Fehîme Hemo: Çareserkirina aloziyê girêdayî serkeftina diyalogên sûrî-sûrî ye

Interview with Fehîme Hemo

Fehîme Hemo got dewleta Tirk a dagirker endamtiya xwe ya NATO`yê ji bo êrişkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi kar tîne. Her wiha got heta ku hikumeta Şamê zîhniyeta xwe neguherîne û diyalogên sûrî-sûrî qebûl neke, ne pêkan e ku aloziya Sûriyê çareser bibe.

Sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelê Sûriyê ji dema destwerdana wê ya li aloziyê û heta niha dewam dikin. Bi wê yekê sînorên xwe derbas kirin û gelek herêmên Bakurê Sûriyê dagir kirin. Li wan herêmên dagirkirî, dewleta Tirk a dagirker siyaseta guhertina demografiyê pêk tîne, her wiha bi armanca dagirkirinê, gefan li herêmên din ên ewle dixwe.

Têkildarî mijarê ANHA`yê bi endama Meclisa Serokatiyê ya MSD`ê Fehîme Hemo re hevpeyvînek çêkir.

Êrişên dagirkeriya Tirk li ser xaka Sûriyê yên bi armanca dagirkirinê dewam dikin, çi li Minbicê, Eyn Îsa û çi li Şehbayê be. Bi nêrîna we, gelo dewleta Tirk bi tena serê xwe tev digere yan ev êriş bi hevkariya hêzên herêmî û navneteweyî pêk tên?

Em nikarin siyaseta dewleta Tirk bi siyaseteke yekalî bi nav bikin. Ew li ser benê di navbera Amerîka û Rûsyayê de dilîze. Wê ev siyaset di dema dagirkirina herêmên Sûriyê de meşand. Her wiha ew endamtiya xwe ya NATO`yê ji bo xizmeta berjewendiyên xwe bi kar tîne. Ji ber ku ew endama NATO`yê ye, Amerîka piştgiriya wê dike.

Rûsya jî hewl dide dewleta Tirk bi aliyê xwe ve bikişîne. Mijara peymana S-400 jî di çarçoveya hewldanên Rûsya yên di wê derbarê de pêk hat. Di heman demê de, hin welatên herêmê hene piştgiriyê didin êrişên dagirkeriya Tirk li ser bakurê Sûriyê da ku berjewendiyên hevbeş bi dewleta Tirk re biparêzin.

Armancên dagirkeriya Tirk diyar in, şîroveyê naxwazin. Ew hewl dide Eyn Îsayê dagir bike, ji ber ku Eyn Îsa herêmeke stratejîk e û kantonên rêveberiyê bi hev ve girê dide. Bi dagirkirina navçeyê dê rêya di navbera wan kantonan de qut bike û bi wê yekê dagirkirina herêmên din hêsan dibe.

Lê em dibêjin dagirkeriya Tirk çi qasî li dijî gelên herêmê binpêkirin û sûcan pêk bîne jî, dê ji ber hevgirtin û yekitiya gelê herêmê nikaribe armancên xwe pêk bîne.

Li gel hedefgirtina sivîlan, topbarankirina malên wan bi awayekî sîstematîk û yekser ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve û pêkanîna sûcên şer li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê, civaka navneteweyî çima li hemberî van kiryarên dermirovî heta niha bêdengiya xwe diparêze?

Dewleta Tirk bi kiryar û êrişên xwe girîngiyê nade komkujiyên ku pêk tîne û xwîna ku dirijîne. Mixabin heta civaka navneteweyî jî sûc û guhertina demografîk a li ser erdê dibîne, lê dengê xwe dernaxe.

Ger ev bêdengî dewam bike, em dikarin wan dewlet û rêxistinên navneteweyî bi lihevkirina li dijî pêşeroja gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê tawanbar bikin. Pirsa derdikeve ev e; li hemberî sûcên li dijî şêniyên Efrînê û koçberên Serêkaniyê pêk tên em ê çawa vê bêdengiyê bişikînin? Helbet, ew yek bi hevgirtina me û têgeha biratiya gelan pêkan e. Ji ber ku dema binpêkirin li dijî gelekî pêk tên, tu ferq û cudahiyê naxin navbera Kurd, Ereb, Suryan, Ermen, Tirkmen û pêkhateyên din.

Ji lew re, di vê qonaxê de hevgirtina gelan a bi rêya diyalogên domdar pir girîng e, da ku em gotina xwe bikin yek, dengê xwe bigihînin dadgehên navneteweyî û hesabê ji sûcdar Erdogan ku berpirsê wan binpêkirinan e, bixwazin.

Hikumeta Şamê gelek caran behsa yekitiya xaka Sûriyê kir, lê belê ew di bersivdayîna êrişên dagirkeriya Tirk de helwesteke rastîn nîşan nade û di dirêjahiya 50 salî de û heta niha tenê hin dirûşman berz dike. Gelo ev hikumet bi rastî nikare bersivê bide, yan hedefgirtina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li xweşiya wê tê?

Dewleta Tirk bi hin welatên herêmê re xwedî berjewndiyan e. Wekî Iraqê ku li hemberî komkujiyên dewleta Tirk ên bi rêya êrişên li ser Şengalê û herêmên din, bê deng e.

Heta di hundirê Sûriyê de jî, rejîm piştgiriyê dide siyaseta dewleta Tirk a li dijî gelê herêmê, çima? Ji ber ku mixabin, ji 10 salan ve rejîm dev ji zîhniyeta xwe bernade û guhertinê naxwaze.

Her wiha ew sererastkirinê wekî destpêkirina guhertinê dibîne û dixwaze hemû însyatîfên di vê derbarê de bi dawî bike, da ku rewşa heyî dûrî guhertinê biparêze. Tevî ku li welêt aloziyên aborî, siyasî û civakî jî hene, rejîm bi israr e ku li ser zîhniyeta xwe ya kevn bimîne.

Heta em dibînin ku li eniyên pêş jî piştgiriya berxwedana hêzên li ser erdê Sûriyê li dijî dagirkeran nake. Wekî Hêzên Sûriya Demokratîk ku li hemberî dagirkeriya Tirk sekinî û di oxira parastina yekitiya xaka Sûriyê de bi hezaran şehîd dan. Her wiha herêmên ku çavkaniya terora DAIŞ`ê bûn û xetere li ser tevahî Sûriyê çêdikirin ku DAIŞ nêzî kontrolkirina Şamê jî bûbû, rizgar kirin.

Tevî wê yekî jî, rejîm diyaloga bi van hêzan re ya di çarçoveya bersivdayîna dagirkeran de qebûl nake. Hikumeta Şamê xwe tenê li paytextê Şamê dibîne, rejîm û desthilata xwe diparêze û gelê ku bi zemhetî di vê aloziyê de dijî, paşguh dike.

Rejîm hevkarê Rûsyayê ye, ew rê li ber êrişên dagirkeriya Tirk vedikin da ku zextê li Rêveberiya Xweser bikin. Lê divê rejîm aliyên din jî qebûl bike, divê wê yekê bibîne ku çareserkirina aloziyê girêdayî serkeftina diyalogên sûrî-sûrî ye.

(cx)

ANHA