‘Ji bo çareseriyeke mayînde divê her kes bi berpirsyarî tev bigere’

Interview with MÛRADA KENDA - EHMED MIHEMED

MSD li ser navê herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê xebatên dîplomasiyê dide meşandin. Di diyalogên ku bi hêzên derve re tên kirin de mijara sereke, gefên dewleta Tirk a dagirker in. Emîna Omar di diyalogan de helwestên ku li dijî gefan tên dayîn wek lawaz bi nav kirin û got “Hevkariya ku ji bo têkbirina DAIŞ’ê hat meşandin, divê niha jî berdewam bike, divê her kes li dijî gefan bi erka xwe rabe û zextê li Tirkiyê bike.”

Sîwana siyasî, nîştimanî û demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriye Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), di 9'ê Kanûna 2015'an de li ser banga Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi amadebûna 103 delegeyan ku di nav de gelek pêkhate û derdorên siyasî yên Sûriyê cih digir, hat avakirin.

Gelek hêz, zêdetirî 27 partî, rêxistinên siyasî û civakî û kesayetên serbixwe yên ji pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di meclisê de cihê xwe digirin. Meclis ji 91 nûneran pêk tê. Tevna rêxistinî ya MSD’ê ji Meclisa Serokatî û Desteya Rêveber pêk tê. 7 buro; Buroya Ciwanan, Buroya Jinan, Buroya Ragihandinê, Buroya Têkiliyên Giştî, Buroya Maliyê, Buroya Rêxistinî û Buroya Sekreteryayê giredayî vê desteyê ne.

Buroyên MSD’ê ji derveyî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Washington, Nemsa, Başûrê Kurdistanê hene. Tê payîn ku di demeke nêz de li Misrê jî buroya xwe veke.

Asta têkiliyên MSD’ê bi hêzên navneteweyî û hêzên herêmî re, encamên diyalogan, gavên li pêşiya MSD’ê çi ne? Me li ser van babetan bi hevseroka MSD’ê Emîna Omar re gotûbêj çêkir.

Asta têkiliyên we bi hêzên navneteweyî re di çi astê de ye û mijarên nîqaşên we çi ne?

Bi rizgarkirina herêman û deskeftiyan re têkiliyên MSD’ê di aliyê dîplomasiyê de bi pêş ketin. Dewletên derve beriya van deskeftiyan nedixwest bi MSD’ê rê rûnên. Di encama destkeftiyan de niha dewlet fermî daxwazên serdana me dikin. Fransa, Brîtanya, Amerîka û hwd. Bi gelek dewletan re diyalogên me hene. Di serdan û diyalogan de rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê nîqaşkirin.

‘Gefên Tirkiyê mijara sereke ya nîqaşa ye’

Mijara sereke ku em di van diyalogan de nîqaş dikin, gefên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên me ne. Gefên dewleta Tirk ên li ser herêmên me xetereyek e. Tu xetereya me li ser dewleta Tirk tune ye. Bi zanebûn ji bo ku bikarin êrîş bikin, hincetan çêdikin. Bi rêya van gefan dixwazin projeya neteweya demokratîk hilweşînin. Leşkerên wan li ser sînor sekinîne û li benda telîmata êrîşan in. Dewletên Koalîsyonê ku li ser axa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne, divê li dijî wan gefan helwestên tund nîşan bidin. Ji ber ku me bi hev re DAIŞ têk bir û hemû cîhan ji gefên DAIŞ’ê xilas kir. Ji ber wê divê hemû dewlet bi erkên xwe yên exlaqî rabin û zextê li Tirkiyê bikin.

Piştî qonaxa têkbirina DAIŞ’ê nîqaşên qonaxa duyemîn tên kirin. Divê qonaxa duyem li ser pêvajoya siyasî be. Em dixwazin tev li pêvajoya siyasî bibin. Em xwedî proje ne û mafê me heye ku em tev li pêvajoya siyasî bibin. Armanca me ya esasî çareserkirina pirsgirêka herêmê ye. DAIŞ têk çû lê hîna jî hişmendiya ku li dû xwe hiştiye û şaneyên wê yên veşartî di herêmê de hene. Divê hêzên navneteweyî piştî têkbirina DAIŞ’ê jî di qonaxa duyem de bi erkên xwe rabin. Divê ji bo dadgehkirina DAIŞ’ê dadgeheke navneteweyî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ava bibe. Bi hezaran malbatên DAIŞ’ê di kampên me de dijîn. Divê ev mijar bê çareserkirin.

