Mazlûm Ebdî: Em ferzkirina şerekî li hember PKK'ê red dikin

Interview with NAVENDA NÛÇEYAN ŞERVÎN MISTEFA

Mezlûm Ebdî li ser êrişeke muhtemel a dewleta Tirk û PDK`ê got ku “Ger ku aliyek êriş bike, wekî hêzên Rojava em ê li beramberî wan bisekinin. Em bi ti awayî êrişeke wisa û rewşeke defecto qebûl nakin.”

Mezlûm Ebdî got ku di şerekî muhtemel ê di navbera hêzên kurdî de rû bide, wê bi ti awayî li gel aliyê ku êriş kirine cih negirin û wê qebûl nekin ku aliyek rewşeke defecto derbixe holê. Ebdî got ku divê pirsgirêkên di navbera aliyên kurdî bi rêya diyalogê bên çareserkirin û destnîşan kir ku ji ber nûnerên ENKS`ê û nûnerê Amerîka wekî garantor ku tev li van civînan dibû ne amade bûn, hevdîtinên di navbera ENKS`ê û PYNK`ê de bi awayekî demkî rawestiyan.

Fermandarê Giştî yê QSD`ê Mezlûm Ebdî bi bîr xist ku dema şerê Kobanê de hemû hêzên kurdî alîkariya wan kirin û got “dema şerê Kobanê de hemû hêzên kurdan alîkariya me kirin, bi hezaran gerîla hatin alîkariya me, bi salan li kêleka me şer kirin, ji wan 4 hezar gerîla ji bo parastina Rojava şehîd bûn. Berî DAIŞ`ê jî li hemberî Nusra û El-Qaîdeyê jî bi têkoşîneke mezin gelê Rojava parastin. Em wek gelê Rojava û hêzên parastina Rojava tenê dikarin ji PKK`ê û hêzên din ên kurdî re spasiya xwe pêşkêş bikin.”

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî beşdarî bernameyek taybet a Ronahî TV bû û bersiva pirsên rojnamevan Gulistan Xalid da.

HEVPEYVÎN WIHA YE:

Gelek sedem hene ku krîza Sûriyê kûr kirin, DAIŞ ji van sedemên sereke bû. Êriş hê jî berdewam dikin. Li gor we, metirsiya DAIŞ`ê îro di kîjan astê de ye?

DAIŞ ji bo herêmê hê jî metirsiyeke mezin e. Li şert û mercan digere ku wekî metirisiyeke mezin careke din derkeve holê. Ger ku têkoşîna li dijî DAIŞ`ê lawa bibe, wê careke din derkeve holê. Mînak pirsgirêka DAIŞ`ê ya xwe fînansekirinê nîne. Li hinek çolên di bin serweriyqa hikumeta Şam û Iraqê de kampên wan hene. Li wan deran çeteyên xwe perwerde dikin û êrişî herêmên me dikin, sivîlan qetil dikin. Ji bo wê jî xeteriyeke mezin e. em her tim ji Koalîsyona Navneteweyî re jî dibêjin divê di vê warî de kêmasî neyên kirin. Ji ber ku têkoşîna li hemberî DAIŞ`ê lawaz bibe, wê ji bo hemû cîhanê xeteriyeke mezin be.

Demeke dirêj hevdîtinên yekitiyê di navbera Kurdên Rojava de berdewam kirin, hinek kes dibêjin hevdîtin rawestiyane, hinek kes jî dibêjin ji aliyê hin derdoran ve hatine astengkirin. Hûn ji bo van gotinan çi dibêjin, gelo hevdîtin berdewam dikin?

Diyalog hîna berdewam e, lê ev demeke me navber dayê. Şandeya ENKS`ê demekê çûbû derve, nûnerên Amerîkayê garantor ku tev li van hevdîtinan dibû ne amade bûn, ji ber wê me navber da hevdîtinan. Hêviya me ew e ku dema ev alî amade bûn, diyalog dîsa berdewam bikin.

Li gor nêrîna min, hinek karên baş hatin kirin. Li ser yekitiya Kurdên Rojava hinek pirsigrêk hebûn, kêmek be jî hatin çareserkirin. Ya ku me ji wan hevdîtinan fêm kir ew bû ku ger ku Kurd bixwazin dikarin di nava xwe de pirsgirêkên xwe çareser bikin û yekitiya xwe ava bikin.

