Hedîl Awîs: Hêzên navdewletî û herêmî xwe ji şerê yekser li Sûriyê dûr dixin

Interview with NAVENDA NÛÇEYAN-AZAD SEFO

Nivîskar û rojnameger Hedîl Awîs got hêzên navdewletî û herêmî xwe ji şerê yekser li Sûriyê dûr dixin. Lewra her êrîşeke ji aliyê Tirkiyê ve li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê girêdayî helwestên her du aliyan Rûs û Amerîka ye. Hedîl tekez kir rewşa bakur û rohilataê Sûriyê ne mîna ya Efrînê ye.

Ji demekê ve Tirkiyê di bin navê herêma ewle de, gefa êrîşan li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe. Lê hinceta Tirkiyê zaîfe bi taybet ji ber ku dixwaze herêmê kontrol bike heta ku planên xwe yên berfirehkirinê li gorî Mîsaqa Milî bîne cih.

Tirkiyê ji bo ku planên xwe pêk bîne, hevdîtinan bi berpirsên Amerîkayê re çêdike. Her wiha têkîliya xwe bi Rûsyayê re di vî warî de didomîne da ku bighêje formeke dawîn bi tevahiya aliyan re ji ber ku hêzên mezin in û bi awayekî yekser li Sûriyê ne. Mirov dibîne ku serokkomarê Tirkiyê ji hemêza Amerîkayê diçe hemêza Rûsyayê û berovajî wê rast e. Girêdayî gefên Tirkiyê li dijî herêmê ajansa me hevpeyvînek bi nivîskar û rojnameger Hedîl Awîs re çêkir.

Navaroka hevpeyvînê wiha ye:

-Piştî serdana James Jeffrey a dawîn bo Tirkiyê, asta gefên Tirkiyê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde bûn û gihaşt astekê ku serokkomarê Tirkiyê bêje encama peymana li ser herêma ewle çi bibe bila bibe dê êrîşî herêmê bike. Gelo armanca Erdogan ji van daxuyaniyan çi ye?  Gelo hewl dide tawîzên mezintir ji Amerîka li Sûriyê bi dest bixe?

Tirkiyê hewl dide destkeftiyên mezintir li Sûriyê bi dest bixe. Berpirsên Tirkan hertim dibêjin berdewamkirina Tirkiyê kirîna pergala S 400 ji Rûsyayê ew sedema nakokiya Tirkiyê bi Washingtonê re ye. Tirkiyê nêzîkbûna xwe ji Rûsyayê, ji ber ku aliyê Amerîkî berjewendiyên wê li Sûriyê pêk neanîne hincet digire. Her wiha Tirkiyê nabîne ku Amerîka dê daxwazên wê li Sûriyê bîne cih.

Mijara Sûriyê Tirkiyê ditirsîne, ji ber ku tu sozên cidî ji Amerîka di vî warî de nebirine. Ev jî bû sedema ku Tirkiyê berê xwe bide Rûsyayê, ji ber ku bandora Rûsya di Sûriyê de pirtir e û dikare berjewendiyên Tirkiyê pêk bîne. Lê pirsa xwe di vir de dide pêş, gelo helwesta Rûsya ji hemleya leşkerî ya Tirkiyê li Sûriyê çi ye?

Heta niha aliyê amêrkî bi mijara herêma ewle nepejirndiy. Her wiha bi artêşa azad yan jî dê kî li van herêman be ji milîsên ku Tirkiyê dê ji Idlibê bîne wir nerazî ye. Gelo mijar di nuqteyên çavdêriyê yên Tirkiyê de diyar bûye yan jî dê pergala wan herêman cuda be. Li ser van tiştan hîna tu lihevkirinek çênebûye. Amerîka jî qebûl nake û bi pêşniyarên Tirkiyê razî nabe. Ne ji ber ku bi Kurdan re li hev kiriye û ew jî tenê hevalbendiyek pîroz e. lê belê Amerîka bi berjewendiyên xwe difikire. Ti rêveberiyek Amêrîkî tune ye dixwaze destkeftiya rizgarkirina herêmê ji hovantirîn rêxistina terorîst winda bike. Ev rêxistin komkujî û êrîş li dewletên rojavayî pêk aniye û heta li Amerîkayê êrîşên bi navên DAIŞ`ê pêk hatin. Yanî ne ji berjewendiya serokê Amerîka Trump e ku vekişe û bi temamî dest ji herêmê berde û rê dîsa li pêşiya vegera terorê û tevliheviyê ji herêmê re vebibe. Di vir de dimîne bê ka Amerîka heta kijan astê amade ye hêzên xwe li wê herêmê bihêle û helwesta Rûsyayê çi ye?

Eger Erdogan êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir, çi metirsî li pêşiya wî hene?

Her êrîşek Tirkî ber bi herêmê ve dê bi erêkirina Amerîkayê be. Lê em dibînin ku ev dewlet xwe ji şerê yekser bi hev du re dûr dixin. Amerîka di serdema Obama de ji ber mudexeleya Rûsya, mudexeleya kar û barên Sûriyê nekirin da ku  li hev nekevin. Tirkiyê jî naxwaze li hemberî Amerîka bisekine, her wiha naxwaze bi Amerîka re nakok be û niha hewl dide ji cezayên aborî ji ber kirîna S 400 bireve.

