Ebdulkerîm Omer: Divê êdî statûya Rêveberiya Xweser bête naskirin

Interview with QAMIŞLO- MEHMET EKÎNCÎ

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Ebdulkerîm Omer diyar kir ku nûnertiya Rêveberiya Xweser li 8 welatan heye, her çendî îtîrafpêkirineke defacto hebe jî, êdî dem hatiye ku statûya Rêveberiya Xweser bi awayekî resmî bête pejirandin.

Ebdulkerîm Omer bal kişand ku Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Suriyê şûna dîplomasiya bi dewletan re bo wê giringtir e bêhtir têkiliyên dîplomasiyê bi gelan re bi pêş bixe, çimkî ev têkilî pirtir “mayinde û watedartir” pênase kirin û got, di pêvajoya dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî de ev yek bi awayekî gelek zelal darîçav bû.  

Omer destnîşan kir rola Rêveberiya Xweser di nav platformên navneteweyî de ji bo lêgerîna çareseriyên krîza Sûriyê gelek giring e, her weha di xebatên makeqanûna nû ya Sûriyê de divê Rêveberiya Xweser bi resmî bête qebûlkirin û Omer bal kişand ku ew hewl didin têkiliyên xwe bêhtir bi welatên Ereb re bi pêş bixin, ligel vê cihê mixabinê ye ku Rêveberiya Kurdistana Federe ya Başûrê Kurdistanê statûya Kurdistana Rojava nas nake lewra jî şûna Hewlêrê wan nûnergeha xwe li Silêmaniyê vekiriye û got, ji bilî PDK’ê bi hemû partiyên din ên kurdî re têkiliyên wan germ in. 

Hevserokê Saziya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Ebdulkerîm Omer der barê xebatên dîplomatîk ên Rêveberiya Xweser de bîr û boçûna xwe bi me re parve kir. 

Wek Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyê xebatên we yên dîplomasî di çi astê de ne?

Sala 2014’ê bi ragihandina Rêveberiya Xweser a Demokratîk re me xebatên xwe yên dîplomasiyê dan destpêkirin. Destpêkê asta xebatên me yên dîplomasî nizim bû. Me bi Wezaretên Karûbarên Derve yên hin welatan re têkilî danîn û ji bo xebatên resmî me pêngav avêtin. Cihê bibîrxistinê ye ku di serî de têkiliyên me yên dîplomasiyê bi welatên Ewropa re bi awayekî gelek bi resmî bi pêş nediketin.  

Di encama têkoşîna me li herêmê li dijî terorê meşand de me Rêveberiya Xweser ragihand û pê re asta xebatên me yên dîplomatîk geş bû. Têkiliyên me yên niha yên dîplomasiyê bi awayekî resmî pêk tên. Bi gelek wezaretên karên derve yên Ewropayê re hevdîtinên me çêbûn, çêdibin. Her dîsa bi Amerîka, Rûsya, Kanadayê re li ser asta şandeyên ku Rêveberiya Xweser şandine re hevdîtinên me çêdibin. Her dîsa ji derve jî gelek şande tên serdana me û bi me re hevdîtinan pêk tînin. Xebatên me yên dîplomatîk bi hatin û çûna şandeyan re berdewam e. Her weha ji ber vîrusê jî hin hevdîtinên me ser online pêk tên.    

Helbet em tenê di asta dewletan de dîplomasiyê nakin. Têkiliyên me yên dîplomasiyê bi pêkhateyên cuda cuda yên komalgehê re hene. Piştî ku Anmerîkayê eskerên xwe vekişandin û êrişa dagirkeriyê ji bo ser herêma me hate kirin, li gelek deverên dinyayê civak û pêkhateyan, gelen cîhanê nerazîbûneke mezin nîşanî êrişê da û xwe dan pişta me. Ev piştgiriya gel wisa bi awayekî bê sedem çênabe, ev nişana hinde ye ka dîplomasiya meya civakî çiqas giring e û bandora wê heye. Me ev yek bi çavên serê xwe dît.

Hêzên me yên leşkeri ji bo berevaniya herêmê bi erka xwe radibin li aliyê din em jî di warê dîplomasiyê de bi erk û berpirsyariyên xwe radibin. Em kêmasiyên xwe yên raboriyê telafî dikin û bi xebatên xwe em hewl didin barê pêvajoya nû hildin ser milên xwe. 

Gelek lijne û şande serdana herêmê dikin. Di van serdanan de çi tê axaftin?

