Enwer Muslim: Kobanê xeteriya li ser Sûriyê rakir

Interview with ZANA SEYDÎ

KOBANÊ

Enwer Muslim li Kobanê şikandina çeteyên DAIŞ’ê wekî destpêka rakirina xeteriya DAIŞ‘ê li Sûriyê bi nav kir û wiha got: “DAIŞ di van kêliyan de nefesa xwe ya dawî destine. Lê zihniyeta ku DAIŞ‘ê li ser welatiyên Sûriyê û biyaniyan ferz kirbû heya niha jî heye.”

Hevserokê Meclisa Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Firatê Enwer Muslim têkildarî 4’emîn salvegera rizgarkirina kantona Kobanê ji çeteyên DAIŞ’ê bi ajansa me re hevdîtinek pêk anî. Muslim bang li hikûmeta Sûriyê kir ku keda gelên Bakurê Sûriyê li ber çavan re derbas bike û diyalogên cidî bide destpêkirin.

- Piştî şoreşa 19‘ê Tîrmehê, ango beriya êrîşên DAIŞ‘ê ku eşkere bû ji aliyê hejmareke ji îstîxbarata Tirkiyê herêmî ve hatine sorkirin, gelo Kobanê berdêlê ragihandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk da?

Êrîşên DAIŞ’ê li ser  Kobanê ne di 15‘ê Îlonê de bû, beriya wê Cebhet El-Nusra û Ehrar El-Şam êrîşî vê herêmê kirin.  Lê ka em hinekî li berê vegerin, dema şoreşa 19‘ê Tîrmehê destpê kir, guhertinên mezin li Bakurê Sûriyê çêkir. Yanî guhertineke ku cara yekemîn piştî têkoşîna bi dehên salan ji aliyê şêniyên herêmê ve hate meşandin şêniyan dikarîn herêma xwe bi rêve bibin û saziyên xwe biparêzin, piştî ku bi salan ji destên wan hatibû derxistin.

Kurd û Suryan ji mafê xwe yê basît wekî fêrbûna bi zimanê xwe û ji çanda xwe bêpar hatibûn hiştin. Em dikarin bêjin ku şoreşa 19‘ê Tîrmehê gaveke ji bo gelên mezlûm ên Bakurê Sûriyeyê. Lê ev yek li rihetiya dewletên herêmî yên ditirsin gel serî hilde nehat, bi taybet deweletên ku Kurd û kêmnetewên din lê hene.

Li ser vî esasî wan dewletan bi rêya ejandeyên xwe xwestin bi gef û dorpêçê vê projeyê bifetisînin, gihaşt wê astê ku av, kehrebe û dermanan li ser Kobanê qut kirin. Hêzên Îslamî yên tundraw ku di demên dawî de derketine û navê “Artêşa Azad a Sûriyê” li xwe kirine, heman kiryarên DAIŞ, Cebhet El-Nusra û Ehrar El-Şam pêk di anîn, êrîşên gundên rojava û rojhilatê Kobanê kirin, armanca wan ji êrîşan, herêmên ku şêniyên wê bi xwe, xwe bi rêve dibe tine bikin, nemaza ku sîstema xwebirevebirinê ji Kobanê dest pê kir. Çirûska şoreşa 19‘ê Tîrmehê li tevahî herêmên Bakurê Sûriyê belav bû.

-Dema DAIŞ’ê êrîşî Kobanê kir dema xwe ya herî xurt de bû. Hêjmara wan nêzî 300 hezar kes bûn. Vê  û ev yek xeteriyek li ser Sûriyê, Iraq û tevahî cîhanê dikir. Gelo berxwedana Kobanê çi feyda gihand cîhanê?

Ji roja yekemîn a aloziya Sûriyê ve gelek çekdarên “Artêşa Azad” gihiştin paytexa Sûriyê Şamê û berî dane Kobanê. Lê ev yek diket xizmeta projeyên Tirkiyê.

Rexmî çekên ku DAIŞ‘ê bi kar dianîn, yekemîn car li Kobanê têk çû. Em înkar nakin ku şervanên me ji gundên derdorê vekişiyan, lê li bajar şerekî mezin meşandin û  DAIŞ ji bajêr qewirandin. Heta her kes gihaşt wê qenaetê ku DAIŞ dikare were şikenandin.

Bi berxwedana Kobanê re gelek deverên din mîna Minbic û Reqayê ku DAIŞ‘ê ji xwe kiribû paytext hatin rizgarkirin. Bi vê yekê xeteriyeke mezin li ser Sûriyê rabû. DAIŞ di van kêliyan de nefesa xwe ya dawî destine. Lê zihniyeta ku DAIŞ‘ê li ser welatiyên Sûriyê û biyaniyan ferz kirbû heya niha jî heye.

