‘Ger Tirkiye êrîş bike, dê her der bibe qada şer’

Interview with HESEKÊ 

Ji fermandarên giştî yên QSD’ê Newroz Ehmed têkildarî plana dewleta Tirk a “herêma ewle” ya bi 32 km eşkere kir ku heger dewleta Tirk êrîş bike, wê bersivdayîn ne sivik be û dê hemû der bibin qadên şer.

Gefên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hîn berdewam dikin. Dewleta Tirk a dagirker herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ku hemû gel tê de ewle dijîn, qaşo bi navê “herêma ewle” û bi şertê mesafeya 32 km herêm bê valakirin, dike hedef.

Rêveberiya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî, ji bo “herêma ewle” hin şert pêşkêş kirin. Şertên “herêma ewle” wiha ne: Herêma ewle herî zêde 5 kîlometreyan di nava sînor de be. Wê bajar nekevin nava herêmên ewle” û ev herêm ne di bin serweriya hêzên Tirkiyê de be. Rêveberiya Xweser dibêje dê li şûna wê li ser herêma ku hêzên Koalîsyona Navdewletî de ye dibe ku hêzên Tirkiyê jî di nava wê de cih bigirin û ev hêz jî wê Ii herêmên beyar aktîf bin. Ev pêşniyar jî bi derdorên peywendîdar re hatiye parvekirin û hatiye gotin ku ji bo ev tişt pêk were jî divê welatiyên Efrînê ku bi darê zorê ji warên xwe hatine derxistin, careke din vegerin bajarê xwe.

Serjimara bajarên sînorên herêma ewle

Di herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan, êzidî, Tirkmen, Ermen, Çerkez û Çeçen dijîn. Herêm ji kantona Cizîrê, kantona Firat û kantona Gire Spî pêk tê. Li herêmên ku dikevin ser sînorên herêma ewle de Kobanê, Girê Spî, Tirbespiyê, Dirbesiyê, Qamişlo, Amûdê, Dêrik û Serêkaniyê hene. Serjimarên sala di 2016’an ku NRLS’ê parve kirine, wiha ne:

Kobanê bi piranî Kurd û hemû pêkhate: 74.000, Girê Spî bi piranî Ereb, Kurd û hemû pêkhate: 28.518, Dêrik bi piranî Kurd û hemû pêkhate: 26.609, Tirbespiyê bi piranî Kurd û hemû pêkhate: 20.428, Qamişlo bi piranî Kurd û hemû pêkhate: 184.804, Amûdê bi piranî Kurd û hemû pêkhate: 26.432, Dirbesiyê bi piranî Kurd û hemû pêkhate: 20.086, Serêkaniyê bi piranî Kurd, Ereb û hemû pêkhate: 35.318 dijîn.

Ji 2011’an ve kiryarên dewleta Tirk li ser sînor

Kiryarên dewleta Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê roj bi roj zêde dibin. Bi van kiryaran daxwaza wan ji herêma ewle re mêjiyê mirovan de şik û guman ava dike û pirsa gelo pêwîstiya kî bi herêmeke ewle heye, derdixe holê. Li ser sînorên di navbera Bakurê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê de kiryarên dewleta Tirk a dagirker ji 2011’an heya niha li gorî Saziya Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê (derveyî kiryarên Efrînê) wiha ne: 223 kes hatin kuştin, organên 3 kesan hatin dizîn, bi dehan jin hatin tecawizkirin û revandin, 332 kes birîndar bûn û 15 kes jî hatin îşkencekirin. Leşkerên dewleta Tirk di 129 gundên ku li ser sînor in, nahêle gundî zeviyên xwe biçînin û nêzî erdê xwe bibin. Erdê li ser sînor ku dewleta Tirk nahêle bê çandin, herî kem 27.633 donim e.

Têkildarî nîqaşên herêma ewle, gef, liv û tevgera leşkerî ya dewleta Tirk li ser sînorên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê  ji Fermandariya Giştî ya QSD’ê Newroz Ehmed pirsên me bersivandin.

Nîqaşên li ser herêma ewle bi çi awayî derketin pêş?