Ev şande ji bo dabînkirina hin têkiliyên dîplomatîk tên serdana herêmê. Hinek ji parlamenterên ji aliyên cuda cuda pêk tên û ev bêyî dewletên xwe tevdigerin û şandeyên serbixwe ne. Yanî ev serdan bi ser navê tu dewletan nayêne kirin. Gelek saziyên civaka sîvîl tene herêmê û bi rêveberiya xweser re hevdîtinan pêk tînin. Bo nimûne, di serdema şerê dijî DAÎŞ’ê de, bi taybetî di wê dema hemleya azadkirina Baxozê de gelek şande hatin. Hê jî ev serdan dewam dikin. Em di hevdîtinên bi rêxistinên civaka sîvîl re rastiya şerê li herêmê diqewime û serencama wê ji wan re vedibêjin. Her weha em ji wan re dibêjin ka ew dikarin di warê mirovîn de çi hevkariyê bi herêmê re bikin.     

Her weha em ji şandeyên tên herêmê re behsa rewşa siyasî ya herêmê dikin, der barê çareserkirina krîzê de nêrînên xwe dibêjin û em behsa rewşa herêmê dikin.  Helbet ya herî giring em behsa êrişên dewleta tirk a dagirker ji wan re dikin, ku dewleta tirk demografiya herêmê diguhere, pê re em rewşa koçber û penaberan û alîkariya mirovîn jî vedibêjin.

REWŞA GIRTIYÊN DAÎŞ’Ê

Di gelek hevdîtinên me bi aliyên cur bir cur re mijara malbatên çeteyên DAIŞ’ê yên biyanî ku ew vegerin welatê xwe hate axaftin. Hinek ji van ji bo wergirtina van hatin. Her weha bi van şandeyan re em piranî li ser mijara darizandina çeteyên DAIŞ’ê hevdîtinan dikin. Di gelek hevdîtinan de hate gotin ku ji bo darizandina van çeteyan divê li herêma me dadgehek bê sazkirin. Hewldanên me ji bo vê yekê çêbûn. Van çeteyan dijî gelê herêmê sûcê terorê kiriye. Delîlên vê di destê me de hene. Lewra jî em wisa difikirin ku çêtir e ew li vê dere bêne darizandin û em vê nêrîna xwe ji şandeyan re diyar dikin. Divê ji bo vê yeke piştgiriya Rêveberiya Xweser bikin.      

KAMPÊN HOLÊ Û ROJÊ

Kampên Rojê û Holê kampên giring in. Ji bo vê alîkariya derve pêwist e. Çimkî ev penaberên vê derê ne tene pirsgirêka me, ya hemû dinyayê ne. Gaziyên me yên şer hene. Vana dema dijî teroristan şer dikir birîndar bûn, beşek ji bedena xwe dan. Ji bo dermankirina wan divê piştgiriyê bikin. Helbet ev heman wextê berpirsyariya mirovî û wijdanî ye. Em van mijaran bi şandeyan re diaxivin.  

Niha bala xwe bidinê, li hemû dinyayê vîrus heye, ev vîrus pir zû belav dibe û bandorê li her derê dike. Heke li herêma me jî tevdîrên pêwist neyêne girtin dê xeterên mezin derkevin pêş. Heke ji dinyayê piştgirî neye ev xeter dê mezin bibe. Bo nimûne, girtîgehên ku çeteyên DAIŞ’ê tê de tên ragirtin hene. Bi dehan kampên koçberan hene. Em bi xwe re xeterên mezin tînin. Di hevdîtinan de em van mijaran tevan diaxivin. 

ÇETEYÊN BIYANÎ Û MALBATÊN WAN DIVÊ BIBIN WELATÊ XWE

Wek me gotî, hinek şande bi ser navê dewleta xwe têne hevdîtinan. Lijneyeke ji Swêdê çend caran bi awayekî resmî serdana Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyê kir û hevdîtinên fermî pêk anîn. Di van hevdîtinan de me xwest ku ew pitgiriya Rêveberiya Xweser bikin, alîkariya mirovî ji herêmê re dabîn bikin û ji bo dermankirina gaziyên şer jî piştgiriyê bi me re bikin. Her weha hin şande ji bo serdana malbatên DAÎŞ’iyan têne ber deriye kampan, ji bo rewşa zarokên wan ên mane sêwî û malbatên wan bibin welatê xwe, ev şande serdana kampên koçberan dikin. Bêguman ev pirsgirêk hem adi hevdîtineke dîplomatîk de nayêne çareserkirin. Di van hevdîtinan de tiştê tê xwestin carina pêk nayên. Hin caran xebatên di asta jor de encamên erênî bi xwe re tînin, hin caran jî çare ji demê re tê hiştin û bi rastî jî ked û mijûliyeke mezin jê re divê. Hin caran jî pêvajoyên dirêj hene.   

