El-Mehcûb: Axa Lîbya  ji sedî 99 di dibin kontrola me de ye

Interview with QAHÎRE-EMANÎ EZAM

Mudirê Rêveberiya Perspektîva Manewî ya artêşa Lîbyaê kolonel Xalid El-Mecûb der barê agirbestê û binpêkirinên Tirkiyê li Lîbyayê de wiha got: "Çeteyên Erdogan ji despêkê de heya niha agirbestê binpê dikin."

Mudirê Rêveberiya Perspektîva Manewî ya artêşa Lîbyayê kolonel  Xalid El-Mehcûb di hevpyevînekê de bi ANHA‘yê re agirbestê, rola Tirkiyê di alozkirina krîza Lîbyayê de û girîngiya helwesta erebî ya hevgirtî li hember vê mudexeleyê nirxandin.

Hevpeyvînê wiha ye:

Gelo agirberst ji dema ku hatiye ragihandin ve bi awayekî rêkûpêk didome yan binpêkirin hene? heger binpêkirin hebin aliyê ku binpê dike kî ne?

Wekî tê zanîn milîs rojane agirbestê binpê dikin. Em li hember êrişên milîsan liber xwe didin û her tim hewl didin jêderên êrişan bidin rawestandin, yanî em berisva êrişan tenê didin.

Nexşerêya leşkerî ya lîbya ya niha çawa ye?

Nexşerêya leşkerî ya Lîbyayê teqez dike ku bi rêjeya ji sedî 99 di bin kontrola hêzên çekdar ên Lîbyayê de ye. Yanî hêzên çekdar rûbera milyonek û 750 hezar km ji rûbera erdnîgariya Lîbyayê kontrol dike. Tenê hinek herêmên sînordar di bin kontrola milîsan de mane.

Tirkiyê bi awayekî eşkere desteka leşkerî û lojistîk dide komên çekdar. gelo cûreya desteka tê pêşkêşkirin çi ye û gelo bandor li nexşerêya leşkerî dike?

Tirkiyê ji 2004`an ve bi awayekî eşkere desteka xwe ji komên terorîst re ranwestand, dronan, topavêjên Howitzers ên lêzerî, hawin, panzêr, şêwirmed û efser, çekên li dijî zirx, desteka lojistîk û şêwirî  pêşkêş dike. Her wiha çeteyan ji derveyî Lîbyayê têne di hewldanekê de ji bo herêmên kontrol bike lê bê feyde ye.

Armanca tirkiyê yên veşartî li lîbyayê çi ne? gelo tirkiyê lîbya wek deriyek ji bo ku derbasî bakurê afrîkayê bibe bikar tîne?

Rêxistina Îxwan ya navneteweyî Tirkiyê kontrol dike. Rêxistinê berê Tirkiyê da Lîbyayê da ku mudexele bike, da ku vegere Misrê piştî ku li Qahîre û Sûdanê bibin ket. Lew ra li Lîbyayê israr dike herêmên winda kirine vegerîne.

Gelo agahiyên li ber destê we girêdayî çeteyên ku tirkiyê dişîne lîbyayê çi ne?

Em navê çeteyên Erdogan li wan dikin. Derdora 4 hezar û 700 çete yan jî 5 hezar çete gihaştin Lîbyayê ji bo ku desteka komên terorîst bikin. Diyar e ku Tirkiyê hîna ji milîsan re tiştek pêşkêş nekiriye, piştî ku winda kirin. Êdî çeteyên Erdogan desteka eniyê kirin ji bo ku hevsengiyên hêzan biguherin, lê bê feyde ye. Her wiha hewldanên  binpêkirina agirbestê jî bê feyde ne.

Gelo têkiliyên we bi hêzên sûriya demokratîk re yên ku şerê daiş, tirkiyê û çeteyên wê kirine hene? teşe û asta wan têkiliyan çi ne?

Em mudexeleya karûbarên Sûriyê nakin. Lê serdanên hikumetê hene. Wek saziyeke leşkerî girêdayî ne. Her tişt bi rêya kanalên xwe yên fermî radigihînin. Lê hevkariya li dijî terorê mijarek navneteweyî ye û hemûyan eleqedar dike.

Li ser asta erebî, bi taybet komkara ereban, çi tê xwestin ji bo ku mudexeleya tirkiyê di lîbya û sûriyê de werin rawestandin û ji herêmên ku dagir kirine were?

Ji Ereban tê xwestin ku bi hêz li hember planên Ixwanan ên xeter bisekinin. Ji ber ku planên wan li ser esasê talankirina berhemên ereban ava bûye û jehrên xwe di civakên Erebî de belav bike. Her wiha ji bo ku nakokiyan li ser bingehên olî biafrîne, komên terorîst girêdayî xwe mîna Cîhad, Ensar El-Heq, Ensar Bêt El-Meqdis, El-Qaîde, şoreşgerên Benî Xazî û saziyên din ava bike. Da ku tevliheviyek domdar li herêmê biafrînin. Lew ra karek hevpar û cidî ji bo rawestandina barê vê rêxistinê li herêmê pêwîst e.

(şx)

ANHA