Hinek pirsgirêk hebûn, hinek mijarên siyasî yên bi nakok hebûn, ev nakokî hatin derbaskirin. Hem nêzîkatiyên me yên ji rejima Sûriyê re, hem ji hinek hêzên derveyê wê herêmê re, em gihîştin nêrîneke hevpar.

Li ser şêwazê birêvebirina Rojava jî, em gihîştin lihevkirinekê. Her çiqas hîna neketibe meriyetê jî li ser ku wê ENKS`ê çawa tev li Rêveberiya Xweser be jî, em gihîştin nêrîneke hevpar. Bi nêrîna min, pirsgirêka ku mane jî ne yên bingehîn in, evna dikarin bi rêya diyalogê bêne çareserkirin. Dema ku her du alî hezar bin, wê diyalog berdewam bikin.

Li Rojava divê lihevkirinek çêbibe. Ji ber ku cara yekemîn e li ser axa Rojava diyalogên wisa çêdibin. Ev di çarçoveya hevdîtinên li Qamişlo de pêş dikevin. Bi nêrîna min, ji bo ku ev pêvajo bigihêje serkeftinê, divê her kes hîn bêhtir kar bike.

EM ÊRIŞEKE DEFCTO QEBÛL NAKIN

Derket holê ku PDK xwe amade dike ku êrişî herêmên gerîlayên HPG`ê bike. Kurdan bertek nîşanî vê tiştî da. Ji bo ku pêşî li şerekî muhtemel bê giritin, KNK`ê bi gelek aliyên kurdan re hevdîtin pêk anîn, we jî di nava van hevdîtinan de cih girt. Hûn van hewldanên KNK`ê çawa dinirxînin?

Civîna ku KNK`ê bi Yekitiya Parlamanterên Kurdistanê re çêkir, ez jî beşdarê bûm. Kurdistan êdî ne Kurdistana 20 sal berê ye. Beriya salên 2000`î şer di navbera hêzên Kurdî de diqewimî, hêzên başûrî di nava  xwe de şer dikirin, di navbera PKK`ê û PDK`ê de jî şer qewimî, lê belê ev pêvajo êdî li pey me man. Hêz hatin guhertin, raya giştî ya kurdî çêbû, dostên me êdî hene. Ji ber wê hêzeke ku bixwaze şer derbixe, wê ji xwe re alîgiran nebîne.

Di vê dema kurt ya ku alozî tê de hat jiyîn de, yek ferdek an jî rêxistineke kurdan negot ez alîgirê şer im. Berevajî wê her kes li beramberê wê sekinîn. Partî û hêz li beramberî wê sekinîn. Iraq jî di nav de gelek dostên me yên naventeweyî û herêmî li hemberî vê tiştî nerihetî û metirsiyên xwe anîn ziman. Ji ber wê êdî kes piştevaniya şerekî wisa nake.

Rewşeke wisa wê zirarê bide destkeftiyên Kurdan. Kîjan hêz bikeve nava şerekî wisa, wê gelê Kurd wan efû neke. Niha em jî ji bo ku pêşiya şerekî wisa bigirin, têdikoşin. Wekî hêzên Rojava hewldan û helwestên me jî di vê alî de ne. bangawaziya me jî ew e ku pirsgirêk bi rêya diyalogê bên çareserkirin. Çawa ku PKK û PDK`ê 20 sal in pirsgirêkên xwe bi rêyên diyalogê çareser dikin, divê ji niha şûnde jî wisa be. Ji ber ku ti rewşeke nehatiye guhertin. Lê ger ku aliyek bixwaze êriş bike, em wekî hêzên Rojava em li beramberî wan bisekinin. Em ê bi ti awayî vê qebûl nekin. Di vê alî de helwesta me pir zelal e. Em ê ti carî qebûl nekin ku aliyek rewşeke defacto derbixe holê. Ji ber ku rewşeke wisa wê zirareke mezin bide Şoreşa Rojava. Destkeftiyên ku 10 sal in bi xwîna şehîdan hatine bidestxistin, wê jê bandor bibin. Mînak, we behsa diyaloga di navbera kurdan de kir, ev jî wê jê bandor bibe. Cihê ku şer lê hebe, ne gengaze ku diyaloga di navbera kurdan de berdewam bike. Ji ber ku têkiliyên her du aliyan jî hene, wê jê bandor bibin. Mînake, ciwanên Rojava di nava PKK`ê de ne, ma dibe ku evna jê bandor nebin. Ji ber wê, yên ku xwe wekî hêza neteweyî pênase dikin li hemberî tiştekî wisa, li hemberî şerekî wisa bisekinin. Bi taybet divê li hemberî aliyê ku şer ferz dike, bisekinin û xwedî helwesteke zelal bin.