Bo nimûne Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyê û Meclisa Sûriya Demokratîk temsîla zêdetirî 5 milyon şêniyên herêmê dike. Ligel ku rastî ev e jî ji ber vetoya dewleta Tirk me têkilî civînên Cenevrê yên navneteweyî nakin. Nahêlin em beşdarî hevdîtinên makeqanûna Sûriyê ya nû bibin. Carekê em, bawer nakin pirsgirêka Sûriyê bêyî Kurdan bikaribe were çareserkirin. Heta ku nûnerên Bakur Rojhilatê Sûriyê beşdarî van civînan nebin pirsgirêka Sûriyê nayê çareserkirin. Di encama têkoşîneke mezin û bedelên giran de me ji sedî sîyê Sûriyê ji bin dagirkeriya çeteyan derxist. Em van mijaran bi şandeyan re diaxivin. Her weha em di hevdîtinên bi online yên bi dewletên wek Amerîka, îngilîstan, Fransayê re jî van mijaran gotûbêj dikin. Helbet hin guhartin jî çêdibin. Hema bêje di hemû hevdîtinan de ji me re tê gotin, dema pêş di platformên weha de dê temsîlî û beşdariya me jî çêbibe.    

ERDOGAN DIXWAZE XEYALA OSMANÎYA NÛ DI SER ÇETEYAN RE PÊK BÎNE

Dewleta Tirk a dagirker karê xwe yê dagirkirina Iraq û Sûriyê berdewam e. Ya rastî Erdogan di çarçoveya projeya xwe ya Îslama radîkal de dixwaze tevî bikaranîna Îxwanê Mislimîn erda Osmanî ya di sedsala 20’ê de winda kiriye ji nû be bistîne. Ji bo vê yekê dest di Sûriye, Iraq û Lîbyayê werda. Li Qeterê baregeha xwe daniye. Ji ber vê yekê xwe têkilî aloziya nava Azerbaycan û Ermenistanê kir. Bi Fransa û Avusturyayê re rageşiyeke mezin dike. Di hevdîtinên xwe de em dibêjin ku fikren îslama radîkal ên Erdogan li ser hemû dinyayê gef û gur e. Teqînên li Fransa û Avusturyayê ev nêrîna me piştrast kir. Ez dibêm qey cihanê jî hay ji vê rastiyê heye.  

Ev şande bi çi mebestê serdana herêmê dikin, di hevdîtinên ligel van şandeyan de we qet peyman pêk anîne, heke we peyman kiribin di kîjan mijaran de we peyman bestîne?

Di dawiya sala 2019’ê de şandeyek ser navê dewleta Swêdê ji Swêdê hat, ev şande bi desteya aştiyê re rûnişt li ser 3 mijaran peymanek girêda. Ya pêşîn der barê kampa Hol de bû. Kesên di vê kampê de di bin xetereke mezin de bûn. Di vê kampê de zarok bi zîhniyeta DAIŞ’ê dihatin perwerdekirin. Wan di nava xwe de dadgeh saz kiribûn. Wan di van dadgehan de kesên wek wan nedifikirîn înfaz dikirin. Kon didan ber agirî û dişewitandin. Di kampa Holê de di nava 4 mehan de 35 kes ji aliyê van kesan ve hatin kuştin. Di serî de divê li ser kampeke nû bisekinin. Jinên radîkal ên setr fikren DAIŞ’ê hene. Divê vana ji yên din cuda bikin. Ji bo vê plan hate danîn. Li gorî planê; Divê navendên perwerdeyê bêne damezrandin û ji bo jin û zarokan dibistanan û baxçeyên zarokan vekin.      

Benda duyem a peymanê der barê dermankirina gaziyan de ye.             

Heçî benda sêyem e, der barê darizandina çeteyên DAIŞ’ê de ye; divê ev çete di dadgeheke navneteweyî de bêne darizandin.  

