Mazlûm Dînc: Piştî daxuyaniya CPT tecrîd girantir bû

Interview with NAVENDA NÛÇEYAN - CÎHAN BÎLGÎN

Biryara qedexekirina serdana malbata rêber Abdullah Ocalan ku di Îlona borî de hatiye dayîn ji parêzeran re hat veşartin. Parêzerê rêber Abdullah Ocalan, Mazlûm Dînç destnîşan kir ku wan ev bêhiqûqî wek rapor ji CPT re şandine û got: “Peywira CPT pêşîgirtina îşkencê ye, ne tenê tespîtkirina bûyeran e.”Parêzerê rêber Abdullah Ocalan Mazlûm Dinç diyar kir ku dewleta Tirk û hêzên ku komploger ku hevkarê tecrîdê ne ji bo berjewendiyên xwe peyama çareseriyê ya Ocalan xeter dîtin ku demildest pêşiya hevdîtinan girtin û got: “Ger pêşiya hevdîtinan hatiba vekirin pirsgirêkên heyî girantir nedibûn û derbarê çareseriyê de pêşketin wê çêbûba.”

Parêzer û wasiyê rêber Abdullah Ocalan, Mazlûm Dînç derbarê tecrîda girankirî li dijî muwekîlê xwe ji me re axivî û got: “Divê civak li kelêka çalakvanên girevên birçîbûnê bi erkê xwe rabin.”

‘TECRÎD HEYA LI DIJÎ ZAGONÊN DEWLETA TIRK BI XWE YE’

Dînç diyar kir ku tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan her diçe girantr dibe û got: “Tecrîd bi xwe û giranbûna wê ne li gorî hiqûq û qanûnên Tirkiyê ne. Ji xwe tu mafên kurdan nas nakin û her maf tên binpêkirin. Mafên girtiyan wekî hevdîtinê, têkiliya bi derve û ragihandinê re heye, lê ev hemû li beramberî birêz Ocalan tên binpêkirin.  Dema taybet mijar dibe birêz Ocalan û her sê girtiyên Îmralî mafê wan tevahî tên binpêkirin û nahêlin bi derve re tu têkilî deynin. Ev ne li gorî pîvanên mafên mirovan ên navnetewî ye jî. Saziyên navnetewî jî van nêrînên me piştrast dikin.  Herî dawî CPT di rapora serdana xwe de jî got ku birêz Ocalan û her sê girtiyên din di bin tecrîdeke girankirî de ne û bi tu awayî nahêlin bi derve re têkilî bê dayîn, ev tişt ne li gor pîvanên navnetewî ye û nayê qebûlkirin.”

‘BIRYARÊN QEDEXÊYAN JI ME VEDIŞÊRIN’

Bi girankirina tecrîdê re Dînç anî ziman ku sîstem di aliyê xwe de peyama polîtîkaya tecrîdê israr bikin dide û wiha berdewam kir: “Pêşiya hevdîtinan carekê de hat birîn, biryara sekinandina mafê telefonê hat dayîn, biryara astengkirina parêzeran hat standin. Herî dawî em nû gihiştin agahiya ku biryara qedexêkirina hevdîtinên malbatê jî bi rêya cezayên disîplînê meha Îlonê de hatiye standin.  Bi van biryaran re di aliyekê de peyama berdewamkirina tecrîda girankirî didin û di aliyê din de jî li hember berxwedana Îmralî ev biryar tên pêşxistin. Li hember vê bêhiqûqiyê em têkoşînê berdewam dikin. Ev biryara qedexêkirina serdana malbatê ji me hat veşartin. Tiştek wiha heya di qanûnên Tirkiyê de tine ye. Em her nameyan dişînin lê heya niha tu bersiv nayên. Ev nameyên ku em dinivîsinin gelo digihîjin destê wan en nizanin. Di serledana malbatê ya herî dawî de derket holê ku ji aliyê dozgeriya Bûrsayê de derbarî qedexekirina serdana malbatê de wek sedem cezayê disîplînê nîşan kirine ku bi wî awayî agahiya me pê çêbû. Beriya ku ev ceza bên birîn divê wek parêzer di nav prosedûrê de amade bin, ji bo wê jî her tim van qedexeyan ji me vedişêrin. Heya ev cezayên disîplînê çi ye derbarê wê de tu agahiyan nadin.”

‘PIŞTÎ RAPORÊN CPT TECRÎD GIRANTIR DIBE’

Dînç li ser parvekirina raporên CPT destnîşan kir ku tecrîd girantir bû û got: “Raporên CPT her çiqas kêm jî be ji aliyê tespît û dîtina bêhiqûqî li gireva Îmralî hinek piştrast kiriye. Tespît hatin kirin û gelek pêşniyar jî ji bo rakirina tecrîdê di raporên xwe de diyar kirin. Lê heya îro ji aliyê dewleta Tirk ve tu gav nehatine avetin. Gavên neyînî hatin avetin ku biryarên qedexekirinê zêdekirin. Ev dide xuyakirin ku êdî rayadarên Tirkiyê van saziyan jî cidî nagirin û rapor, pêşniyarên wan jî qebûl nakin. Tirkiyê vekirî li dijî van saziyan helwesta xwe nîşan dide. Li hember vê nenasîna Tirkiyê divê ev sazî helwestekê nîşan bidin. Peywira CPT ji xwe navê wê de diyar e pêşîgirtina îşkencê ye, ne tenê tespîtkirina bûyeran e. Ji ber wê divê CPT van peywirên xwe cih bînê.

