Hamo Moskoviyan: Tu cudahî di navbera Erdogan û sultanên Osmaniyan de tune ye

Interview with GÎVARA ŞÊX NÛR

Pisporê dîroka gelan ê ku ji komkujiyên li ser Ermen xilas bûye Hamo Moskoviyan got: “Tu cudahî di navbera Erdogan û sultanên Osmanî de tune ye. Sultanên Osmanî di dirêjahiya 400 salên ku herêm dagir kiribû de, ji bo ku hegemoniya xwe ferz bikin, gelên herêmê kuştin, herêm wêran kirin û gelên wê dan koçberkirin. Erdogan jî ji bo pêkanîna xewna vejandina Împeretoriya Osmanî DAIŞ şand herêmê.”

Dîplomat, rojnameger û pisporê dîroka gelan ê Ermen  Hamo Moskoviyan jî yek ji wan kesên ku ji komkujiyên li ser Ermenan xilas bûye. Hamo Moskoviyan desthilatdariya Osmanî û Erdogan da ber hev, rûyên şibandinê û armancên Erdogan ên li herêmê şîrove kirin. Moskoviyan bang li gelên herêmê kir ku bi yekrêzî li hember Erdogan bisekinin.

Navaroka hevpeyvînê wiha ye;

-Osmaniyan herêma Ereb heya 4 sedsalan dagir kir, gelo çawa herêmê hikum kirin û çi bi serê Ereb, Ermen û Kurdan kirin?

Piştî lewazbûna Împeretoriya Bizansî ji aliyekî ve û lewazbûna  Îmeperetoriya Ereban ji aliyekî din ve, her wiha bi hatina Selçûqiyan piştre Moxol, Tatar û Tirkmanên bakurê Îranê û beşên ji Iraqê, qebîleyek biçûk û şerker ji Benî Osman sûd ji van guhertinan girt. Serkeftina xwe ya yekemîn li ser hesabê qebîleyên Tirkman ên bermahiyên Selçûqiyên herêmê pêk anî. Her wiha li Misrê li dijî Mamalîkan bi ser ket û piştre jî li dijî Bîzansiyan.

Ji ber nakokiyên di navbera Bizansiyên rojhilat, Împeretoriya Roman û bermahiyên wê li rojava û dêra Ortodoks, Osmaniyan bajarê Konstantineyê dagir kir. Di wê demê de ya ku nêzî 200 sal dom kiriye, Osmaniyan tevahiya rêbazên kuştin, serjêkirin û koçberkirin bi kar anîn. Heta ti rêbazek nehiştin û bi kar anîn. Dîroka Osmaniyan tijî kuştin û komkujiyên li ser şêniyan e. Dema derbasî her herêmekê dibûn, hakimên wê herêmê tehdîd dikirin, yan wê bi wan re hevkar bin yan jî wê rastî kuştin, êşkencekirin û talanê werin.

Piştî demekê Osmaniya artêşa Inkîşarî ji esîrên temen biçûk ên gelên ku rastî êrîşên Osmaniyan hatine ji Kurd, Ermen, Suryan, Keldan û Alban ava kirin. Osmaniyan ew esîr di bargehên leşkerî de perwerde kirin da ku bibin artêş û bi rêya wan gelên herêmê bikujin û herêmê kontrol bikin.

Yanî Osmaniyan bi rêya kuştin, talankirin û tirsandinê herêm kontrol kir û sûd ji hilweşîna kevntirîn Împeretoriyên li herêmê girt. Di dirêjahiya dema ku herêm dagir kirine, di hikumê xwe de şûr û kuştin bi kar anîn. Lê divê were destnîşankirin ku ji bo Osmanî bikaribin hegemoniya xwe bidin rûniştandin, mirîdên xwe yên ji gelên din  Kurd, Ermen, Ereb, Çerkes, Alban û Yûnan bi kar anîn. Bi vê yekê karî  tevahiya rûbera Împeretoriyê heta ku li Viyaneyê têk çû kontrol bike. Tevî derketina Împeretoriya Rûsya, rabûna gelên Rojhilata Navîn û gelên Balqanan.

