​​​​​​​'Heger helwestek neyê girtin, dê Tirkiyê binpêkirina peymanan bidomîne'

Interview with EKREM BEREKAT

Rizgar Qasim destnîşan kir ku girîngiya jeostratejîk a navçeya Eyn Îsayê hişt ku bibe qada rageşiyê di navbera hêzên  ku destwerdana Sûriyê dikin de û got ku baweriya bi Rûsya û Amerîkayê wekî dewletên garantorên agirbestê nemaye û heger helwestek neyê girtin, dê Tirkiyê binpêkirina peymanan bidomîne .

Têkildarî êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi taybet ên li dijî navçeya Eyn Îsayê û bêdengiya dewletên garantor û civaka navneteweyî yên  ji van êrişan re, Serokê Tevgera Nûjen a Kurdistanê- Sûriyê Rizgar Qasim bersiva pirsên ANHA'yê dan.

Naveroka hevpeyvînê wiha ye:

Dewleta  Tirk ji 9`ê Cotmeha 2019`an ve û heta niha êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike, gelo armancên wê li herêmê çi ne?

Destpêkê divê mirov dîroka tirkan baş nas bike. Ji destpêka ku Tirk hatine Asya Navîn û heta dema damezrandina dewleta Osmanî ya dagirker û heta bi 20 sedsala derbasbûyî dema ku Kemal Ataturk dewleta Tirk a nû ava kir û heta îro Tirkiyê di serdema Erdogan de, ji derveyî xerabî û wêraniyê tiştek din ji bo şaristaniya mirovahiyê nekirine.

Ji dîroka Tirkiyê ya kevin û ya nû sedemên êrişên wê yên hovane yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar dibin. Armanca wê ji pêkanîna xwesteka dagirkirinê ku ji bav û kalikên xwe girtiye zêdetir e. Armanca wê ya yekemîn gelê Kurd e û gel û pêkhateyên din di radeya duyemîn de ye.

Dewleta Tirk her tim ji Mîsqa Millî a li ser bingeha înkarkirin û tunekirina hebûna gelê din hatiye avakirin dest bi planên xwe dike, ji bo ku planên xwe yên dagirkirinê pêk bîne serî li  hemû siyasetên barbar û hovane dide. Êrişên wê yên li ser Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û Eyn Îsayê berdewamkirina van siyasetên dagirkerane ne.

Dewleta Tirk ji dema îmzekirina peymana agirbestê bi Rûsya û Amerîkayê re di Cotmeha 2019`an de, li gorî peymanan tev nagere, gelo çima peymanên agirbestê pêk nayine û çi ji dewletên garantor tê xwestin?

Tirkiyê dewleteke dagirker e û sînor ji xwesetekên wê yên dagirkirinê re tune ye. Li wir pirsgirêk ne tenê Tirkiyê û Erdogan e, di heman demê Rûsya û Amerîkayê jê neçêtir in, nexasim ku Rûsya têkildarî gelek mijarên girêdayî kar û barên Sûriyê, bi taybet di mijara kurdan de hevkarê Tirkiyê ye. Li vir mirov dikare mînaka Efrînê bide, ku Rûsya qada asmanî vekir û şewqa kesk da Tirkiyê da ku Efrîn dagir bike. Ev yek di çarçoveya pêkanîna berjewendiyên her du aliyan de pêk hat, çi li Sûriyê be û çi jî li derveyî wê be, mînaka wê jî rewşa li Lîbyayê û herêmên din e.

Têkildarî rola Amerîkayê ya bi pêşengtiya Trump, ji Rûsyayê ne baştir. Amerîka jî bi Tirkiyê re bû hevkar demê ku hêzên xwe ji herêmên Serêkaniyê û Girê Spî vekişandin û rê ji Tirkiyê û çeteyên wê yên girêdayî Îtîlafa Ixwanan re vekir ku her du bajarên navborî dagir bikin.

Wê demê de em dikarin bêjin ku bawerî bi Rûsya û Amerîkayê wekî dewletên garantor nemaye, ji ber ku rê li pêşiya êrişên nû yên Tirkiyê yên  li dijî herêmê nagire. Rewşa ku îro li ser Eyn Îsayê rû dide mînaka vê yekê ne. Di her halî de heke cidiyetek tune be, Tirk ne niha û beriya niha û jî tu carî peyman bi cih neanîne.

Nuqteyeke din ku divê em balê bikişîne ser, ew e ku êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî Eyn Îsayê pêşwext in, beriya ku Joe Biden di 20 mehê de hikum bigire Erdogan plan dike ku vê demê qezenc bike. Li vir hevkariyeke din a Rûsyaya derdikeve holê, da ku li beramberî vê yekê qezenciyan li Idlibê bi dest bixîne. Ez dibînim ku mijara Qerebaxê û nepêkanîna Rûsya peymana bi Ermen re ya têkildarî parastina hevbeş, her wiha piştgiriya wê ya bi Erdogan ku destekê bide Azerbaycanê, dîsa jî rûdanên li Eyn Îsayê berdewama bazariya di navbera her du aliyan de ne.