PKK LI ROJAVA 4 HEZAR ŞEHÎD DA

Di hinek dezgehên ragihandinê de car caran têkiliyên we yên bi partiyên Kurdan re têne rojevê, em dixwazin van têkiliyan ji we guhdarî bikin. Hûn çi dibêjin?

Pêwîstiya Rojava bi hemû hêzên Kurdan heye. Bi gelek hêzên navneteweyî re têkiliyên me hene. Em bi wan re di nava itifaqekê de têkoşînekê dimeşînin. Lê hêza me ya esasî hêza kurdan e. berî ku hêzên navneteweyî werin vir jî, hêzên kurdan li gel me cih girtin. Hem berî Kobanê, hem dema Kobanê de, hem jî piştî Kobanê wisa bû.

Di 2014`an de li Dihokê peymanek hate îmzekirin. Di wir de mijareke girîng hebû. TEV-DEM û ENKS`ê j bo yekitiya neteweyî peymanek îmze kirin. Her du aliyan ji bo ku alîkariya Rojava bikin, bang li PKK`ê û hêzên Başûrê Kurdistanê kirin. Ev biryareke di cih de bû, di heman demê de helwesteke xwezayî bû jî. Ji ber ku ew hêz ne dostên me ne, birayê me, em bi xwe ne, em yek in. ji xwe di şerê Kobanê de hêzên Kurdan hatin alîkariya me, herî zêde jî hêzên PKK`ê hatin. Bi hezaran gerîla li wir şehîd bûn. Bi salan li gel me şer kirin. Ji wan 4 hezar kes şehîd bûn û heta dawiya li kêleka me şer kirin. Berî DAIŞ`ê li hemberî Nusra û El-Qaîdeyê şerekî mezin da û xelkê Rojava parastin. Em wek xelkê Rojava û wekî hêzên parastinê tenê dikarin ji bo PKK`ê û hêzên dîtir spasiya xwe pêşkêş bikin.

Ev rewş rastiya gelê Kurd derdixe holê. Ger sibê jî li vir şerek derbikeve, hêzek bixwaze êrişî me bike, em ê careke din alîkariyê ji hêzên Kurdan bixwazin. Ev jî heta dawiyê bi her awayî tiştekî pir xwezayî. Ev mijareke dîtir e, lê birêvebirina Rojava jî mijareke dîtir e. hinek kes van her duyan tevlîhev dikin. Em wek hêzên Rojava dixwazin bi hêzên din ên Kurdan re têkiliyên xwe pêş bixin. Ji ber ku em Kurd in û pêwîstiya me hemiyan bi hev heye. Lê xwebirêvebirina Rojava bi serê xwe mijareke din e. ev karê xelkê Rojava û rêveberiya Rojava bi xwe ye. Qada me qadeke mezin e, qadeke 5 qatî Lubnanê ye. Bi milyonan mirov li vir dijîn. 7 herêmên Rêveberiya Xweser hene. Nîvê wê herêmê ji gelê Ereb û gelên dîtir pêk tê. Rêveberiyên me hene, hêzên me yê parastinê hene. Helbet wê gelê Rojava xwe bi rêve bibe. Li herêmê gelek pêkhate hene, wê biryara xwe bi xwe bidin. Alîkarîgirtin tiştekî cuda ye, lê xwebirêvebirin mijareke cuda ye.

Em niha di nava lêgerînekê de ne ku em ê çawa karibin rêveberiya xwe mezin bikin û pêş bixin. Em hewl didin ku wek rêveberî em bibin xwedî biryarên mezin. Ji ber wê ev her du mijarên ku me behsê kirin, divê neyên tevlîhevkirin. Em ê ji hêzên Kurdan alîkarî bigirin, lê rêveberiya Rojava mijareke cuda ye.

