​​​​​​​Mehmûd El-Azeb: Korona belayek e û divê her kes bi rihê berpirsyariyê tevbigerin

Interview with  QAHÎRE-EMANÎ EZAM

Doktorê pergala parastina laşê mirov yê zanîngeha Guangzhou ya Çînê Mehmûd El-Azeb got: “Vîrûsa Korona niha li Ewrupayê belav dibe. Tevî ceribandin û ezmûnên ku zanyaran li cîhanê çêkirine, lê heta niha tu derman li dijî vîrûsê peyda nekirine. Em bang li hemû gelan dikin ku bi rihê berpirsyariyê tevbigerin.”

Li gel metirsiyên belavbûna vîrûsa Koronayê li gelek dewletan, cîhan li ser agir e. Ji ber wê gelek hikumet û berpirsan biryar dan ku welatî di nav malên xwe de bimînin û qedexeya derketina derve li gelek welatan hate ferzkirin.

Têkildarî vê mijarê ANHA’yê hevpeyvînek bi doktorê pergala parastina laşê mirov yê zanîngeha Guangzhou ya Çînê Mehmûd El-Azeb ê ji Yemenê re çêkir. Mehmûd El-Azeb asta doktora di parstinazanî de ji zanîngeha Guangzhou ya Çînê wergitiye û niha li wir dimîne.

Navaroka hevpeyvînê wiha ye:

*HÛN ASTA AMADEBÛNA CÎHANÊ LI DIJÎ VÎRÛSA KORONA ÇAWA DINIRXÎNIN?

Em nikarin bêjin ku cîhanê gavên mezin di vî warî de avêtine. Lê em dikarin bêjin ku cîhan asta suprîzê ya vîrûsa Korona derbas kiriye. Lê tenê em dikarin bêjin ku cîhanê qonaxa şokê derbas kir. Mixabin hîna li pêşiya me li hember vê vîrûsê arîşeyên mezin hene. Lê wek serkeftin, em dikarin bêjin li Kore Başûr, Sengefora, Çîn, Taylenda serkeftinek hatiye bidestxistin. Li dewletên Asyayê jî karê baş li hember vîrûsa Korona hatin kirin. Lê pirsgirêka mezin li Ewropayê ye.

*DEWLETÊN KU KORONA LÊ BI AWAYEKÎ MEZIN BELAV BÛYE, KÎJAN IN?

Ewropa niha bûye mezintirîn herêma nexweşiyê. Mînak Îtalya, ruxmî ku pergala wê ya tenduristyê pêşketî ye, lê rêjeya belavbûna nexweşiyê li cem wan li gorî hejmara şêniyan, bi 26 qatan ji Çînê zêdetir e. Lewra em dikarin bêjin, danûstandina pergalên tenduristiyê yên van welatan ne gorî dihat payîn ku rêjeya belavbûna nexweşiyê bigihêje vê astê.

*REWŞA  DEWLETÊN EREB ÇIYE?

Pirsgirêka pergalên tenduristiyê li welatê Ereban gelek mezin e. Ger em hevrûkirinekê di navbera pergalên tenduristiyê yên dewletên Ereb û  Îtlaya, Çîn û dewletên pêşketî de çêbikin. Em bi gelek qonaxan ji wan paşdetir in. Heta pergala tenduristiyê ya Îranê ji ya welatên Ereban baştir e. Mixabin dewletên Ereb bi giştî girîngî nadin warê tenduristiyê û lêkolîna zanistî.

*REWŞA MISIRÊ ÇI YE?

Li Misrê pirsgirêkek mezin di hejmara zêde ya şêniyan û qerebalixê de heye. Ev vîrûs di civakan de û qerebalixê de belav dibe. Yanî Misr ji welatên Ereb ên herî zêde cihê metirisiyê ye. Çanda Ereb jî bandor lê dike, bi taybet ji ber ku perspektîvên pergalên tenduristiyê û desthilatdariyê yên cidî naynin cih. Pêkanîna perspektîvên xweparastin hîma herî girîng ku nahêle vîrûs belav bibe. Ji ber ku bi rêya têkiliya yekser û destdanîna li ser tiştan, belav dibe.