Di rojeva me de nîqaşên “herêmeke ewle” tu carî cihê xwe nedigirt. Ji ber ku herêmên me jixwe ewle ne. Lê piştî DAIŞ ber bi têkçûnê ve diçû, hin hêz li bendê bûn ku herêmê bixin bin kontrola xwe. Ev planên wan bi ser neketin. Têkiliyên me bi dewletên derdorê yên wekî dewleta Tirk re jî hebûn. Dan û standinên dihatin meşandin ne di asta fermî û jor de jî bin, lê heya cihekî dan û standin hebûn. Dewleta Tirk vê baş dizane ku tu carî êrîş ji aliyê me ve ber bi sînorên Tirkiyê ve çênebûne. Tu hewldeneke me ku siyaseta dewleta Tirk bixe bin xetereyê, nehatiye kirin. Lê di van demên dawîn de gefên dewleta Tirk hîn zêdetir bûn. Wekî ku ew bi xwe dibêjin “Çawa li Başûrê Kurdistanê, Kurdan statu bi dest xist, dê li vê herêmê jî statuyê bi dest bixin, lê em tu carî li ser sînorên xwe destûra vê nadin.” Hemû armanca wan ev e û ji bona vê jî gefan dixwin, dixwazin êrîş bikin.

‘Herêma ewle bi gefan ve giredayî ket rojeva me’

Tu armanceke me ya ku em êrîşî dewleta Tirk bikin tune ye. Jixwe em bi êrîşên ku di hundir de li ser gelê me tên kirin re mijûl in. Lê dewleta Tirk her tim dibêje ew hêzêk bi vî navî li ser sînorên xwe qebûl nakin. Herêma ewle bi gefan re giredayî ket rojêva me. Wekî gelê herêmê û hêzên parastinê em dibêjin herêmên me yên herî ewle ne. Gelên me di nava aramiyê de, bi nasname û baweriya xwe dijîn. Hejmareke gelekî zêde ji koçberên derveyî herêmên me îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dijîn.

Bi herêmêke ewle re dewleta Tirk dixwaze çi pêk bîne?

Em bi awayekî vekirî bibejin. Em êdî naxwazin ku li ser axa me şer berdewamke. Sedemên ku dewleta Tirk wekî hinceta şer tine ser ziman em dikarin van mijaran bi diyalogê jî çareser bikin. Dewleta Tirk bi awayekî fermî li ber çavên hemû cîhanê axa welatekî din dagir kir. Bab, Cerablus, Ezaz, Idlib û Efrîn li ber çavan in. Niha bi heman hincetan jî dixwaze axa Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bike. Jixwe herêmên me ewle ne. Lê em ji bo herêmeke ewle ku behsa wê tê kirin, jî vekirî ne. Ji ber ku em naxwazin gelê me careke din bi şerekî nû re rû bi rû bimîne. Heya ku derfet hebe bi wan hêza re dixwazin bigihîjin encamekê. Encamek ku gelê me jî razî bike û sebebên ku dewleta Tirk nîşan dikin jî ji holê rake. 

‘Ne mimkun e ku Tirkiye di herêmê de cih bigre’

Em dikarin hêzên ewlehiya sînor ava bikin û vê bixin bin garantiyê ku wê êrîş ji milê me ve çênebe. Lê dewleta Tirk naxwaze xelkê herêmê parastina xwe bike. Em jî qebûl nakin ku hêzêk ji derve parastinê bike. Wekî dewleta Tirk ku dibêje ‘divê ez di herêmê de hebim’ lê divê her kesek bizane ku ne mimkun e em vê qebûl bikin. Ji ber dewleta Tirk cihê ku dikevê dagir dike û li wir xwe mayînde dike. Ew qas gelê me li ser sînor hatin qetilkirin, ne mimkun e ku gelê herêmê vê qebûl bike.

Planên hilbijartina 32 km çi ye?

Dewleta Tirk li ser ferzkirina 32 km’yan bi hin hêz û rejîma Sûriyê re ketiya nav planan. Li gorî planan dê 32 km di destê dewleta Tirk de be. Başûrê Sûriyê jî wê hêzên din bikevinê. Bi vî rengî dixwazin tevahî herêmê di nav xwe de parçe bikin û van nirxên ku bi berdêlên mezin hatine bidestxistin, ji holê rakin.  Ya ku metirsiyek gelekî mezin ava dike û niyeta dewleta Tirk hin zêdetir eşkere dike, ev e.

