​​​​​​​Ebadî: Tirkiye li herêmê bi rêya çete û terorîstan şer belav dike

Interview with QAHÎRA-EMANÎ EZAM

Lêkolînerê kar û barên Rojhilata Navîn û têkiliyên navneteweyî Mihemed Ebadî got dewleta Tirk bi rêya çete û terorîstan agirê şer li Sûriyê, Lîbya û Qerebaxê pê xist, bû alîkariya şerê etnîkî û şerê navxweyî li herêmê belav kir.

Ebadî li gel ANHA’yê diyar kir ku dewleta Tirk çeteyên xwe dişîne şerê li Lîbya, Azerbaycanê û herêmên dîtir, da ku dewlemendiyên wan talan bike, her wiha destnîşan kir ku helwesta serokê Amerîkayê yê nû Joe Biden li dijî serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyîp Erdogan neyênî ye û tê texmînkirin ku cezayan li ser kirîna dewleta Tirk a pergala parastina Rûsyayê ya moşekên S-400’î ferz bike.

NAVEROKA DIYALOGÊ WIHA YE:

DESTWERDANA DEWLETA TIRK LI SÛRIYÊ, LÎBYA, IRAQ, ROJHILATA NAVÎN Û AZERBAYCANÊ BERDEWAM E, GELO ARMANCÊN WÊ ÇI NE?

Ji derbeya Erdogan a li dijî hevalên xwe yên AKP’ê, di serî de jî Davûdoglu diyar e ku dê bandorên wê li ser siyasetên dewleta Tirk ên derve hebe. Bi wê re dewleta Tirk ji "tunebûna pirsgirêkan" veguherî "tunebûna hevalan" û gelek dijmin li piranî eniyan.

Taybetmendiya herî berbiçav a tevahî dijminahiyan, bikaranîna dewlemendiyên dîtir e, bi taybet petrol û gaz e. Mijara duyemîn jî xwesteka Erdogan a berfirehkirina li dewletên cîran ên di nava xakên împaratoriya Osmanî de ye.

DEWLETA TIRK ÇETEYÊN SÛRÎ, LÎBYAYÎ Û TERORÎSTAN DI ŞER Û NAKOKIYÊN LI DERVE DE BI KAR TÎNE.. GELO ÇIMA CIVAKA NAVNETEWEYÎ BERTEKEKE TUND TEVÎ DELÎLÊN BIBELEGE LI DIJÎ WÊ BI KAR NAYNE?

Dewleta Tirk bi idîaya piştevaniya xwestekên wekhev ji xwepêşandêran re xwepêşandanên li Sûriyê gurtir kirin. Her wiha bi dirêjahiya alozî û veguherandina wê leşkertî û şerê navxweyî, hin niyetên dewleta Tirk ên rastîn derketin, ew jî xistina Sûriyê, bi taybet Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya depoya ji bo çeteyan.  Dewleta Tirk komên leşkerî di bin yek alê ya artêşê de kom kirin û navê Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê lê kir. Wê artêşê şerê Erdogan li Sûriyê, Lîbya, Azerbaycan û hwd li eniyan kir. Ev tevahî jî dewleta Tirk bi xwe belge kir û ragihand. Lê tevî wê jî li gel civaka navneteweyî jî alavên fişara rastîn li dijî dewleta Tirk tune ne ku bikaranîna çeteyan di şerê wê de rawestîne.

DER BARÊ TELEFÛNA QIRAL SELMAN BI ERDOGAN RE, DEWLETA TIRK RAGIHAND KU WÊ Û EREBISTANA SIÛDIYÊ LI SER DANÛSTANDINA TÊKILÎ Û RAKIRINA PIRSGIRÊKAN LI HEV KIR.. GELO DÊ GUHARTIN DI HELWESTÊN EREBISTANA SIÛDÎ Û DEWLETA TIRK DE ÇÊBE?

Têkildarî aloziya bi hilbijartinên Amerîkayê ya niha re, gihaştina Bedin a Demokratparêz ku helwesta wî ya neyênî li dijî Erdogan heye, her wiha helwesta wî ya yekalî ji Îranê ya li dijî Erebistana Siûdiyê, dê fikreke durist be ku dewletên navendî yên li Rojhilata Navîn nêrînên xwe di têkiliyên xwe de ji nû ve bidin, da ku metirsiyên xwe yên pêşerojê çareser bikin. Ew jî wisa xuya nake ku çareseriyekê ji nakokiyên heyî re ye yan jî guhartineke di helwestên demkî de ne.