*ASTA XETERIYA VÎRÛSÊ LI ROJHILATA NAVÎN Û BAKURÊ AFRÎKAYÊ ÇI YE Û ÇIMA?

Vîrûsa Korona nû ye. Tevî ezmûn û cerbandinên zanyaran li cîhanê, heta niha negihitşin tu encamekê  yan jî tu derman li dijî vîrûsê peyda nekirin. Tevahiya dermanên têne bikaranîn, ji bo nexweşiyên berê hatine bikaranîn, ji ber ku nîşaneyên wê dişibin nîşaneyên vîrûsa Korona. Yanî tenê ji bo kêmkirina asta bandora vîrûsê têne bikaranîn. Lê wek derman an jî aşle taybet bi Korona nîne. Ji vir xeteriya vê vîrûsê tê. Xeteriya duyemîn jî li gorî nexweşiyên berê ji heman malbata Korona, vîrûs bilez li cîhanê belav dibe. Çi Sars a ku di 2002`yan de li Çînê belav bûye yan jî Mers a  ku di 2016`an de li Siûdî Arabistan belav bûye. Di nav wan de KOVID-19 ya herî zêde bi lez belav dibe.

Tevî wê jî piraniya dewletên herêma Rojhilata Navîn dewletên paşketî ne û di nav kirîzên civakî, siyasî û şeran de ne. Ev hemû wê bi awayekî neyînî bandor li belavbûna vîrûsê bike û dibe ku bibe sedema kerasetekê.

*TEDBÎRÊN KU DEWLETÊN HERÊMÊ GIRTINE, TÊRÊ DIKIN AN NE?

Bi rêya şopandina min ji tedbîrên li Misr, Kiwêt, Siûdî Arabistan, Behrên, Cezayir, Mexrêb û Tunisê hatine girtin, mirov nikare înkar bike ku dewletan bi lez tedbîr girtin bi taybet li Siûdî Arabistan. Siûdî Arabistan bi lez Mistgefta Pêxember girt. Ev tedbîr baş in û di dema xwe ya rast de hatin girtin. A girîng di mîna van rewşan de girtina tedbîrên zûtir in. Di rastiyê de piraniya welatên Ereb tedbîrên heyî û têrê dike girtin.

Lê pirsgirêk bi vîrûsa Korona re ew e ku tu derman jê re nehatiye peydakirin. Heta ku ti pergalek tenduristî ji bo pê re danûstandinê bikin tune ye. Tevahiya tedbîrên hatine girtin baş in û cihê spasdariyê ne. Em wan teşwîq dikin ku van kedên xwe berdewam bikin. Jê girtina dibistanan li piraniya dewletan. Heta Yemen, Lîbya û Sûriyê niha dest bi girtina hinek tedbîrên zûtir kirin. Hemû di rêya rast de ne.

*ÇI JI PERGALÊN TENDURISTIYÊ YÊN DEWLETÊN EREB TÊ XWESTIN?

Ji wan tê xwestin ku girîngî bidin lêkolînên zanistî. Bi taybet ji ber ku em li Rojhilata Navîn eleqedariya me bi lêkolîna zanistî pir kêm e. Ew jî hişt ku em li hember vedîtina dermanekê yan jî aşleyekê li dijî vîrûsê bêçare bimînin. Di dema ku cîhan hewl dide aşleya guncew peyda bike. Mîna ku herêma me girîngî nade vê mijarê. Yanî em teqez dikin ku eleqedariya bi aliyê lêkolînan gelek girîng e û dê rolek di rêgirtina li pêşiya belavbûna her vîrûsekê xerîb an jî nû bigire.

*GELO WARÊ TENDURISTIYÊ YA DEWLETÊN EREB LI HEMBER VÊ VÎRÛSÊ AMADE YE?