Wekî min gotî em peyman bi piştgiriya dewleta Swêdê hate pêkanîn. Berî du hefteyan me civîna xwe ya 4’ê bi vê şandeyê re li dar xist. Her weha bi beşdariya nûnerên 12 dewletan re me civîneke bi onine li dar xist. Ji bo ev peymana me biçe serî ligel Amerîkayê dê 3 dewletên din jî piştgiriya xwe jê re diyar bikin.

Piştî hevdîtinên bi şandeyan re hatine lidarxistin têkiliyên we çawa didomin?

Divê em vê bibêjin; şandeyên ji rewşenbîr û akademisyenan pêk tê çi bi asta sendîkayên resmî çi jî bi asta saziyên civaka sîvîl ku têne serdana Bakur Rojhilatê Sûriyê, rastiya Rêveberiya Xweser dibînin. Di rêveberiyê de çi di asta baweriyê de çi di asta nijadî de hemû pêkhateyan temsîla xwe heye. Ev li ser astê cîhanê belkî jî li tu dereke din di vê astê de tune ye. Bi pergala hevserokatiyê jin di rêveberiya xweser de bi duristî cih digire. Kesên vê rastiyê dibînin piştî vedigerin welatê xwe piştgiriya me dikin. Bi me re dostaniyê çêdikin.         

Em ji dîplomasiya bi dewletan re bêhtir giraniyê didin dîplomasiya bi gelan re. Em gelek giringiyê didin dîplomasiya civakî. Çimkî dîplomasiya navbera dewletan ser berjewendiyan e. Bo nimûne, gava di medyayê de zor lê dibe polîtîkaya xwe diguherînin. Lewra jî dîplomasiya navbera civakan hem watedartir e hem jî mayindetir.

Di ser buroya me ya têkiliyên derve û nûnergeha derveyî welat re têkiliyên me ligel şandeyên serdana herêma me dikin berdewam in. Heta niha li derveyî welat 8 nûnergehên me hatin avakirin. Yek ji vana nûnergeha Skandînavyayê ye; ku Swêdê, Fînlandiya, Danîmarka û Norwêcê li xwe digire. Li Fransa û Almanyayê jî nûnergehên me hene. Her dîsa li Holanda, Belçîka, Luksemburg û Swîsrê jî nûnergehên me hene û nûnergeha Belarûsê jî me heye. Em hewl didin sala pêş nûnergeha Brîtanyayê jî vekin.   

Têkiliyên dîplomasiyê bi welatên Ereb re di çi astê de ne?

Çi şik û guman pê nevê ku em dixwazin bi welatên herêmê re jî têkiliyan saz bikin. Divê welatên Ereb ji bo çareserkirina krîza Sûriyê berpirsyariya xwe bînin cih. Li Sûriyê nakokiyên mezhebi û şerê navxweyî heye. Divê ev welat bo çareserkirina van kêşeyan bir ola xwe rabin. Her çend em dixwazin têkiliyên germtir bi welatên Ereb re bi pêş bixin jî hêj hin kêmasî hene. Heke aliyekî van kêmasiyan ji me be jî aliye din ji helwesta van dewletan e çimkî sar nêzî me dibin û xwe ji me dûr digirin. 

Têkiliyên me yên dîplomasiyê bi Misir û BAE’yê re berdewam in. Li Misirê nûnergeha MSD’ê heye. Li Lubnan, Iraq û BAE’yê nûnergehên me hene. Em bizavan dikin ku têkiliyan geştir bikin û ji bo çareserkirina krîza Sûriyê çareyan bibînin.

Statûya rêveberiya xweser nehatiye qebûlkirin. Li herêmê hin bajêr hatine dagirkirin. Şandeyên ku têne serdanê ligel vê yekê dibînin jî dengê xwe nakin. Bi ya we çima?  

Me tu dewlet îlan nekirine. Em rêveberiyek di nav dewletê de ne. Ev dewlet jî, dewletek endama neteweyên yekbûyî ye. Divê Sûriye jî îtîrafê bi statûya Rêveberiya Xweser bike. Divê bi hukmê makeqanûnê wê nas bike. Ev yek jî ancax bi çareserbûna krîza Sûriyê re mimkûn e. Bi vê yekê re dê rê li ber îtîrafpêkirina navnetweyî jî vebe. Bo nimûne, hikûmeta federe ya Herêma Kurdistanê li Başûr jî berê bi dewleta Iraqê re li hev hat, bi hukmê Makeqanûnê hate naskirin, paşê ew statûya federe bi dest xist. Bi resmî û hiqûqî ji bo Rêveberiya Xweser bête naskirin divê krîza Sûriyê bête çareserkirin.

