​​​​​​​Mûşîra Mele Reşîd: Fikir û felsefeya rêber Ocalan ji bo civakê ye

Interview with ŞEHBA-LÎNDA ŞÊX

Endama Meclisa Qanûnsaz a herêma Efrînê Mûşîra Mele Reşîd got: "Teoriyên piraniya fîlozofan ne ji bo berjewendiyên gel pêk hatin, lê xizmeta desthilat û dewletê kirin, lê felsefeya rêber Abdullah Ocalan kete xizmeta mirovahiyê û li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di pratîkê de ye.

Endama Meclisa Qanûnsaz a herêma Efrînê Mûşîra Mele Reşîd der barê Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan de ji ajansa me re axivî.

Hevpeyvîn wiha ye:

Çawa komploya li ser rêber Abdullah Ocalan hate destpêkirin û li hemberî vê yekê bertekên gel çawa bûn?

Sala 1991`an destpêka komploya li dijî rêber Abdullah Ocalan bû, nexasim piştî rageşiya demdirêj a ku di navbera Yekitiya Soviyetê û aliyê din de derketin.

Piştî Yekitiya Soviyetê di 1991`an de hate hilweşandin cîhan bû yek alî, ev yek hemwextî şerê Kendavê bû. Êdî ev hemû bûn derfet ku projeyên nû were destpêkirin, Amerîkayê jî hewl da ku bi hemû awayan projeya xwe ya nû pêk bîne, ji lew re hemû tevgerên ku nûnertiya îradeya gelan dikin ji holê radikirin, ji wan tevgera azadiyê ya ku bi serkêşiya rêber Abdullah Ocalan.

Di 1998`an de komplo pêk hat û dewleta Tirk zext li dewleta Sûriyê kir. Ji lew re du vebijêrk tenê li pêşiya rêber Abdullah Ocalan man; yan ew ê biçe çiya û bi vê yekê dê gelê Kurd bê qirkirin û yan jî dê li Sûriyê bimîne û êrişeke demdirêj pêk bê. Di dawiyê de rêber Abdullah Ocalan vebijêrka biryareke aştiyane pejirand ku ew jî ji Sûriyê derkeve û dest bi têkoşîna demokratîk bike û xwesteka mafên gelê xwe bike.

Dema rêber Abdullah Ocalan çû Kenya ji wir hate revandin û ew birin Tirkiyê. Nûçeyên girtina rêbertî ji bo gelê Kurd êşek bû, bi dehan xurt û keç agir bi bedena xwe xist û gotin, ew ê Rojhilata Navîn ji rojhilat heya rojavayê wê nexasim di hundirê Tirkiyê bikin xeleke ji agir. Her wiha gelek çalakiyên mezin li Tirkiyê hatin kirin.

Rêbertî ew çalakî qedexe kirin û banga agirbestê kir, bi vê yekê komplo têk bir, lê dîsa jî ev nayê wateya ku komplo bi dawî bû, berovajî vê yekê heta vê kêliyê berdewam dike.

Komploya navneteweyî ji 1999`an û heta 2021`ê berdewam e, gelo çi bi xwe re anî?

Komployê ji destpêka salên 90`î û heta îro ji bo mirovahiyê pêk ve xeteriyên mezin bi xwe re anîn, mînaka wê jî şerê niha ye. Heger rêbertî agirbest ranegihandiba dê rewş ji wiha xetertir bûya.

Dema bi bin ketin bi hemû awayan xebitîn da ku komployê bi ser bixin û nakokiyan di navbera dewleta Tirk û kurdan de derxistin, bi hemû rêbazan şerê gelê Kurd û hemû tevgerên azadiyê kirin da ku bigihêjin armancên xwe,  ji wan şerê taybet, şerê derûnî, siyasî û qetilkirina kesayetên rêveber ên tevgerê.

Êrişên dagirker ên li dijî Bakurê Sûriyê pêk tên ji bo têkbirina projeya demokratîk û biratiya gelan e, ji ber ku derxistina fitneyan û aloziyên di navbera pêkhateyan de, di vê qonaxê de karê wan ê sereke bû, da ku projeya xwe ava bikin, lê belê bi yekitiya refan a ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêya projeya neteweya demokratîk pêk hat, hemû planên wan têk çûn.

Çima komployê rêber Abdullah Ocalan bi taybet kir armanc?

Hemû fîlozof teoriyên xwe ne ji bo berjewendiyên gel pêk anîn, lê belê hemû ketin xizmeta dewletê, lê tenê felsefeya rêber Abdullah Ocalan xizmeta mirovahiyê kir û teoriya wî bi pratîkî pêk tê û niha em li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser bingeha wê dijîn.

Gelo tecrîd biryareke tirkî ye yan dewleta Tirk biryara hêzên hegemonîk pêk tîne?

Em nikarin bêjin ku tecrîd biryareke tirkî ye, lê bi xwesteka dewleta Tirk pêk hatiye, lê xeteriya komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan baş nizane û biryar di destên  hêzên hegemonîk de bû,  nexasim dema ku hemû dewletên wekî Yewnanistan û Rûsyayê tev li vê komployê bûn, bi girtina rêbertî re her yek ji van dewletan xwedî armanc bû û dewletên kapîtalîst ên mezin ên wekî Brîtanya, Amerîka û Îsraîlê jî di vê yekê de xwedî berjewendiyên aborî bûn.

(eh)

ANHA