Gelo êrîşên DAIŞ’ê yên li ser herêmê bi gefên dewleta Tirk ve giredayî ne?

Her dema ku dewleta Tirk gefan dixwe, DAIŞ êrîşên xwe di herêmê me de xurttir dike. Di demên dawîn ev bi awayekî berbiçav zêde bûye. Ev jî diyar dike ku armanca dewleta Tirk ew e ku careke din DAIŞ’ê zindî bike û bi rêya wê re herêmê kontrol bike. Ger ev nebe jî tevlihev bike. Di demên dawî de kampên ku malbatên DAIŞ’ê lê hatine bicihkirin, vekirî gotin ku wê careke din xwe zindî bikin. Di warê îstîxbaretên ku me bi dest xistine de hucreyên DAIŞ’ê yên veşartî dibêjin ‘Em ê tola xwe ji we hilînin û di demeke nêz de em ê careke din vegerin.’ Ev jî xetereyeke mezin e. Zindîkirina DAIŞ’ê ne tenê ji bo herêmê, ji bo hemû mirovahiyê xetere ye. Erê em heya cihekî van DAIŞ’iyan di girtîgehan de digirin lê ev ji bo me jî gelekî zehmet e. Divê dadgehên navneteweyî ji bo van çeteyan werin çêkirin.

Fermandariya QSD’ê beriya demekê bi fermandarê Herêma Navîn a Fermandariya Navendî ya Koalîsyona Navdewletî Kenneth McKenzie û nûnerê Amerîkayê yê taybet ê koalîsyonê William Robak re hevdîtin pêk anîn. Diyalogên we bi nûnerên Amerîkî re çi astê de bûn, çi encam ji van diyalogan derketin?

Me bi rayadarên Amerîkî re me mijarên wekî gefên dewleta Tirk, şertên me yên der barê herêma ewle de, ji bo çareseriyê rêya diyalogê parastin, hucreyên razayî yên DAIŞ’ê nîqaş kirin. Helwesta  nûnerên Amerîkî jî ew bû ku bê ku şer di herêmê de derkeve bikarin  bi hev re çareseriyekê peyda bikin. Gefên dewleta Tirk rêya çareseriyê dixitimîne. Her çi qas ev hevdîtinên dawîn negihîştibin encamekê jî lê pêvajo didome û hevdîtinên me berdewam dikin.

Bêguman em jî dixwazin bigihîjin encamekê, lê divê ev encam jî gelê me yê herêmê razî bike. Helwesta gelê me yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê cihê taqdîr û moralê bû. Gel dizane ku hedef ne tenê gelê Kurd e, berovajî hedefa van êrîşan hilweşandina projeya  biratiya gelan e ku di herêmê de xurt dibe. Di demên zor û zehmet de bi desteka gelê xwe me ev deskeftî bi dest xistin. Di pratîkê de jî em ê bi gelê xwe re herêmên xwe biparêzin. Gelê me dizane ku ji derveyî axa xwe li tu deverê nikarin bijîn. Dewleta Tirk êrîş bike, em jî ji bo parastina gelê xwe şerekî gelekî xurt bidin meşandin. Em ji diyalogan re vekirî ne û dixwazin van destek bidin hewldanên çareseriyê. Lê dema ku pêwîst bike jî em ê li her deverê berxwedaneke mezin jî bikin.

Dewleta Tirk li ser çapemeniya xwe her tim behsa vegerandina koçberên Sûriyê dike. Beriya dagirkirina Efrînê jî her tim ev mijar wek hinceta dagirkeriya xwe dida xuyakirin. Niha sedema avakirina vê rojevê çi ye?

Dewleta Tirk bi ji bo ku di raya giştî de dagirkeriya xwe ya li ser herêmê rewa bike, bi awayekî eşkere koçberên Sûrî yên li Tirkiyê dike hincet. Lê gelê herêmê koçberî Tirkiyê nebûye û li ser axa xwe dijîn. Hejmarek gelekî biçûk ên bi DAIŞ’ê ve giredayî û yên desteka xwe ji Tirkiyê digirtin, reviyan û çûn Tirkiyê.  Dema ku me Girê Spî rizgar kir hin komên biçûk bi Artêşa Azad re rêviyan. Dewleta Tirk nikare koçberan wekî hincet bide nîşandan û bêje ‘Gelê herêmê ji axa xwe koçber bûne, ew li gel me ne û em ê wan vegerînin’.  Dixwazin vê bixin bingeha êrîşên xwe û li ser vê esasê êrîşên berfireh bidin destpêkirin. Ya rast ew e ku dixwazin bi hincetê dagirkeriya xwe rewa bikin. Lê ev ne mimkun e.