Bi texmîna min mijarên girîng li cem Amerîka hene. Hindek ji wan mijaran, tevî ku Tirkiyê nuqteyên çavdêrkyê bi zorê û beyî lihevkirina Amerîkayê ava kiribin jî, lê ew nikare herêman bi rêbazên cuda mîna Efrîn, Bab û herêmên din ên Sûriyê dagir kirine ava bike.

Tirkiyê ruxmî gefên Amerîkayê di ferzkirina cezayan li ser Anqere de pergala S 400 kirî, lê rêveberiya Trump gefên xwe neanîn cih û tenê zimanek nerm bi kar anî. Gelo çima Amerîka ev ziman bi karî anî? Asta bandora kirîna endamê NATO`yê pergala S 400 li ser NATO û hebûna wê çi ye?

Nêzîkatiyên gelek siyasetmedarên Amerîkayê bi Tirkiyê re tê guhertin. Tirkiyê hevlabendek kevnar, dîrokî, girîng û sereke yê Amerîkayê tê hesibandin. Di dema dawîn de ji ber siyasetên Erdogan têkîliyên di navbera her du dewletan de paşde çûn. Kesên xwedî biryar li Amerîkayê çi yên demokrat yan jî kommarî ji ber ku Tirkiyê pergala S 400 kirî, bilindkirina asta nakokiyê bi Tirkiyê re teşwîq kirin. Lê Trump razî bû ku ji ber ku serokê Amerîka yê berê Obama pergalên balafiran nefort Tirkiyê, hişt ku Tirkiyê S 400 bikire. Ji aliyekî din ve ruxmî hewldanên kongresê ji bo ku Trump çek nefroşe Sûidiyê, lê Trump carek û heta du caran mafê vîto bi kar anî û çek firot Sûidiyê.

Tevî wê jî Trump Tirkiyê wek hevalbendê xwe dibîne. Lê tevî her tiştî teşeya têkîliya Amerîka-Tirkiyê piştî S 400 hate gurtin. Mirov dikare bêje destpêka guhertina demek dirêj e. lê dîsa Amerîka Tirkiyê girîng dibîne, lewra me tu cezayên aborî nedîtin. Tenê wê ji kirîna F35 mehrûm kir.

Her êrîşeke Tirkiyê li dijî herêmê dê bi erêkirina Amerîkayê be. Gelo eger êrîş pêk hat temenê ku dê Tirkiyê bide çi ye û Amerîka dê çi bi dest bixe?

Mîna me berê gotî, ev êrîş ji Amerîka re nerehetî ye. Ne ji ber ku wê piştgiriya herêmê hilbijartiye. Lê ev bi berjewendiyên wê girêdayî ye. Ew jî rêgirtina li pêşiya vegera DAIŞ`ê ye. Dema Trump ragihand ku bi temamî ji Sûriyê vedikişe, me dît ku rêjeyek mezin ji wezareta beravaniyê, berpirs û şandeyên Amerîkî bo Sûriyê derketin û gotin ev li dijî berjewendiya Amerîkayê ye.

Dema DAIŞ`ê rojnameger, biyanî, Amerîkî û Ewropî kuştin Koalîsyona Navdewletî ava bû û DAIŞ`ê bû dijminê sereke yê Amerîka û hîna wisa ye. DAIŞ`ê gelek êrîşên terorîst li dewletên Ewropayê pêk anîn. Vegera rêxistinê, kabûsek siyasî û stratejîk ji aliyên leşkerî û siyasî ji Amerîkayê re ye.

Girêdan û têkiliyên Amerîka li herêmê, isbat dikin ku dixwaze heya demek dirêj li herêmê be û destek ne tenê  leşkerî ye. Amerîka desteka avakirina meclisên herêmî li herêmê dike. Amerîka ji bo rê li pêşiya vegera DAIŞ`ê bigire derbasî Sûriyê bû û da ku Sûriyê nebe zemînek ji rêxistinekê mîna DAIŞ`ê re. Her wiha stratejiya Amerîka ya derve li dijî hebûna Îran, milîsên wê û rejîmê li Rojhilatê Firatê ye bi taybet ji ber ku bi berhemên binerd zengîn e û ji Îranê re weke jêderekê ye da ku bandora cezayan sivik bike eger li ser hatin ferzkirin.

Koalîsyona navdewletî û QSD`ê zêdetirî nîvê rûbera Sûriyê ji DAIŞ`ê rizgar kir. Li gel hebûna bi hezaran girtiyên DAIŞ`ê di nav de biyaniyên xwediyên tecrube di teqemeniyan û kuştinê de gelo êrîşa Tirkiyê li ser herêmê derfetek ji DAIŞ`ê re peyda nake da ku veger?

Mirov nikare hevrûkirinekê di navbera bûyerên li Efrînê rû dane de bi yên ku li rojhilatê Firatê rû didin çêke. DYA`yê ji destpêkê ve eşkere bû. Ji ber rêgirtina li pêşiya DAIŞ`ê li Rojhilatê Firatê derbasî Sûriyê bû û got ew ê van herêman di bin ewlehiyek stratejîk demdirêj de biparêze. Lewar me astengiyek gelek mezin di her lihevkirinekê de di navbera Tirkiyê û Amerîka de dît. Ji ber ku Amerîka di pêşkêşkirina tawîzan de ji Tirkiyê re zehmetiyan dikşîne. Yanî Amerîka bi awayekî cuda li Rojhilatê Firatê dinêre û li cem wê girêdanek mezintir bi hevalbendiyên xwe yên stratejîk li Sûriyê heye.

ANHA