 

Pozisyona me ya niha rewşeke de facto/xweber e. Wek Daîreya Têkiliyên Derrve ya Rêveberiya Xweser bi hemû dewletên Ewropa, Rûsya, Kanada û Amerîkayê re di asta wezaretên derve de têkiliyên me hene. Ev hevdîtin û têkiliyên me bi awayekî resmî pêk tên. Ev jî awayek ji awayên îtîrafpêkirina statûyê ne. Li Washingtonê nûnergeha fermî ya MSD’ê heye, ev asta têkiliyan nîşan dide. Wekî min gotî, ev rewş bi awayekî de facto qebûlkirina statûya rêveberiya xweser e.   

Ev kêşeyek din e ku çima Rêveberiya Xweser beşdarî civînên Cenevrê û komisyona amadekariya makeqanûnê nehatşiye kirin. Sedema vê vetoya dewleta Tirk e. Berjewendiyên gelek dewletan giran tên û bi ser de dewleta Tirk a dagirker endama NATO’yê ye, her weha têkiliyên wê bi dewletên Ewropayê û Amerîkayê re dibe sedema vê vetoyê. Bi ya min heta ev veto ranebe krîza Sûriyê jî nayê çareserkirin. Ji ber vê yekê wek Rêveberiya Xweser û MSD em hewl didin statûya xwe bidine qebûlkirin, xebatên me ji bo vê armancê berdewam in.   

DEWLETA TIRK DI ENCAMA PEYMANAN DE HERÊM DAGIR KIR

Li beramberî êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk ne tenê xwe bêdeng kirin, ev êrişên dagirkeriyê di encama hevpeymanan de pêk hatin. Bo nimûne, dagirkirina Efrîna bi hevpeymaniya navbera dewleta Tirk û Rûsyayê pêk hat. Amerîkayê xwe bêdeng kir, bi vê bêdengiyê dagirkerî pejirand. Her dîsa dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî piştî hevdîtina telefonê ya navbera Erdogan û Trump pêk hat, Trump bi tweetekê rê da dagirkeriya dewleta Tirk. Helbet ev hevpeymanî jî li ser berjewendiyan bi pêş dikevin.  

Pêşketinên vê derê bandorê li sedsala Rojhilata Navîn, Sûriyê û bi taybetî herêma me dike. Ji ber vê yekê Amerîka û Rûsya li herêmê hebûna xwe didomînin. Her dîsa Hêzên Koalîsyonê ku dewletên Ewropayê di nav de ne, Îran, dewletên Ereban, Îsraîl û dewleta Tirk xwe têkilî pêşketinên herêmê dikin. Her dewletek, li gorî berjewendiyên xwe bandorê li pêşketinên herêmê dike.  

Bi hilweşîna Sovyetan re Rûsya gelek lawaz bûbû. Niha ji krîzên Sûriyê sûdê werdigire û hewl dide dîsa hêza xwe ya bere vegerîne. Ji ber vê yekê mudaxeleyê li Lîbya, Ermenistan û Azerbaycanê jî dike. Îran jî wek hêzeke herêmî dixwaze ji pêşketinên herêmê sûdê werbigire. Ew jî vê yekê li Iraq, Sûriye, Lubnan û Yemenê dike. Hinek dewletên Ereb jî dijî Îranê bi Îsraîlê re peymanan çêdikin. Her weha Îsraîl jî hewl dide bibe hêza super a herêmê. Yanî li herêmê li ser binemayê berjewendiyan hevpeymanî têne pêkanîn. Û bi van hevpeymaniyan li dijî êriş û gefên dewleta Tirk ên bo ser herêmê xwe bêdeng dikin.     

Lê belê di encama dîplomasiya me ya civakî de pêhateyên herêmê dijî êrişên dewleta Tirk serî hildan. Heman wextê herdu partiyên sereke yên Kongresa Amerîkayê û hema bêje hemû dam û dezgehên çapemeniyê cîhanê dijî êrişên dagirkeriyê nerazîbûna xwe diyar kirin. Hemû dinya xwe li hemberî gelen Bakur Rojhilatê Sûriyê deyndar dibîne. Çimkî li vê dere ji bo hemû gelên cihanê dijê DAIŞ’ê berxwedaneke mezin hate kirin.     