Heger êrîşêk li ser herêmên we were, hûn e bi çi stratejiyê bimeşin?

‘Bi êrîşan re hevsengiyên herêmê bi giştî dê biguherin’

Divê bê zanîn ku eger dewleta Tirk neyê çareseriyê û şer jî bixwaze, em ê jî ji şer e amade bin. Ger êrîşek li ser cihekî herêmê çêbe wê tenê bi wir ve sînordar nemîne. Dewleta Tirk wekî ku di Efrînê de pêk anî niha jî dixwaze herêmê parçe parçe dagir bike. Lê şerê ku were kirin wê bi parçeyekî herêmê ve sînordar nemîne. Sînorekî me yê gelekî dirêj bi dewleta Tirk re heye. Ger şerek çêbe dê hemû sînor bibe qada şer. Bêguman şer ji bo gel xetereyên mezin çêdike. Di vê herêma ku behsa wê tê kirin de ji hemû pêkhateyan bi milyonan sivîl dijîn. Ya dûyem şerekî mûhtemel wê hemû dengeyê herêmê bide gûhertin. Di Sûriyê de hêzên cûda cûda hene û rejîma Sûriyê jî wê hewlbide ku hemû herêmê careke din bixe bin kontrola xwe. Hêzên Îranî, komên çete hene û teybet DAIŞ di herêma me de hin metirsiyek gelek cidî ye. Ger ku şerek çêbibe dibe ku DAİŞ ji vê sûd bigire û careke din zindî bibe. Her wiha divê bê zanîn di kampanda bi hezaran koçber hene û şerekî mûhtemel we jiyana van koçberan bixe bin xeteriyeke mezin. Di kelêka van de girtiyên DAIŞ, bi taybet yên ku di hamleya Derazorê da hatin girtin hene. Îhtîmalek gelek mezin ku Tirkiyê êrîş bike, wan çeteyan xilas bike û careke din bi rêxistin bike.

Têkildarî gefên Tirkiyê, bi rejîma Sûriyê re tu hevdîtinên wê hene gelo?

Di demên derbasbûyî de hevdîtinên me bi rejîma Sûriyê re çêbûn. Lê rejîma Sûriyê wekî tu dibêje ku qet tiştek nebûye, dixwaze careke din vegere û şertên xwe li her derê ferz bike. Rejîm hewl dide me wek hevkarên hêzên derve bide xuyakirin. Wekî ku îxanet li axa Sûriyê kiriye, me hêzên biyanî derbasî axa Suriye kirine. Lê ev ne rast e. Heta rejîma Sûriyê jî baş dizanê ku me tu kesî derbas nekiriye û ew hevkariya ku çêbû jî ber rewşa di herême dihat dijîn bi pêş ket.

Di rastiyê de ya ku bû sedem hêzên derve derbasî axa Sûriyê bibin, zîhniyeta rejîma Sûriyê bi xwe bû. Car caran li hember gefên dewleta Tirk helwest di axaftin de helwesta xwe diyar dikin, lê di esas de zîhniyeta li hember gelan heman zihniyet e. Ev jî encama pejirandina dijminatiya gelê herêmê ye. Em bi israrin ku hevdîtinan bidomînin ji bo ku bikaribin vê zihniyêta înkar û tasfiyêkar bigûherînin. Êrîşên ku li pêşdikevin ji bo rejîma Sûriyê jî xeterin. Ji ber di encam de perçeyek ji axa Sûriyê tê dagirkirin. Dema ku Tirkiyê êrîş bike nikarin piştre vê di nav xwe de nîqaş yan jî çareser bikin. Wê rewş hin xerabtir û tevlîhev bibe. Bi kurtasî bi rejîma suriyê re car caran hevdîtinên me çêrbûn lê mixabin negihîştiye tû encamekî.

Sibe: Xebatên qonaxa avakirina Rêveberiya Xweser û xeteriyên ser sîstemê

ANHA