-Gelo asta rûyên şibandinê di navbera desthiltdariya Osmanî û Erdogan ê ku hewl dide xwe wek xelîfe  bike de, çine?

Gelek rûyên şibandinê di navbera sultanên Osmanî û Erdogan de hene. Erdogan mîna sultanên Osmanî xwedî li tundrewiya islamî derket. Tê zanîn ku Erdogan yek ji şagirtên Fetûllah Gulen ê ku Emerîka desteka wî dike bû. Bi desteka Gulen, Erdogan piştî ku li ser tevgera Ataturk a xwedî rêgeza netewperestî bi serket gihaşt desthilatdariyê. Di dema tevgera Ataturk de gelek hemwelatiyên Tirk rastî girtinê hatin. Kanan Evren  zordestê herî dawîn ê wê tevgerê bû  û di sala 1980`ê de bi derbeyek leşkerî gihaşt desthilatdariyê. Evren  di wê salê de 150 hezar kes ji çapgirên Tirk, Kurd, Yûnan, Ermen, Suryan û tevahiya kesên ku banga demokrasiyê dikin, girtin.

Erdogan ji zordestên pêşîn fêr bû. Dest bi hizira vegerandina desthilatdariya Împeretoriya Osmanî, xwe weke xelîfeyê ji terza nû ragihand. Ji bo wê jî teknolojiya nû, toreya istixbaratê ya mezin bi kar anî û bi hestên gelê filistînî û Ereb lîst.

-Gelo armancên Tirkiyê di derbasbûna herêma Erebî de çi ne?

Armancên wê; vejandina xewnên Împeretoriya Osmanî ye. Lê mixabin hindek dewletên Ereban bawer dikin ku Tirkiye xilaskarê tekane ye. Em hemû dizanin ku Qeter bi Tirkiyê hevkar e û Tirkiyê li Qeterê bargehek leşkerî ava kiriye. Her wiha têkîliya Erdogan bi tevgera siyonî re baş e û hîna wisa ye. Lê tevî wê jî xwe weke parêzvanê doza Filistînê nîşan dide. Doza filistînî ji zêdetirî 60 salî ve doza Ereb a yekemîn tê hesibandin.

Erdogan ji bo pêkanîna timayên xwe çeteyên DAIŞ`ê ava kir, perwerde kir û şandin Sûriyê, Lîbyayê û gelek dewletên Ereb. Her wiya Tirkiyê deriyên xwe ji bo penaberan vekirin, wek kaxiza zextê û şantajê li hember Ewrupa û rojava bi kar anî.

Lewar divê cîhana erebî ji Okyanosê heta Kendavê bikevin ferqê ku Erdogan weke xezîneyê (gencine) li wan dinêre. Emerîka, Rûsya û dewletên Ewrupayê bi wan tehdîd dike.

-Çi ji gelên herêmê tê xwestin da ku li hember xeteriya Osmaniya Nû bisekinin? 

Em gelên bindest rastî gelek komkujî, koçberkirin û kuştina birêxistinkirî hatin. Herî dawîn qirkirina li ser Êzidiyan a di sala 2014`an de. Gelê Êzidî li gel bêdengiya navdewletî hatin kuştin. Her wiha balafirên Tirkiyê gundên Kurdan topbaran dikin û bi temamî wêran dikin. Ew bajarên Kurd di nav de bajarê Amadê li gel bêdengiya navdewletî wêran kir.

Piştî ku Tirkiyê pergala S- 400 a Rûsî wergirt, Erdogan gefa dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û kontrolkirina zeviyên petrole, xwar. Ji dema hatina Osmaniyan a li herêmê,  gelên herêmê rastî kuştin, talankirin, koçberkirin û wêrankirinê tên. Ji destpêkê ve siyaseta parçebike û birêvebibe bi kar anî. Lewra divê gelên Sûriyê, Lubnan, Iraq û heta Ewrupayê li hember Erdogan û partiya wî bibin yek.

Mirov nikare pişta xwe bide dewletên mezin. Ji ber wê çareserî di destê gelên herêmê Kurd, Ereb, Ermen, Suryan, Tirk, Yûnan û gelên din de ye.  Divê eniyek hevgirtî li hember Erdogan ava bikin.

(şx/bm)

ANHA