Di destpêka krîza Sûriyê ve me xeta 3yan girt û me vîna xwe radestê tu kesî nekir. Bo nimûne, ligel ku têkiliyên me bi Hêzên Koalîsyon û Amerîkayê re hene jî me vîna xwe radestî wan nekir, her weha têkiliyên me bi heman awayî, bi Rûsya û hikûmeta Şamê re jî dewam kirin. Me îradeya xwe teslîmî wan jî nekir. Em çawa têkiliyên dîplomatîk ser esasê berjewendiyên xwe datînin, em jî têkiliyên xwe yên diplomatîk ser esasê berjewendiyên herêmê datînin.

Her dîsa têkoşîna me dijî DAIŞ’ê berdewam dike. Her çendî DAIŞ’ê şikestineke mezin xwaribe jî hêna DAIŞ ji bo herêm û cihanê xetereke mezin e. Lewra jî darizandina çeteyên DAIŞ’ê ne tene ji bo me, her weha pirsgirêka hemû dinyayê ye. Di encama xebatên me yên dîplomatîk de dewletên mîna Holanda û Swêdê qebûl kirin ku li Bakur Rojhilatê Sûriyê dadgeheke navneteweyî bête danîn. Ji bo dadgehkirina adil ev yek pêwist e.   

Tu dewlet li dijî dadgehkirina çeteyan nîn in. Lê belê ev dadgeh dê li gorî makeqanûna Sûriyê be an jî li gorî qanûnên Rêveberiya Xweser be? Danûstandinên me yên dîplomatîk di warê çawa darizandinê de têne meşandin. Her çendî di vî warî de gaveke berbiçav nehatibe avêtin jî mirov dikare bibêje ku hin pêşveçûn hene.

Van rojên dawîn şandeya Belçîkayê jî serdana herêmê kir. Çi taybetiya vê şandeyê heye?

Di nav şandeya Belçîkayê de du parlamenter hene. Yek ji endamê vê şandeyê yekî ji partiya desthilatê jî heye. Ev şande bo cara 2yan e serdana herêma me dike. Ew dostên me ne. Ew şande hewl dide piştgiriya Rêveberiya Xweser bike. Ev şande li Ewropayê têkiliyên xwe bi dewletên din ên Ewropayê re heye û li Belçîkayê jî lijneyeke bi bandor e. Ew mijarên me behsa wan kirî, bi vê şandeyê re jî hatin axaftin. Ez dikarim bibêjim hevdîtina me baş bû. Wan soz da me ku ew ê piştgişriya me bikin.   

RÊVEBERIYA HEWLÊRÊ RÊVEBERIYA XWESER NAS NAKE

Herî dawî têkiliyên we yên dîplomatîk bi rêveberiya Başûrê Kurdistanê re çawa ne?

Bi hikûmeta navendî ya Iraqê re hin têkiliyên me yên dîplomatîk hene. Nûnerekî me ji bo van têkiliyan bi rê ve bibe li Bexdayê ye. Her weha nûnergeheke me jî li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê heye. Divê ev nûnergeh li paytexta Herêmê Hewlêrê bûya. Lê belê rêveberiya Başûrê Kurdistanê hê jî statûya Rêveberiya Xweser nas nake lewra me nûnergeha xwe li Silêmaniyê vekir. Ligel hemû partî û hîzbên Başûrê Kurdistanê têkiliyên me yên dîplomatîk hene. Lê belê têkiliya me bi PDK’ê re berteng e.     

Em li bendê ne ku rêveberiya Federe ya Başûrê Kurdistanê helwesta xwe biguherîne û bi awayekî fermî statûya Rêveberiya Xweser nas bike. Çimkî destkeftiyên vê derê tene ji bo vê herêmê nîn in, ji bo hemî kurd û Kurdistanê ne. Hindî em xurttir bibin ew ê jî xurttişr bibin. Di sedsala 21’ê de fersendeke dîrokî ketiye destê gele Kurd divê em vî şansê xwe ji dest nedin. Divê em vî şansî baş bi kar bînin û em bi ser bikevin. Ji bo vê yekê jî em bizavê dikin da ku Kongreya Neteweyî bête lidarxistin.   

Heke me bikarîba di navbera kurdan de yekrêzî û yekitiyeke xurt pêk bînin, me dê nehiştiba bajarê Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê bêne dagirkirin. Û ew tiştên li Kerkûkê qewimîn jî dê rê li ber bihata girtin. 

ANHA