Mihemed Nûredîn:  Şerên li herêmên “bêçek” tenê  gengeşe ne

Interview with BEYRÛT-ELÎ HESEN-MÎDYE HENAN

Akademisyen û lêkolînerê karûbarên Tirkiyê û serokê navenda lêkolînên stratejîk a Beyrûtê Dr.Mihemed Nûredîn diyar kir ku rejîma Sûriyê ji dagirkirina Tirkiyê ya li xaka Sûriyê re ne raziye, lê neçare helwesta Rûsyayê diber çavan re derbas bike. Nûredîn got: “Bûyerên ku li herêmên “bêçek” rû didin, tenê gengeşî ne. Di cihê xwe de dimînin û nabin şerek giştî.”

Akadmisyen, lêkolînerê karûbarên Tirkiyê û serokê navenda lêkolînên stratejîk a Beyrûtê Dr. Mihemed Nûredîn di hevpeyvîna li gel ajansa me de got: “Berjewendiyên Rûsya û Tirkiyê bi hev du re, dagirkirina Tirkiyê ya xaka Sûriyê, rewşa herêmên “bêçek” û bandora aloziya Sûriyê li Tirkiyê şîrove kir.

Navaroka hevpeyvînê wiha ye;

Gelo şert û mercên ku ji Tirkiyê re peyda bûn da ku beşek ji Bakurê Sûriyê dagir bike çi ne?

Tirkiyê Cerablus, Efrîn û Idlib di encama lihevkirina wê bi Rûsyayê re ku di 9`ê Tebaxa 2016`an de pêk hat, dagir kir. Ev beşek ji lihevkirinê bû. Li ser wê jî Tirkiyê pergala S 400, xeta petrolê û gazê ya ku di Deryay Reş re derbas dibe û dighêje Ewropayê kirî. Rûsyayê jî li Mêrsînê cihek ji bo çalakiyên nuklerî ava kir. Ev hemû destkeftiyên Rûsyayê ne.

Li beramberî wê Rûsya rê da Tirkiyê. Tirkiyê jî bi rêya “Mertala Firatê û Çiqilê  Zeytûnê” herêm dagir kir. Piştre herêma “bêçek” li Idlibê û 12 nuqteyên xwe yên leşkerî ava kirin. Her wiha dê Tirkiyê rolek di avakirina komîteya amadekirina destûra Sûriyê de bilîze. Ji bilî dagirkirina Sûriyê ev tê wateyê ku wê Tirkiyê carek din rola xwe ya siyasî di aloziya Sûriyê de bilîze. Yanî Tirkiyê lîstokvanek meydaniye di aloziya Sûriyê de ye. Ev hemû destkeftiyên Tirkiyê ne.

Gelo bêdengiya rejîma Sûriyê û Rûsyayê li hember dagirkirina Tirkiyê beşek ji xaka Sûriyê, dayîna rengê kesk bi awayekî veşartî ji Tirkiyê re ye?

Ji bo Sûriyê di bin çi şert û mercan de dibe bila bibe em nikarin bêjin ku hikumeta Sûriyê ji dagirkeriya Tirkiyê razî ye. Hikumetê nerazîbûna xwe ji fatureya ku Tirkiyê ji Rûsyayê digire li ser hesabê dagirkirina xaka Sûriyê anî ziman. Lê pirsgirêka Şamê ew e ku bi tena serê xwe nikare bilive û bê desteka Rûsyayê nikare destkeftiyan bi dest bixe. Di çarçoveya zexta Rûsyayê ya li ser Şamê de, hikumeta Sûriyê nikarî bi tena serê xwe tevger bike. Yanî ew ji rewşa heyî ne razî ye, lê ew neçare helwesta Rûsyayê di ber çavan re derbas bike.

Di çarçoveya nakokiya berjewendiyên Tirkiyê û Rûsyayê, di vê dawiyê de li Idlibê, gelo Rûsya dê zextê li Tirkiyê bike da ku ji Idlibê derkeve. An jî peymanek nû di navbera Rûsya û Tirkiyê de heye?

Rûsya zextê li Tirkiyê nake da ku ji Sûriyê derkeve. Ev beşek ji lihevkirina di navbera Rûsya û Tirkiyê de ye mîna ku min berê bi bîr xistîbû. Yanî şer û êrîşên dijber di navbera her du aliyan de li Hema, Idlib û derdora Helebê pêşnakevin û nabin şerek eşkere, vekirî û giştî. Di vê pêvajoyê de ji ber berjewendiyên girêk di navbera Rûsya û Tirkiyê de û li gel tunebûna daxwaza Rûsyayê da ku zextê li Tirkiyê bike, dê rewş di bin kontrolê de bimîne.

Li gel aloziya Tirkiyê, gelo çaranûsa hikumeta Tirkiyê li gel mudexeleyên wê di karûbarên Sûriyê de û dagirkirina xaka wê, çi ye?

Bê guman aloziya Sûriyê û penaberên Sûrî li Tirkiyê bandorek neyînî li aboriya Tirkiyê dikin. Ji wê zêdetir bandor li ewlehiya civakî di nav gelê Tirkiyê de dike. Lê di rastiyê de xuyaye ku pergala serokatiya Erdogan bi rewşê bandor nebûye ruxmî ku AKP`ê di hilbijartinên şaredariyan de bi taybet di şaredariyên mezin de paşde çûye. Ji lew ra eger zextên Amerîkayê li ser Tirkiyê zêde nebin, bi texmîna min hikumeta Tirkiyê dikare xwe li gorî şertên heyî eyar bike û bi heman şêwaza salên derbasbûyî û heta niha berdewam bike.

ANHA