Nasir Yagiz: Têkoşîna gel a birêxistinkirî dê komployê têk bibe

Interview with EKREM BEREKAT -NAVENDA NÛÇEYAN

Nasir Yagiz destnîşan kir ku tekane rêya têkbirina komploya navneteweyî têkoşîna birêxistinkirî ye û got “Ji bo têkbirina komploya navneteweyî rêya sereke yekitiya gele Kurd e û xurtkirina têkoşînê ye.”

Di ser Komploya navneteweyî ya ku di 15’ê Sibata 1999’an pêk hat û di encamê de rêber Abdullah Ocalan girtin û radestî dewleta Tirk kirin re, 21 sal li dû derbasbû. 21 sal e Ocalan li Îmraliyê di girtîgeheke taybet û yekkesî de tê girtin û tecrîda giran jî li ser Ocalan dewam dike.

Ji nûnerên HDP’ê yên Başûrê Kurdistanê Nasir Yagiz diyar kir, ku dixwazin komployê îro jî bigihînin encamê û destnîşan kir ku ji bo astengkirina vê yekê yekitiya neteweyî ya gele Kurd û têkoşîna gel a birêxistinkirî hewcedariyên sereke ne.

Yagız ê ku di greva birçîbûnê ya sala 2019’dan de bi serkêşiya parlamentera HDP’ê û hevseroka KCD’ê Leyla Guven dest pê kiribû de cih girtibû, diyar kir ku bi greva birçîbûnê careke din derket holê ku, ger çalaki bi awayekî birêxistinkirî pêk bê, wê bikare bi dewleta Tirk û hêzên komploger paşve gav bide avêtin.

Yagiz êrişên li dijî bajarên Serêkaniyê û Girê Spî yên 9’ê Cotmeha 2019’n û êrişên dewleta Tirk ên li dijî Mexmûr, Şengal û yên li deverên din bi bîr xistin û eşkere kir ku ev êriş beşeke komployê ne û li dijî vê yekê jî rêya sereke berxwedana birêxistinkirî ye.

 

Nirxandinên Yagiz ên der barê salvegera Komloya 15’ê Sibatê de wiha ne:

 

LI DIJÎ TECRÎDA ÎMRALIYÊ KU WEK AWAYEKÎ PÊKANÎNA KOMPLOYÊ TÊ MEŞANDIN, DI SALA 2019'AN DE BI TEVLÊBÛNA BI HEZARAN KESAN GREVA BIRÇÎBÛNÊ PÊK HAT Û WE JÎ TÊ DE CIHÊ XWE GIRT. LI GORÎ WE EV GREV Û RÊBAZA BERXWEDANÊ JI BO PÛÇKIRINA KOMPLOYÊ Û NEMAZE JI BO TÊKBIRINA ÊRIŞÊN WÊ DEMÊ BI ROLEKE ÇAWA RABÛ?

Di serî de ez komploya navneteweyî ya li dijî rêber Ocalan û gelê Kurd bi wesîleya salvegera wê careke din şermazar dikim. Hemû şehîdên ku bi çalakiyên “Hûn nikarin roja me tarî bikin” canê xwe feda kiriye û hemû şehîdên ku di têkoşîna azadiyê de canê xwe feda kiriye, bi rêzdarî bi bîr tînim û li ber wan bejna xwe ditewînim.

21 sal e li dijî rêber Ocalan û gele Kurd komployeke berfireh dewam dike. Armanca wan, tasfiyekirina têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd bû. Lê li hember vê yekê gele Kurd têkoşîna xwe mezin kir û li çar parçeyên Kurdistanê serî hilda û li dijî komployê sekinî. Bi dehan kesan di vê oxirê de bedenên xwe dan ber agir û mezinkirina têkoşînê ji xwe re kir esas.

Îro jî gelê Kurd vê têkoşîna xwe li her derê mezin dike. Komplo tu carî nehat qebûlkirin û li dijî wê bi  awayên cur bi cur têkoşîn tê meşandin.