Êdî Rûsya wekî dewleteke garantor bawerî pê nayê, lê ez dibînin ku Amerîkayê ji bo berjewendiyên xwe tev digire. Ne dûr e ku Rûsyayê jî tev bigere da ku Tirkiyê Eyn Îsayê dagir neke, ji ber ku Eyn Îsa herêmeke stratejîk e û dagirkirina wê dê gefan li berjewendiyên aliyan bixwe. Ji vê bingehî û ji ber vê sedemê ne dûr e ku herêma qedexekirina derbasbûna balafiran were avakirin, wê demê dê zehmet be Erdogan û çeteyên wê Eyn Îsayê dagir bike ji ber ku QSD`ê hêzeke xurt li ser rûyê erdê ye û di bersivdayîna ji êrişan re isbata xwe kirine.

Çima Tirkiyê hewldana dagirkirina navçeya Eyn Îsayê dike?

Eyn Îsa ji aliyê erdnîgariyê ve xwedî girîngiyeke jeostratejîk e, ji ber ku li ser rêya M4`ê ye û navgîna gelek rêyan ne, mîna rêya ber bi Reqayê û Girê Spî û gundewarê Hesekê her wiha Kobanê, Minbic û Helebê ye. Li gel vê xwedî ciheke siyasî ye ku  paytexta Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û rêveberiyên wê yên xweser e. Her wiha xeta sereke ya parastina herêmên rojhilatê Kobanê û heta Cizîrê li aliyê rojhilat ve ye.

Ji ber girîngiya Eyn Îsayê, dewleta Tirk û çeteyên wê hewldana dagirkirina wê dikin. Eyn Îsa êdî bûye qada rageşiyê û dibe ku siyasetê bazargiyê jî biguhere, ji ber ku dagirkirina Eyn Îsayê ji berjewendiyên Rûsya û ne jî ji yên Amerîkayê ye, lê di her halî de ne pêkan ku Rêveberiya Xweser û QSD`ê dev jê berdin.

Çima civaka navneteweyî der barê sûcên Tirkiyê li dijî şêniyên Bakur û Rojilatê Sûriyê de bê deng in?

Bê guman siyaset berjewendiyan bi rê ve dibe, siyaseta cîhanê û dewletên mezin li ser vî esasî hatiye avakirin, çi Rûsya be, an Amerîka, an jî Ewropa be berjewendiyên wan bi Tirkiyê re hene. Siyaset bi qasî ku îtîrafê bi berjewendiyan û hesaban dike, îtîrafê bi exlaqê nake, her kes li pey berjewendiyên xwe ketiye. Ji lew ra divê dîplomatiyeke aqlane li gorî vê yekê bidin meşandin, her wiha divê were zanîn ku dîplomasiya bi berjewendiyan re derbas dibe. Kes tiştekî ji kesî re nake bêyî ku berjewendiyan wan tê de tune be. Em jî xwedî berjewendî ne û berjewendiyên aliyan bi me re hene.

Îro, em dikarin doplomasiyekê bidin meşandin ku berjewendiyên me pêk bîne û derfet nede Erdogan da ku dîplomasiya xwe pêk bîne û zimanê xwe nerim bike. Divê em vê yekê baş nas bikin û di pêşxistin û nûbûna dînemîka doplomasiya xwe de dereng nemînin.

Çi ji rêxistinên siyasî û civakî tê xwestin da ku ev êriş werin rawestandin?

Li hemberî dijminahiya Tirkiyê, divê tevahî pêkhate û rêxistinên siyasî û civakî yekitiya xwe ava bikin û li derdora Rêveberiya Xweser a Demokratîk û QSD`ê kom bibin.

Banga min ji bo kesên ku navên Encumena Niştimanî ya Kurdî li xwe dikin, kerem bikin li dijî dijminanan yekitiya niştimanî ava bikin, bi vê yekê tenê dikarin îsbat bikin ku cidî ne. Tevî ku wan ji bilî tevlêbûna nava Îtîlafê di dagirkirinê de tiştek pêşkêş nekirine, lê bangên ji bo tevlêbûna wan li ser destkeftiyên ku bi xwîna bi hezaran şehîdan hatine pêkanîn nayê wateya ku ew di pêkanîna vê yekê de ne cidî ne. Pêkanîna yekitiyê berpirsyar û helweteke niştimanî pêwîst dike, ji bilî van tiştên din xapandin in.

(eh)

ANHA