DIVÊ XELKÊ ŞENGALÊ XWE BI RÊVE BIBE

Dema DAIŞ`ê êrişî Şengalê kir, hêzên HPG, YPG, YPJ`ê çûn alîkariya wan, wekî hûn dizanin di demên dawîn de peymana Şengalê hate îmzekirin, li hemberê vê peymanê gelek bertek çêbûn. Hûn vê peymanê çawa dinirxînin?

Ya rast, di navbera Şengal û Rojava de têkiliyeke taybet heye. Di navbera me de têkiliya dîroka nêzîk heye. Di fermana 2014`an de, dema ku em çûn alîkariya gelê Êzidî me li wê derê nêzî 300 şehîd da. Me koorîdoreke mirovî vekir û gelê Êzidî gihand herêmeke bi ewle. Ji ber wê, pêşeroja gelê Êzidî me jî eleqedar dike û me di vê derbarê de nêrînên xwe bi aliyan re jî parve kir. Me hem bi Iraqê re, hem jî bi Koalîsyona Navneteweyî re ev nêrîna xwe parve kirin û me helwesta xwe danî holê. Ev helwesta me wê berdewam bike. Me ji her kesî re got ku xelkê Êzidî ne bi tenê ye û me ev nîşanî her kesî jî da. Rast e, Şengalê parçeyekî Iraqê ye lê me jî eleqedar dike. Berê her tiştî, xwebirêvebirin mafê gelê Êzidî yê bingehîn e. gelê Êzidî gelekî ferman jiyan kiriye. Ji ber wê li hemberî derve baweriya wan şikestiye. Ji bo wê jî ya herî rast ew e ku ger wê li Şengalê peymanek anku çareseriyek çêbibe divê îrade gelê Şengalê jî esas bê giritn. Çareserî tenê bi vê gengaz e. tişta ku me helwest nîşan da û em li hember derketin ew bû ku vîna gelê Şengalê tev li vê peymanê nekirin.

Bê guman, pirsgirêk wê bi lihevkirin û peymanê çareser bibe, lê divê vîna gelê Şengalê jî esas bê girtin. Hêzên wan ên parastinê hene, hêza wan a siyasî heye, bi salan e xelkê Şengalê diparêzin. Li hemberî DAIŞ`ê şer kirin û şehîd dan, ji ber wê divê fermî bên naskirin. Divê bibin parçeyekî vê peymanê. Divê parastina gelê xwe berdewam bikin. Pêwîstiya gelê Şengalê jî bi vê heye. Ger ku wê îdareyek çêbibe, divê yên ku heya niha gelê Şengalê parastina û birêxistin kirin jî di nav de cih bigirin. Di diyarkirina qayim meqamê Şengalê de jî divê vîna gelê Şengalê esas bê girtin. Em ê di vê mijarê de jî heya dawiyê li cem gelê Şengalê cih bigirin. Em ê li gel YBŞ`ê û hêzên din ên parastinê jî berdewam cihê xwe bigirin.

Em derbasî mijareke din bibin, MSD di hefteya derbasbûyî de kongreya xwe ya şêniyên herêma Firat û Cizîrê li dar xist. Di kongreyê de komîsyonek hate hilbijartin, hûn jî di nav de cih digirin. Li gorî we ji bo pêşxistina sîstemê ev kongre wê ji niha şûnde roleke çawa bilîze?

Ev kongre piştî amadekariyên dem dirêj hate lidarxistin. MSD amadekariyên wê dikir. Gelek kes û derdorên cuda jî tev li vê kongreyê bûn, biryarên girîng hatin girtin. Rêveberiya Xweser di dema şer de hate avakirin, pir bi hêsanî derneket hole. Di şert û mercên pir zehmet de hate avakirin. Ji ber wê jî gelek aliyên wê yên kêm hene divê bên temamkirin. Di vê demê de hinekî xwestekên gel jî çêbûn. Bê guman, rêveberiyê gelek karên girîng jî kir, lê hîn kêmasiyên cidî jî hene. Lê divê êdî em bikevin pêvajoyeke nû. Pirsgirêkên ku gel li bendê ye em çareser bikin, divê em zû çareser bikin. Biryarên ku hatine girtin di esas de bernameya me ya 2021`an e. Ji ber wê jî pirsgirêkên ku bûn rojeva kongreyê û li ser wan biryar hatin girtin, ji bo ku bên çareserkirin divê kar û xebateke mezin bê kirin.