Mijara alîkariya dewletê di aliyê aborî de jî tê nîqaşkirin. Herêmên me bi dagirkirina DAIŞ’ê re gelekî wêran bûne. Ji nû ve avakirina herêman divê alîkariya civaka navneteweyî hebe.

Di nîqaşan de helwestên dewletan çawa ne?

Dewletên ku em bi wan re van mijaran nîqaş dikin, piştgiriya me dikin. Ji bo gefên dewleta Tirk jî dibêjin ‘Em li dijî şer in, em naxwazin şerekî nû di herêmê de rû bide. Bi şerekî wiha dê DAIŞ nûjên bibe. Em alîgirê diyalogê ne. Dibêjin ‘sedema hebûna me ya li vir tunekirina DAIŞ’ê ye.’ Her wiha ji bo beşdarbûna çareseriya pirsgirêkên Sûriyê jî dibêjin ‘Teqez divê hûn tê de amade bibin.’

Maf didin, rastiyê dibînin lê pratîkên wan gelekî lawaz in. Helwestên wan têrê nakin. Her kes dikare bibêje em alîgirê diyalogan in. Divê helwestên cidî û tund bên nîşandan. Bi êrîşên dewleta Tirk re wê DAIŞ xwe zindî bike û cepheyeke nû veke. Pêwîstiya me bi herêmeke ewle tune ye. Em di nava aramiyê de dijîn û tu carî şertên dewleta Tirk ên 32 km qebûl nakin. Heger herêmeke ewle çêbe jî şertên me yên yekem rizgarkirina Efrînê ye. Dewleta Tirk jî diyalogan qebûl nake û li gorî şertên xwe herêmeke ewle dixwaze. Em jî nêrînên dewleta Tirk qebûl nakin.

Şandeyên gelek dewletan serdana herêma we dikin. Li gorî we vev serdana dê bandoreke çawa li pêşeroja herêmê bikin?

Rast e, gelek şande herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ziyaret dikin. Ji encama wan serdanan wêneyek gelekî erênî derdikeve holê. Her diçe tekiliyên me berfireh dibin. Ev têkilî rê li pêşiya me vedikin û dewletên derve ji bo ku herêma me ziyaret bikin, bi awayekî fermî daxwazên xwe ji me re dişînin. Lê divê herêm bi biryareke navneteweyî û fermî bê naskirin. Ev diyalog û serdan ji bo nasîneke fermî jî bingehê ava dike.

Diyalogên we bi hêzên herêmî re di çi astê de ne?

Diyalogên me ji derveyî dewleta Tirk, bi hemû hêzên herêmê re baş in. Me hewl da diyalogên xwe bi Tirkiyê re jî baş bikin. Lê dewleta Tirk her tim ji diyalogan direve. Bi gefan re niyeta xwe ya li dijî diyalogan eşkere diyar dike. Dewleta Tirk naxwaze pirsgirêka Sûriyê çareser bibe û em jî di nava vê çareseriyê de cih bigirin.

Me bi rejîma Sûriyê re di sala derbasbûyî de du caran hevdîtin pêk anîn. Lê mixabin berdewama van hevdîtinan nehat. Rejîma Sûriyê cidî nêzî hevdîtinan nabe. Ev jî diyar dike ku rejîma Sûriyê ji diyalogan re ne amade ye. Divê bingehek ji bo diyalogên bi rejîma Sûriyê re bê avakirin û gav bi gav ev diyalogên me bi pêş bikevin.

Ji bo pêşarojê çi projeyên we hene?

Di aliyê diyalogan de me gavên baş avêtin. Bi tevlêbûna gelek kesên bi nav û deng 3 komcivîn li herêma me pêk hatin. Di van komxebatan de nêrînên beşdaran têkildarî MSD û projeya neteweya demokratîk yên nêyînî hatin guhertin. Diyalogên me li Fransa û Nemsayê jî çêbûn. Şandeyek wê here Almanya û diyalogên me bi Ewropa re jî bi pêş bixe. Di demên pêşiya me de em ê li Urdun, Misr, Erebistana Siûdî komcivînan li dar bixin. Em dixwazin nêrîneke hevbeş di nava opozîsyona Sûriyê de çêbe. Li ser vî esasî em hewl didin kongreyeke nîştimanî bi hêzên opozîsyonê re, piştre jî kongreyekê li ser asta Sûriyê giştî li dar bixin.