-Rexmî gelek dîmen û begleyan ku têkiliyên DAIŞ û Tirkiyê îsbat dike derketin holê, bi taybet di şerê li Kobanê de, lê civaka navdewletî heya niha jî bêdeng e, ev yek dê çawa bandorê li ser projeya Rêveberiya Xweser li Bakurê Sûriyê bike, li gel gefên Tirkiyê?

Belê em nikarin vê yekê înkar bikin, bi hezaran çeteyên ku di salên dawî de ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk ve hatin girtin teqez kirin ku ew li Dîlok, Edene, Stenbol û herêmên din bi sponseriya hikûmeta Tirk derbasî Sûriyê bûne, ev rastiyek ku her kes dizane ye.

Pirseke baş e,  çima civaka navdewletî ji kiryarên Tirkiyê re bêdeng e ? Em DAIŞ‘ê bidin aliyekê; di hundirê Tirkiyê de çapemenî qedexe ye, siyasetmendarên muxalif û serokên şaredariyan têne girtin, ev ji bilî aloziya aborî ye. Kî ne yên ku di salên 2017 û 2018‘an li Fransayê û deverên dîtir ên Ewropayê komkujî pêk anîn, ew çeteyên ku ji Reqayê derektin û bi azadî li Tirkiyê gevgeriyan. Eger em li vê tenê binerin, em dikarin bêjin ku Tirkiye serkêşiya terora li cîhanê dike. Ji ber vê yekê divê civaka navdewletî li hemberî vê xeteriyê tevbigere.

-Di demekê de ku DAIŞ‘ê li quncikên xwe yên dawî yên li rojhilatê Sûriyê asê maye Tirkiye hewl dide bi operasyoneke leşkerî mîna DAIŞ‘ê van herêman dagir bike, wekî çawa li Efrînê bi hinceta parastina ewlehiya netewî dagir kir. Gelo dê çawa gelê ku li hermberî DAIŞ’ê şe dike ji bo Tirkiyê xeter be?

Di şerê me yê li hemberî DAIŞ‘ê de armanca me ya yekemîn parastina nirxên civakê bû, bi hevgirtina hemû pêkhateyên Bakurê Sûriyê me asteke herî pêşketî ya demokrasiyê afirand û me rêgezên rêzgirtina cîrantiya bi Tirkiyê ve parast, yek rojê me gule an top bi aliyê gelê Tirkiyê ve ne avêtine.

Lê mixabin, Tirkiyê di dirêjahiya van salan de em tehrîk dikirin, piştgiriyek mezin dida komên çeteyan û komkujî bi ser gelê me de anîn. Dema ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk, DAIŞ li Reqayê zeft kir, Tirkiyê êrîşî gundên Kobanê kir. Heman tişt dema DAIŞ li bajaroka Hecînê yê Rojhilatê Sûriyeyê hate asêkirin Tirkiyê dîsa ew gund topbaran kirin û gefên operasyona leşkerî li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwarin. Yanî herêmên ku DAIŞ lê tine bûne.

-Piştî rizgarkirina zêdeyî nîvî Sûriyê ji DAIŞ‘ê gefên li hemberî Rêveberiya Xweser zêde kirin. Hûn vê yekê çawa dinirxînin û ereka hikûmeta Sûriyê li ser vê mijarê çawa dibînin?

Opozisyona Sûriyê îdeadikin ku em dixwazin xaka Sûriyê parçe bikin. Yên parastina xaka Sûriyê kirin ew kesên ku şerê DAIŞ’ê kirin û herêmên xwe di çarçoveya Rêveberiya Xweser de bi rêve dibin. Têgeha ku opozisyon û hevalbendên wan bi rêya ragihandinê bi kar tînin armanc jê dagirkirina van herêman e.

Ji aliyekî din ve gefên Tirkiyê yên êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam e. Lê mixabin, nabe rêjîm çavê xwe ji van gefan re bigire. Her êrîşeke ji aliyê Tirkiyê ve dibe ku rewşê ji nû ve gûr bike û şerekî bê dawî pêş bixîne. Li ser vê yekê divê hikûmeta Sûriyê rêz li hemberî keda şêniyên vê herêmê bigire, ku ewlehiya welat ji parçebûnê bi rêya DAIŞ û birayên wî bê parastin. Divê li derdora diyalogên niştimanî kom bibin.

ANHA