DIVÊ DI ALIYÎ ABORÎ DE JÎ EM TÊRA XWE BIKIN

Ji bo çareserkirina pirsgirkên aborî hûn ê rêbazên çawa pêş bixin?

Rêbazê rêveberiya me, rêbazekî xweser e. ji ber wê jî divê berî her tiştî em di aliyê aborî de xweser bin. Divê em têra xwe bikin. Ji bo wê jî em ê hewl bidin ku di sala pêşiya me de 7 herêmên me yên Rêveberiya Xweser werin wê astê ku têra xwe bikin. Dibe ku sibê ambargoyê li ser me deynin, dibe ku petrol neyê firotin. Di rewşeke wisa de divê her herêmeke me têra xwe bike û bikaribe pêdiviyên gel pêşwazî bike. Bikaribe pêdiviyên karmendên xwe bi cih bîne. Ji bo wê derfetên me hene. Ji bo vê me hinek proje jî hazir kirine. Bi kar û xebatekî mezin em karin vêna pêk bînin. Zehmetî û astengî çi bin jî dikarin bên derbaskirin. Di van karan de kesên me yên herî pispor wê cih bigirin. Ji bo ku Rêveberiya Xweser bibe Rêveberiya Xweser, divê di aliyê aborî de em astekî wisa bi dest bixin.

DADGEH WÊ ADIL, PERWERDE JÎ WÊ ILMÎ BIBE

Mijareke girîng jî mijara edaletê ye. Di kongreya we de biryarek li ser wê jî hate girtin. Ji bo dadgehên we bi awayekî serbixwe kar bikin, ti astengî li pêşiya wan heye?

Di van milan de hinekî pirsgirêk hene, hinek gazincên gel jî hene. Di hinek civînên ku me bi rûspiyên civakê re dikirin jî, ev gazinc hatin kirin. Di aliyê girtin û cezakirinê de hinekî gazinc hene. Ji ber ku derfet kêm in, dibe di aliyê darizandinê de carne derengmayîn çêdibe. Ev jî bi xwe re wek şîroveyên wekî ku neheqî heye, derdixe holê. Tê îdiakirin ku di dadgehan de jî gendelî heye. Evna pirsgirêkên girîng in, di nava şer de li gorî ku dihat xwestin me nikarî li ser van mijaran bisekinin. Lê niha rewş cuda ye. Derfetên me hene  û em ê bi Rêveberiya Xweser re li ser van mijaran bisekinin. Divê qanûn pêk bên. Divê darizandina di dema xwe de pêk were, dereng nemîne û edalet cihê xwe bibîne. Ji bo van mijaran em ê xebatekî taybet bidin meşandin û van pirsgirêkan derbas bikin.

Rêvebirina îdarî jî mijareke girîng e, hûn li ser vê mijarê dikarin çi bibêjin?

Di vê alî de, 7 salan gelek xebatên girîng hatin kirin. Rêveberiyên me yên kevin wekî Kobanê û Cizîrê hene. Lê li kêleka wê wek Dêrazorê, rêveberiyên me yên nû jî hene. Vana di dema şer de hate rewakirin. Ji ber wê performansa wê wekî ku tê xwestin nîn e, divê hinek gujhertin bên çêkirin. Ev rêveberiyên me xwedî tecrûbeyekê ne. dema ku hin herêm ji DAIŞ`ê dihatin rizgarkirin, gel di navberê de dima. Lê niha dixwazin tev li rêveberiyan bibin. Ev rewş û helwesteke erênî ye. Ji xwe li hin herêmên me ji bo ku rêveberiyeke baştir derkeve holê, hin xebat hatine destpêkirin. Li hin cihan, divê sazî ji nû ve di ber çavan re bê derbaskirin. Hin saziyên me bi serê xwe mane. Divê vana jî beşdarî îdareya giştî bibin. Divê Rêvebeirya Xweser li her cihî hakim be. Ji bo vê jî divê hinek saziyên me ji nû ve bên avakirin û hinekî guhertin di wan de bê çêkirin. Wek komîsyon jî yek ji erkên me yên sereke ew e ku em bi Rêveberiya Xweser re vê pêvajoyê bidin destpêkirin û bişopînin. Divê em vê karî di demeke diyar de bikin.

Derbarê perwerdeyê de projeyên we çi ne?

