Hemîd El-Ebid: Girê Spî rêveberiya xwe ya xweser heye û ne wekî herêmên din ên Sûriyê ye

Interview with .

GIRÊ SPÎ

Hevserokê Meclisa Kantona Girê Spî Hemîd El-Ebid da zanîn ku cudahiyeke mezin di navbera herêmên di bin dagirkeriya Tirk û herêmên hundirê Sûriyê û kantona Girê Spî de heye ku piştî rizgarkirinê wê ji DAIŞ`ê, rêveberiya xwe ya xweser ava kiriye.

Têkildarî salvegera 5`emîn a rizgarkirina bajarê Girê Spî ji çeteyên DAIŞ`ê di 15`ê Hezîrana 2015`an de, ajansa me hevpeyvînek bi hevserokê Meclisa Kantona Girê Spî Hemîd El-Ebid re çêkir.

Hevpeyvîn wiha ye:

Di demekê de ku şer li Sûriyê rû dide, gelo mirov çawa dikare herêmên Rêveberiya Xweser û herêmên din ên Sûriyê hevrû bike?

A rast ev tişt diyar e, mirov dikare asta pêşketin û ewlehiya ku li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û nexasim Girê Spî heye, bibîne.

Cudahiyeke pir mezin di navbera herêmên me û bajarên ku di bin kontrola komên çekdar li herêmên rejîmê yan jî li herêmên qaşo “Artêşa Azad” de heye û ev yek jî eşkere ye. Liv û tevgera bi hişmendiya çeteyan û tirsandinê û rojane li vir û wir pêkanîna teqînan, ne mîna tevgera bi hişmendiya hêzeke ewlehiyê ya fermî û jiyana birûmet e. Vê cudahî her kes rojane dibîne û lê rast tê.

Dema em behsa hêza ewlehiyê, asta çalakbûna wê û bandora wê li ser avakirina ewlehiyê û îstiqrarê li herêmên me dikin, ev ne tê wê wateyê ku binpêkirinên ewlehiyê tune ne. Binpêkirinên pir hindik hene, lê dema mirov li rewşa giştî dinêre, mirov dibîne ku hewldanên têkbirina ewlehiyê û çêkirina fitneyê di navbera gelê me yê Sûriyê de hene, ji ber ku em hîn di rewşa şer de ne.

Em dikarin bibêjin ku ne adil e, em rewşa xwe ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi rewşa welatiyên Sûriyê yên di bin dagirkeriya Tirk û herêmên di bin kontrola rejîma Sûriyê û milîsên girêdayî wê de di aliyê ewlehiyê, bilindbûna nirxên tiştan, kêmbûna madeyan û xerabûna awayê rêveberiyê ku ji berê xerabtir bûye, hevrû bikin.

Avakirina Rêveberiya Xweser a Girê Spî piştî rizgarkirina wê, çawa dest pê kir?

Bi destpêkirina aloziya Sûriyê re, DAIŞ û komên îslamî yên beriya wê di bin navên cuda de fesadî li kantonê çêkirin, lewre tecrubeya Rêveberiya Xweser a herî alternatîf e ji bo rêvebirinê ku gelê me di serdemên borî de êşa wê kişandiye.

Destpêkirina rêveberiyê li ser destê rûspiyên eşîran û rewşenbîrên ji hemû pêkhateyên Ereb, Kurd, Tirkmen û Ermen bû. Me destpêkê, meclisên xwe yên herêmî ku rêvebirina karê gel dikir, ava kir. Her wiha me Meclisa Rûspiyan a ku nakokiyên gel çareser kirin û nehişt fitne çêbe ku ev nakokî biçin dadgehan, ava kir.

Gava herî balkêş ku di van salên dawîn de çêbû, ew jî hilbijartinên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûn ku gelê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe û bi awayekî demokratîk, hevserokên komînên xwe ku şandeya herî biçûk di nava sîstema Rêveberiya Xweser de ye, hilbijartin. Piştre gelê me rêveberiyên bajarok, navçe û kantonê di Kanûna 2017`an de hilbijartin. Ev yek, bûyereke dîrokî bû ku di demekê de li herêmên din ên Sûriyê şerê navxweyî ku ji aliyê ajandeyên derve dihatin destekkirin, lê hebû.

Gelo asta çalakbûna saziyên Rêveberiya Xweser li kantonê piştî rizgarkirinê çawa ye?

Me astengiyên mezin û kiryarên xerabkirinê û teqînên ku li bajar rû dan, gefên dijber û axaftinên wekî “Hûn gawir in, hûn xayîn in” li dijî me dihatin kirin, dîtin. Lê me karê rêvebirina xwe dewam kir.

Em dikarin bibêjin ku komîteyên xizmetguzariyê yên Rêveberiya Xweser li kantonê dikaribû bajar û gundên wê ji rewşa reş ber bi rewşa pêşketinê û vejandinê ve bir, her wiha bi dehan reyên sereke yên bajar û gundên wê hatin çêkirin, sererastkirina nexweşxaneyan, dibistan û avakirina mizgeftan hate kirin.

Di heman demê de, Hêzên Ewlehiya Hundirîn roleke mezin lîst da ku bajar bigihîje asta ku îro tê re derbas dibe û rêveberiya trafîkê jî ewlehiya bajar ji qezayan parast.

Di rewşa niha de em amadekariyên ji bo sererastkirina piran, xetên avê û projeyên din dikin ku asta nirxê wê digihîje 500 milyon lîreyên Sûriyê.

Rêveberiya Xweser li Girê Spî çawa li gefên Tirkiyê dinêre û helwesta civaka navneteweyî ji vê yekê re çi ye?

Berê û heta niha jî em  rêzdariyê ji cîrantiyê re dikin û aştiyê dixwazin. Hikumeta Tirkiyê bi terorê me tawanbar dike, lê me terora ku Tirkiyê bi awayekî eşkere desteka wê dikir, têk bir. Gelo kesên parastina axa xwe bikin, terorîst in!

Gelê me gihîştiye wê baweriyê ku Tirkiye hewl dide siyaseta tetrîkkirinê li herêmê pêk bîne û ajandeyên xwe ferz bike. Ev yek di gelek civînan de ku şêxên eşîran û siyasetmedarên herêmê lê kom kirin, diyar bû. Lê gelê me bi îradeya xwe ve girêdayî ye û di salên borî de yekbûna welatê xwe parast. Em jî xwe dispêrin hêza gelê xwe.

Hikumeta Tirkiyê binpêkirin kirin û di encamê de bi dehan welatiyan li ser sînor jiyana xwe ji dest da. Destek da komên terorîst ên ku sûc der heqê gelê me de kirin. Lê tevî vê yekê jî, civaka navneteweyî der heqê kiryarên Tirkiyê de bê deng e. Me bi zarok û hêza xwe ya xweser li şûna tevahiya cîhanê, şerê terorê kir û civaka navneteweyî jî li ser vê yekê li hev kiriye. Ger civaka navneteweyî der heqê îdiayên Tirkiyê de ku dibêje em “terorîst in” bê deng e, ev tê wateya ku dewletên di Koalîsyona Navneteweyî de yên ku bi me re şerê terorê dikin, ew jî terorîst in!

(kc)