Pergalên tenduristiyê yên welatên Ereb li ser astek bilind amade ne. Piraniya wan serferberî ji bo vê mijarê ragihandine. Lê mijar di dewletekê de ji ya din cudatir e. Dewletên herî zêde tedbîr girtine Siûdî Arabistan û Kiwêt in. Bi taybet ji ber ku pergalên tenduristiyê yên her du welatan û binesaziya her du welatn bi wan re bûn alîkar. Lê dewletên qerebalix mîna Misr, Yemen, Sûriye û Cezayir pergalên serdest tevî amadekariyan, lê nikarin wan kombûnan kontrol bikin.

*ÇAWA DIVÊ GEL TEV BIGIRE LI GEL HEBÛNA HINEK XEMSARAN?

Divê gelên herêmê xwedî berpirsiyekê bin. Ji ber ku cîhan tu dermanek an jî aşleyek ji vê vîrûsa nû re nedîtiye. Ev kerasetek mezin e. Divê gel bertek nîşanî her xemsarekî/ê bidin beriya ku pergala serdest pê re mijul dibe. Ji ber ku kesên xemsar jiyana civakî bi tevahî dixe xeteriyê. Ev nexweşî bi navê pandemî hatin binav kirin ku belav dibin û giştî ne. Yanî ne nexweşiyên kesayetî ne lê belê civakî, zirar bi tevahiya civakê dike.

Divê gelan hemû berpirsyariyê werbigire û reftariyên xemsaran bi dawî bike. Ji ber ku her xemsarek texmîn dike ku pergala parastinê ya laşê wî dê wî biparêze. Pergala parastinê ya jin, temenmezin û zarokan zaîfe û mîna van nexweşiyan tehemûl nake. Reftariya wê/î wek hewldanek ji bo qetilkirina kesên din tê hesibandin û divê gel rê li pêşiya reftariyên wan bigirin.

*ŞÎRETÊN WE JI BO GELAN ÇI NE?

Pêwîste tevahiya perspektîvên tenduristiyê yên ku pergalên tenduristiyê û serdest ragihandine, bînin cih. Ji rewşa tirs, histîrya dûr bikevin ji ber ku kirîzê kûtir dikin. Divê berpirs bin, xof û tirsê di nav şêniyan de neçînin.

Korona li ser vê gerestêrkê bela ye. Bûye pandemîyek cîhanî û li tevahiya cîhanê belav bûye. Divê endamên civakan berpirs bin. Divê berpirsyariya civaka me werbigirin, a ku berdewama wê yan jî tunebûna wê bi çaranûsa her yekî ji me ve hatiye girêdan. Lewra divê her kes perspektîvên xweparastinê bînin cih û ger jê hat xwestin heya 14 rojan ji mal dernekeve. Wek sûcekê pê re nede û nestîne lê belê wek derfetekê ji bo ku bi tenê bimîne, bixwîne û bi malbata xwe demên xweş derbas bike.

*NIHA HÛN LI ÇÎNÊ DIMÎNIN, GELO TEDBÎRÊN KU LI ÇÎNÊ HATIN GIRTIN ÇI NE HEYA KU NEXWEŞÎ HATE KONTROLKIRIN?

Tedbîra herî girîng pêkanîna perspektîvên tenduristiyê û karantînayan bi awayekî cidî û bê istisna. Her wiha du hîm bûn alîkar. A yekê hikumet bi awayekî mezin girîngî da nexweşxaneyan û lêkolînên zanistî. Pêkanîna tedbîrên karantînayan. Hikumetê dûrbûnek mezin danîn di navbera şêniyan de. Dibistan, kar, tevahiya sazî û kombûna rawestandin. Her wiha li bajarê Wûhan, tren, metro, balafirgeh û vehguhestin girtin. Derketina ji mal hate qedexekirin. Ya din jî gel bi hêsanî û bidildarî perspektîvên hikumetê anîn cih, bê muxelefe. Ji ber wê nexweşî hate kontrolkirin.

Li rex gel, hikumeta Çînê xwedî berpirsyariyek mezin bû. Kemame û madeyên pakkirinê peyda kirin. Niha di rojên dawîn de tu haletên vegirtina nexweşiyê li Çînê nemane. Ger hebin jî ji derveyî Çînê hatine. Rewş êdî di bin kontrolê de ye.

ANHA