ERDGOAN Ê KU PIRÎ CARAN ÊRIŞÎ EWROPA KIRIYE, DI VÊ DAWIYÊ DE GOT EW XWE DI DEVEREKE DIN JI BILÎ EWROPAYÊ DE NABÎNE, GELO EV YEK NÎŞANEYA GUHARTINA SIYASETÊN DEWLETA TIRK E YAN SIVIKBÛNA ALOZIYÊN WÊ YÊN HUNDIRÎN E?

Erdogan gotinên xwe yên diminahî li her derê bernade, her wiha bi awayekî rojane aloziya wê aliyekî re heye û aloziyên wê yên hundirîn jî hene. Dê dewleta Tirk neçar bimîne ku daxuyaniyên berovajî bide, da ku nakokiyên xwe yên derve sivik bike, ku wek cureya çareserkirina aloziyên hundirîn e.

GELO TÊKILIYA NAVBERA SERKEFTINA BEDIN A DI HILBIJARTINA AMERÎKAYÊ Û GUHARTINA DAXUYANIYÊN DEWLETA TIRK DE YA JI NIŞKAN VE, ÇI YE?

Helwesta Bedin a neyênî li dijî serokkomarê Tirkiyê Tecep Teyyîp Erdogan heye, her wiha Bedin berê da zanîn ku dê piştevaniya opozîsyona li dewleta Tirk ji bo îstîfakirina Erdogan bike. Her wiha ihtîmal e ku Bedin cezayan Amerîkayê li dijî dewleta Tirk der barê paşxaneya wê ya kirîna moşekên S-400’î yên Rûsyayê de, bisepîne. Ji lew re dewleta Tirk hewl dide cihekî ji xwe re di danûstandinên pêvajoya bê de çêke, ji ber ew pêvajo dê ji pêvajoya Trump a ku piştevaniya dewleta Tirk di gelek helwest û aloziyan dikir, cudatir be.

DEWLETA TIRK HÊZÊN XWE ŞANDIN AZERBEYCANÊ YA BI SER SÎNORÊ ÎRANÊ VE Û HEWL DIDE BI RÊYA BASKÊN XWE LI IRAQÊ BERFIREH BIKE Û ROLA ÎRANÊ QEREBALIX BIKE...GELO DÊ EV PÊNGAVÊN DEWLETA TIRK ÇAWA BÊN NIRXANDIN, GELO BI REFTARA DEWLETA TIRK BI XWE YE LÊ YAN BI PEYMANA BI NATO’YÊ RE JI BO DORPÊÇKIRINA ÎRANÊ YE?

Li gorî têkiliyên Îran û Îranê, lihevkirinek di navbera wan de heye, ew jî ji ber gelek dosya di nava her du dewletan de bi hev ve girêdayî ne, jê jî dosyaya Sûriyê, dosyaya Kurd li Sûriyê, Iraq û Îranê. Ji lew re tevgerîna dewleta Tirk li gelek aliyên bi eniyên bi Îranê re, tevgereke yekalî ye ji bo lêgerîna li dewlemendî, serwerî, xwesteka hegamonî û dagirkeriyê ye. Ez texmîn nakim ku lihevkirineke bi NATO’yê re di vî alî de hebe.

GELO DER HEQÊ RÛSYAYÊ DE ÇI HEYE?

Rûsya di vê demê de, têkiliyên xwe yên kûr li gelek aliyên bi dewleta Tirk re li Sûriyê, Azerbaycan û Lîbyayê hene, lê li gorî çavdêran, çareseriya li Azerbaycanê ji bo dewleta Tirk e, temenê wê li Sûriyê yan jî li Lîbyayê ji bo berjewendiya Rûsyayê hat dayîn. Ev jî nîşaneya lihevkirinên kûr ên her du aliyan e.

GELO DÊ SIYASETA ERDOGAN A DESTWERDANA LI KAR Û BARÊN HERÊMÊ TIRKIYÊ BER BI KU VE BIBE?

Heke destwerdaneke tund û bi hêz tune be, dê dewleta Tirk li dewletên herêmê xwe berfirehtir bike, ew jî bi rêya rêxistina Îxwan El-Mislimîn û endamên komên çekdar ên li bakurê Sûriyê perwerde kirine, pêk tê. Her wiha bi rêya firokeyên bêpîlot, lihevkirina bi dewletên navendê re li herêmê mîna Îran an jî dewletên navneteweyî mîna Rûsyayê pêk tê.

(fr)

ANHA