreşa Kurdistanê ya ji bo parastina mafên Kurdan, zêde bû.

Her wiha Ereban jî para xwe ji binpêkirinên Tirkiyê girtiye. Ji sala 1516`an ve Ereb û tevahiya pêkhateyên olî di dirêjahiya 400 salan de di nav zulmê û tariyê de jiyan. Gelek komkujî li ser wan pêk hatin. Ji komkujiya Necdê sala 1818`an bigire heya komkujiya Bexdayî 1831`an, komkujiyên li ser Şîa li Iraqê sala 1842 û 1843`yan, komkujiya Bedirxan li herêma Hekarî ku 10 hezar kes bûn qurban. Piştre komkujiyên Lubnanê ji 1841 heya 1860`î li navçeyên Hasîba, Şûf, Metin û zêdetirî 82 hezar lubnanî bûn qurban. Ji ber siyaseta dagirkeriya Osmanî û belavkirina çanda cudabûna civakî li ser bingehên olî û mezhebî bi deh hezaran kes li Sûriyê û Lubnanê bûn qurban. Komkujiyan Irqî li dijî êla El-Miwecde li bajarokê Kerik ê Urdnê û kuştina wan bi hovantirîn şêwazan. Di sala 1917’an de koçberkirina şêniyên El-Medîna El-Munewera Sefer Berlik.

Li Sûriyê pergalek welat hikum dike, opozîsyonek girêdayî derve û opozîsyonek hundir heye. Gelo helwestên van aliyan ji xwestekên Tirkiyê yên ji bo dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hinceta avakirina herêma “ewle” çi ne?

Rêjîma Sûriyê û her du opozîsyon, a derve û hundir çavê hemûyan li ser kursî ye. Tabî gotina min ne giştî ye. Lê piraniya van aliyan tiştekî di asoyan de nabînin û naxwazin bibînin. Bi taybet opozisyona derve ya ku Tirkiyê wek navenda xwe û destekarê xwe dibîne. Li gorî dîtina xwe ya teng ew Tirkiyê wek xilasker û parêzvanê gelê Sûriyê dibîne. Ji ber wê ez dibêjim çavên rêjîma Sûriyê û opozîsyonê li kursiyan û desthilatdariyê ne.

Tevî van tiştan hemûyan, ez dibêjim ku Rejîm amade ye ku destê xwe bike destê Tirkiyê, lê ne amade ye ku şêniyên welêt bi Kurd, Ereb, Suryan, Ermen, Aşûr û Keldan re danûstandinan bike yan jî rûne. Heta ku guh nade daxwazên pêkhateyên civaka Sûrî. Ez ji vir, bi riya ajansa we bang li Rêjîmê dikim ku bi MSD`ê re bikeve diyaloga Sûrî-Sûrî û guh bide zimanê hiş, nîqaş û diyaloga bi pêkhateyên Sûriyê re. Guh bide gelê ku DAIŞ tune kirin.

ANHA