DERBARÎ BÊHUKUQIYÊN DAWÎ LI ÎMRALI ME CPT AGAHDAR KIR’

Dem dem me bi CPT re hevdîtin pêk dianîn lê niha ji ber rewşa pandemiyê hevdîtinên me pêk nayen lê em her raporên xwe ji wan re rê dikin. Li ser van bêhukuqiyên dawî yên li Îmrali de me wan agahdar kiriye. Di asta dadgeha Ewrûpa de jî gelek serledanên me derbarî tecrîdê de çê dibin lê belê heya îro ev saziyên netewî tu gav neavetine û tu helwest li hember bêhukuqiyê nîşan nekirine. Bêgûman ev naye qebûl kirin û ev bêdengiya wan pirsgirêka cîdiyeta wan derdixînê hole. Heger erkê xwe bicih neyînin ji bo çi ev sazî hene? Ev sazî tenê dema mijar dibe Kurd, birêz Ocalan bi wî awayî bêdeng dimînin û erkên xwe pêk nayînin. Ev tişt jî nayê qebûl kirin. Saziyên Ewrûpî taybet van demên dawî ne li gorî peymanên ku li ser hatine avakirin tev digerin. Li gor berjewendiyên siyasî tevdigerin. Divê pîvanên xwe pêk bînin û dûrî bazarên siyasî bin. Wê serledanên me heya ku ew gav biavejin berdewam bike. Ev bêdengiya hevkariya wan nîşan dike.”

JI BO OCALAN ROLA XWE NELÎZÊ PÊŞIYA HEVDÎTINAN GIRTIN

5 hevdîtinên parêzeran piştî gireva birçîbûnê ku bi pêşengtiya Leyla Gûven hatibû destpêkirin pêk hat. Bi boneya cejnê 2 hevdîtin bi malbatê re çê bûn. Lê piştî Tebaxa 2019’an şûnve pêşî li van hevdîtinan hat birîn. Dînç di çalakiya greva birçîbûnê de sozên ku rayadarên dewleta Trik derbarî hevdîtinan de da bûn bîr xist û got: “Li pêşiya raya giştî vekirî gotin pêşiya hevdîtinan hatine vekirin û astengî hatine rakirin û wê hevdîtin bên kirin. Dema hevdîtin pêk hatin birêz Ocalan di pêyamên xwe de sekna xwe ya di aliyê çareserkirina pirsgirêkên gelan de dûbarê kir û gelek pêşniyar parve kir. Di çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn de jî gelek pêşniyarên xwe parve kir û got ‘heger derfet  bê dayîn taybet di derbarî Rojava de ezê rola xwe di çareserkirina pirsgirêkan de bilîzîm.’ Lê dewleta Tirk û hêzên ku komplo pêşxistin ji bo berjwendiyên xwe van pêyama xeter dîtin. Ji ber wê demildest pêşiya hevdîtinan girtin.”

‘KOMPLOGER DI HEVKARÊN GIRANKIRINA TECRÎDÊ NE JÎ’

Dînç pêşdîtina xwe derbarî pêşî vekrina hevdîtinên bi Ocalan re got: “Ger hiştibana ku birêz Ocalan rola xwe bilîzê wê demê ev pirsgirêkên heyî girantir nedibûn û derbarê çareseriyê de pêşketin wê çê bûba. Çareserkirina pirsgirêkên gelan taybet gel Kurd ne li gorî berjeweniyên deshiladaran e. Ji ber wê jî pêşî li hevdîtinan hat girtin.  Hêzên ku di komployê de cihê xwe girtin îro di tecrîdê de jî hevkar in ku di girankirina tecrîdê de berjewendiyên wan hene.”

ZINDAN HER ROLA XWE LÎSTIYE, DIVÊ CIVAK JÎ ROLA XWE BILÎZÊ’

27’ê Mijdarê de girtiyên PKK’ê û PAJK’ê ji bo rakirina tecrîdê û azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan di zindanên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê dest gireva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kirin. Ji bo çalakiyên girtiyan Dînç anî ziman ku ev çalakî mafekî herî rewa ye û got: “Ev çalakî di sala 2018’an de jî hatibûn destpêkirin û sala 2019’an de hat asta gelek xeter. Her tim zindan rola xwe liyîstine. Girtiyên zindanê ji xwe di bin tecrîdeke girankirî de ne. Derheqî çalakvanan de lêpirsîn tên vekirin cezayên disîplînê tên birîn, çalakvan berxwedana xwe de bi israr in. Ev çalakiya wan gelek bi wate ye lê belê beriya zindanan divê kesên din vî tiştî bigrin li ser milên xwe. Li hember tecrîdê têkoşîn û lidarxistina çalakiyan divê ne tenê erkên zindanan be. Ji ber bêdengiya heyî dîsa zindan gav avêtin. Divê ev çalakiyên li hember bêhiquqiyeke wiha sînordar nemîne. Hem saziyên navnetewî hem jî civak erkê xwe bicih bînê. Dema tecrîd giran dibe binpêkirina mafên gelan jî zêde dibe. Piştî hevdîtin hatin sekinandin şûnde binpêkirina mafê jiyanê, mafê jinê, destdirêjkirina civakê tevahî zêde bûn. Bi girankirina tecrîdê re êriş tên asta herî jor. Ger civak çareseriyê bixwazê divê li hember van tiştan dengên xwe bilind bikin. Ev pirsgirêk ne tenê pirsgirêka zindanan e.”

ANHA