​​​​​​​Lêkolînerek: Li gelemperiya herêmê 12 şaxên DAIŞ'ê hene

Interview with QAHÎRA-EMANÎ EZAM

Lêkolînerê kar û barên komên îslamî û terorîst Ehmed Ban destnîşan kir ku DAIŞ'ê bi rêya 12 şaxên xwe yên li tevahî herêmê heye û got: "DAIŞ di stratejiya  xwe de xwe dispêre bicihkirin, sererastkirina torên xwe yên darayî, avakirina torên leşkerkirina nû û teşwîqkirina li ser zêdekirina endamên."

Lêkolnerê misirî yê pisporê kar û barên komên îslamî û teorîst Ehmed Ban li ser vegera çalakbûna çeteyên DAIŞ’ê li beyara Sûriyê û Iraqê û li bakurê Afrîkayê ji ANHA’yê re axivî.

Naveroka diyalogê wiha ye:

Beyara Sûriyê û Bakurê Afrîkayê, piştî têkçûna DAIŞ’ê ji aliyê erdnîgrî ve, berêdana duyemîn bû, gelo hûn li ser vê yekê çi dibêjın? gelo çima DAIŞ’ê herêmên beyar vebijart da ku ji nû ve lê çalak bibe?

Bi awayekî xwezayî ye, rêxistina DAIŞ’ê Sûriyê, bakurê Afrîkayê û herêmên beyarê ku bibin deverên xwe hilbijêre, da ku xwe ji nû ve bi cih bike. Ew yek jî di çarçoveya plana rêxistinê ya jinûve sazkirin û xwekomkirinê de, piştî têkçûna leşkerî ye. Bi wê re fikreya vebijartina beyarê û hewldana avakirina çavkaniyan li herêmên nû, ew e ku stratejiyeke nû bi têkçûna leşkerî û fişarên li hemberî wê re, pêk bînin.

Gelo dê DAIŞ veşartî bimîne, yan hewldana avakirina projeya xîlafeteke nû dike?

Ez texmîn nakim ku dê rêxistin veşartî bimîne, DAIŞ hê jî heye û zêdetirî 12 şaxên wê li tevahî herêmên cuda, mîna Sînaa , Yemen, Afrîkayê, Nigeriya, derdora deryaya Chad, naverasta Afrîkayê, Burkina Faso, Mali, Niger, Rojhilatê Afrîkayê, Somaliya, wîlayeta Khorasan a li Pakistanê, Afghanistan, başûrê rojhilatê Asya, Philippin, Kefkasya, Lîbya û Tunisê, hene. Lê heta beriya ku El-Bexdadî were kuştin, ragihand ku şaxên rêxistinê li Erebistana Siûdiyê û Tirkiyê ava kirine. Bi wê re jî rêxistin hewl dide bimîne û hêza wê ya xwekomkirina ser hev mezin e.

Fikireya DAIŞ’ê ya avakirina xîlafeteke nû, mijareke normal e. Ji ber avakirina xîlafetê, li gel rêxistinê fikireyeke navendî ye. Her wiha dev ji vê fikireyê bernadin, ji ber li gel bawermendan hêmaneke sereke ya rewabûnê ye. Ji lew re texmîn dikim ku dê rêxistin, dema hewayeke guncaw ji aliyên siyasî, civakî û erdnîgarî ve pêk hat, hewl bide xîlafetê vegerîne.

Gelo, piştî erdnîgariya wê ya bi petrol û enerjiyê dewlemend kêm bûn, rêxistın di aboriyê de xwe dispêre çi?

Rêxistinê di dema hebûna xwe li Iraqê de, tora piştevaniya darayî ya mezin ava kir. Her wiha hin raporên istîxbaratî behsa rêbazên avakirina vê hêza darayî û rêbazên derbaskirina piştevanî û çekirinê, kir.

Lê mixabin, hê jî li gel rêxistinê hin alî û torên darayî hene ku zirarên wê tawîz dike, li aliyekî din jî ew hewl dide hêzeke darayî ya mîna berê ava bike û xwe li gelek deveran belav bike.

Piştî têkçûna ku du sal di ser re derbas bûne, gelo îro hêmanên bingehîn ên DAIŞ’ê çi ne?

Hêmanên bingehîn ên rêxistina DAIŞ’ê ew in ku xwe ji nû ve li qadên nû bi cih bike, erdnîgariyeke nû damezrîne, leşkerkirina zêde çêke, stratejiya xwe ya li dijî artên rejîman û komên ewlehiyê berdewam bike. Ev jî li Sûriyê û Iraq eşkere ne. Li aliyekî din, yê ku êrişên rêxistinê bişopîne eşkere dibe ku heta piştî têkçûna leşkerî û têkbirina dewletê êrişên xwe zêde bûne. Bi wê re diyar dibe ku hêmanên wê yên bingehîn bicihkirin, sererastkirina torên darayî, avakirina torên nû yên leşkerkirina nû û teşwîqkirina li ser zêdekirina endamên bi îdolojiya wê bawer e, mîna kesên navên gurên ferdî li xwe dikin. Ew jî da ku bandora wê û hêza leşkirinê hebe.

Gelo pêkan e ku siyaseta serokê Amerîkayê Joe Biden xwînê berde damarên DAIŞ’ê yên mirî, mîna serokê Amerîkayê yê berê Barack Obama yê nûnertiya partiya demokrat dikir?

Ez texmîn nakim ku serketina Biden girêdaneke xwe yekser bi vê yekê re hebe. Lê belê bê gûman dê siyasetên DYA’yê bandorê li rêxistina DAIŞ’ê bike, bi taybet li dosyaya Iraqê  û hêza DYA’yê ya li ser destwerdana li kar û barên Iraqê. Her wiha dê siyasetên Amerîkayê bandorê li serweriya Îranê i ser Iraqê bike, ji ber Îranê bo piştevanê mezin ê derketina îdolojiya DAIŞ’ê li Iraqê. Bi wê re jî stratejiya Amerîkayê ya nû ya ku Biden eşkere kiriye, dibe ku bandoreke mezin li rêxistinê û hebûna wê ya li qada Iraqê bike.

Em hê jî li hember pirsgirêka neavakirina stratejiyeke navneteweyî ya yekgirtî li hember rêxistinê ne. Ji ber ku dema tevahî li hember rêxistinê bibin yek, dewleta DAIŞ’ê hilweşî û hêza wê pir bi paş ket. Li dawiyê jî DAIŞ li ser nakokiyên navneteweyî, herêmî û nakokiyên di hundirê yek welatekî de xwe ava dike.

Gelo stratejiya DAIŞ’ê di vê pêvajoyê de çi ye?

Wek min eşkere kiriye ku stratejiya DAIŞ’ê ya niha, bicihkirin, sererastkirina binesaziyên xwe yên darayî, avakirina torên leşkerkirinê û hewldana leşkerkirina zêde ya endamên gurên ferdî ye. Armanca wê jî, li qadan hebe, bandor bike û endamên xwe zêde bike.

Di 2007 û 2008’an de, rêxistinê bi Ebû Meseb El-Zerqawî re heta piştî hilweşîna rêxistinê ji nû ve komên xwe ava kirin. Lê belê hebûna binesaziya xwe bi awayekî baş vegerand û di 2014’an dema ragihandina dewleta xwe dest pê kir û heta dema hilweşîna dewleta wê ya 2019’an bi sîuqastkirina El-Bexdadî re bandoreke xwe hebû. Niha jî hewl dide hêza xwe ji nû ve ava bike û bandorê ji nû ve bike.

(fr)

ANHA