​​​​​​​`Enqere bi rêya êrişên xwe hewl dide kurdan lawaz bike`

Interview with BEYRÛT-ZIYAD EBÛ XEZALÊ

Pisporê kar û barên Tirkiyê Dr.Mihemed Nûredîn got, dewleta Tirk ji êrişa li dijî çiyayê Garê yê li Başûrê Kurdistanê armanc dike ku kembereke ewlehiyê di kûrahiya xaka Iraqê de ava bike û fişarê li kurdan bike.

Artêşa Tirk a dagirker sibeha 10`ê Sibatê êrişî çiyayên Garê yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê kir. Ev herêm ji sînorên di navbera Başûrê Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê de dûr e. Artêşa Tirk di 14`ê Sibatê de piştî ku bi bin ket, neçar ma ji herêmê vekişe.

Çima dewleta Tirk a dagirker dixwaze li vê erdnîgariyê fireh bibe? Li gel bêdengiya herêmî û navneteweyî, hîmên ku rê li pêşiya dewleta Tirk vekirin ku êrişî herêmê bike çi ne? Pisporê kar û barên Tirkiyê Dr.Mihemed Nûredîn bersiva van pirsan da.

PLANA DEWLETA TIRK LI HERÊMÊ ÇI YE?

Dewleta Tirk bi rêya êrişên xwe yên leşkerî her tim dixwaze Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li bakurê Iraqê, di bin zextan de bihêle. Her wiha armanc dike kembereke ewlehiyê li ser dirêjahiya sînorên Iraqê bi Tirkiyê re ava bike, ku komên alîgirên PKK`ê tê de tune bin. Ji lew re dem demê herêmên Başûrê Kurdistanê bombebaran dike. Êrişa “Pencên Baz 2” di vê çarçoveyê de pêk anî. Bi avakirina wê kemberê re hewl dide, têkiliyên di navbera baregeha fermandariya PKK`ê li çiyayên Qendîlê yên li bakur rojhilatê Iraqê û herêmên li bakur rojavayê Iraqê de qut bike, bi taybet herêma Sincar(Şengal) anku dixwaze têkiliyan di navbera Sincar li Iraqê û herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê de qut bike.

BERIYA DEMEKÊ ERDOGAN BEHSA PÊKANÎNA ÊRIŞAN LI DIJÎ ÇIYAYÊN SINCARÊ YÊN DÛRÎ SÎNORÊN TIRKIYÊ KIR, LÊ WÊ ÊRIŞÎ GARÊ KIR, BI NÊRÎNA WE ÇIMA CIVAKA NAVNETEWEYÎ LI HEMBERÎ VAN SÛCAN BÊ DENG E?

Diviyabû hikumeta Iraqê û Başûrê Kurdistanê li hemberî van êrişan helwestek nîşan bida. Ji xwe helwestên navneteweyî jî diyar in, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) li hemberî êrişên dewleta Tirk ên li ser Iraqê bê deng e anku rê didiyê. Di heman demê de li Sûriyê DYA`yê bi Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) re koordîne dike û pê re hevkar e.

Têkildarî helwestên Ewropayê jî, em dikarin bêjin ku ew dijberî operasyonên leşkerî yên dewleta Tirk ên li dijî PKK`ê li bakurê Iraqê ne. Lê tenê daxuyaniyan didin ji ber ku nikarin bi rolên xwe rabin nexasim li bakur Iraqê. Divê em dosyaya penaberan a ku dewleta Tirk li dijî Ewropayê bi kar tîne, tirkên li Ewropayê û hesabên hilbijartinan ên teng di nava her welatekî de ji bîr nekin. Ji ber van sedeman bê deng in û tenê daxuyaniyan devkî didin.

GELO ÇIMA DEWLETA TIRK BI HÊSANÎ VAN ÊRIŞAN PÊK TÎNE, BI NÊRÎNA WE SEDEM ÇI YE?

Li Başûrê Kurdistanê helwestên aliyên Kurd ne yek in. Helwesta Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ne li gorî helwesta PKK`ê ye. Li gorî baweriya min, lawazbûnek ji aliyê van partiyan ve heye. Hikumeta navendî ya Iraqê jî li hemberî wan êrişan tu bertek nîşan nedan. Gelek baregehên leşkerî yên dewleta Tirk li Iraqê hene, ew bi hêsanî tê de tev digere.

Bê guman ev parçebûna helwestan ji aliyê partiyên Kurdan li bakurê Iraqê de rolek di hêsankirina êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê de dilîze. Ji lew re, zaîfbûna hikumeta navendî ya Iraqê û parçebûna parityên Kurdî li bakurê Iraqê rê didin dewleta Tirk ku van êrişan pêk bîne.

BANDORA NAKOKIYÊN DI NAVBERA HIKUMETÊN BEXDA Û HEWLÊRÊ DE LI SER ÊRIŞAN ÇI YE?

Lawazbûna hikumeta navendî ya Iraqê û parçebûna partiyên kurdan li bakurê Iraqê, hawîrdoreke guncew ji dewleta Tirk re peyda kir ku êrişî PKK`ê bike. Bê guman nakokiyên di navbera Bexda û Hewlêrê de girêdayî gelek mijaran in, di nav de helwesta li hemberî dewleta Tirk, dihêle ku Enqere serweriya dewleta Iraqê bike û qanûnên navneteweyî yên têkildar bin pê bike. Ji bo rawestandina êrişên li dijî Iraqê û bakurê wê, divê hikumeta Hewlêrê û hikumeta Bexdayê helwestekê nîşan bidin û êrişên dewleta Tirk ên li dijî bakurê Iraqê şermezar bikin.

(şx)

ANHA