Di vê mijarê de, du pirsgirêkên me yên esasî hene. Yek ji wan derbarê mufredatan de ye. Ew jî di rewşeke şer de, di şert û mercên zehmet de hate amadekirin. Aliyê xwe yê ilmî kêm e. Divê aliyê ilmî bê xurtkirin.

Mijara dîtir jî, ez bawer im hemû malbatên me û kesên ku dixwînin eleqedar dike, divê ev sîstema perwerdeyê bê fermîkirin. Hin komîteyên me yên eleqedar li ser vê mijarê karê xwe berdewam dikin. Bi saziyên peywendîdar ên girêdayî NY`yî re jî hin hevdîtinên me hene, heta em li ser vê mijarê bi hikumeta Sûriyê re jî hevdîtinan dikin.

DIVÊ HER KES VEGERE ROJAVA

Di dema şer de, gelek kes koçber bûn. Hinek kesên dewlemend jî di nav van koçberan de hebûn. Ji bo wan peyamên we çi ne?

Em dikevin pêvajoyeke nû. Parastina vê herêmê tenê bi şer nabe. Em çawa hewl didin ku bi rêveberiyeke baş bi hêzeke parastinê ya baş hebûna xwe biparêzin, divê em di hêla aborî de jî xwe pêş bixin û xwe bi wê şeklî jî biparêzin.

Dema şer de, gelek kes koçber bûn, hinek kesên dewlemend jî çûn derve. Niha erka ku dikeve ser milê wan ew e ku ew jî beşdarî vê pêvajoyê bibin. Banga me ji hemû Kurdên ku çûne derve re ew e vegerin. Bi taybet ên ku çûne Başûr, Bakur û Tirkiyê, divê vegerin û tev li vê pêvajoyê bibin. Kesên dewlemend jî divê vegerin herêmê, tev li kar û xebatên me bibin û xizmeta gel bikin. Ev erka netewî ya her kesî ye.

Di herêmê de hinekî gendelî hene. Hûn di vê mijarê de dikarin çi bibêjin?

Di dema derbasbûyî de rewşeke şer hebû, gelek kesan valahiya ku ji ber wê şerî derket holê ji bo berjewendiyên xwe bi kar anîn. Erka xwe xirab bi kar anîn. Hinek rewşên gendelî û bertîlê pêş ketin. Ev di kongreya me de jî wekî mijareke girîng hate destgirtin, gelê me jî ji vêna bi gazinc e. li hemberî vê jî em ê kar û xebat bidin meşandin. Em ê ji bo vê, însanên herî pispor erkdar bikin. Em bi ti şêwazî qebûl nakin ku kesek erka xwe ji bo berjewendiyên xwe bi kar bîne.

SÎSTEMEK KU HER KES TEV LÊ DIBE

Wê li herêmê hilbijartin çêbibin?

Belê rast e, di nêrîna min de êdî dema xebatekî wisa hatiye. Di salên derbasbûyî de li hin herêman hilbijartin çêbûn. Feqet hindek herêm piştre hatin rizgarkirin, êdî wext hatiye ku li wan deran jî hilbijartin çêbibin. Wek berê li her deverê şer nîn e. ez bawer im di 2021`an de wê derfetekê me ya vê xebatê çêbibe. Ji bo ku gel hîn bêhtir xwedî li rêveberiyên me yên herêman derkeve jî xebateke wisa pêwîst e. wê Rêveberiya Xweser xebatekî wisa bike, wekî komîsyon em ê jî piştevaniya wan bikin.

Di dawiyê de hûn dixwazin tiştekî bêjin?

Em dikevin saleke nû. Lê xeterî berdewam e. dijminên me dixwazin êrişên nû pêk bînin, dixwazin Rêveberiya Xweser tesfiye bikin. Divê gelê me xwe li hemberê rewşeke wisa amade bike. Em wek hêzên parastina xwe amade dikin. Em amade ne ku her êrişeke ku çêbibe jî bişikînin û vala derbixin.

Divê sala nû ji bo Rojava bibe sala pêngaveke nû. Hêviya me ji gelê me ew e ku xwedî li şoreş û destkeftiyên xwe derbikeve. Divê hîn bêhtir beşdarî Rêveberiya Xweser bibe. Divê me ji pêşeroja xwe bi hêvî û bawer bin. Derfetên me ji yên dijmin zêdetir in. ji bo wê jî divê me bi coşeke mezin têbikoşin û destkeftiyên şoreşa xwe biparêzin.

(cx)

ANHA