KOMPLOYA NAVNETEWEYÎ YA LI DIJÎ RÊBER OCALAN KETE SALA XWE YA 21’AN. WE JÎ DEMEKE DIRÊJ DI NAVA GREVA BIRÇÎBÛNÊ YA LI DIJÎ KOMPLOYÊ DE CIH GIRT. DI VÊ DERBARÊ DE HÛN DIXWAZIN ÇI BIBÊJIN?

Helbet beriya çalakiya me jî têkoşîna azadiyê kevneşopeke xwe ya berxwedanê hebû. Rastiya zindana Amedê hebû. Dîroka têkoşîna Rêbertiya me hebû. Têkoşîna gelê me ya bêeman hebû. Me jî bi hêz û baweriya ji wan girtî, ev çalakî da destpêkirin. Dema ku me ev yek dikir jî, me hêza xwe ji kevneşopa têkoşîn û biryardariya Rêbertiya xwe digirt.

Çalakiya me ya greva birçîbûmê jî wek sekneke li dijî komploya navneteweyî dest pê kir. Ji ber ku tecrîda li ser rêber Apo, komployek bû û divê em jî ji bo têkbirina wê tê bikoşiyana. Wê çalakiya me bi Leyla Guven dest pê kir û xwe gihand bi hezaran. Li gorî min encameke girîng bi dest ve anî. Divê em ji bîr nekin ku tecrîd wek rêbazeke pêkanîna komployê pêk dianîn.

Bila bê bîra me; dema ku rêber Apo hate girtin, li Tirkiyê cezayê îdamê hebû. Dixwestin bi esaretê rêber Apo ji hêla fizîkî ve jî tasfiye bikin. Lê belê têkoşîna gele Kurd îdam sekinand. Helbet çalakiyên “Hûn nikarin roja me tarî bikin” bûn sedema sereke ya astengkirina tasfiyeya fizîkî.

Çalakiya me ya greva birçîbûnê careke din derxist holê ku komplo bi tenê dikare bi têkoşînê were pûçkirin. Aliyê xwe yê herî girîng jî, careke din bandora têkoşîna birîxistinkirî derkete pêş çavan.

Divê em vê yekê baş bizanin; armanca dewleta Tirk  û hêzên navneteweyî ne tenê rêber Apo ye, dixwazin bi wî re gelê Kurd qir bikin û têkoşîna azadiyê bi yekcarî tasfiye bikin. Ev komplo îro jî bi awayên cur bi cur dewam dike. Mesela êrişên li dijî Serêkaniyê û Girê Spî yên di 9’ê Cotmeha 2019’an de di çarçoveya vê komployê de hatin kirin. Armanca wan tasfiyekirina hemû destkeftiyan bû. Tespîta vê yekê gelek caran bi destê tevgera azadiyê û derdorên rewşenbîr hate kirin. Bi van êrişan ev rastî careke din hate îspatkirin.

DEMA KU WE DEST BI GREVA BIRÇÎBÛNÊ KIR, WE DIGOT DÊ ÇALAKIYA WE JI BO TÊKBIRINA KOMPLOYÊ BI ROLEKE ÇAWA RABE?

Divê ez careke din destnîşan bikim ku hin sedem hebûn ku em tev li çalakiyeke wiha bibin û vê çalakiyê pêk bînin. Di serî de têkoşîna rêber Apo û ya gel, ji bo ku em jî tev li vê çalakiya bi pêşengiya Leya Guven bibin, helwesteke girîng bû. Mînaka Fîkrî Baygeldî ya tevlêbûna çalakiya Sema Yuce hebû. Ev girîng bûn.

Leyla Guven qîrînek bû, me jî bersiva wê qîrînê da. Çalakiyê bi kesekê dest pê kiribû û xwe gihand bi hezaran kesan û gihaşt encamê. Bi wê çalakiyê em dibûn berdewama çalakiyên “Hûn nikarin roja me tarî bikin”.  Ji encama wê wêdetir, me hesab dikir bê ka em ê çawa têkoşîna xwe ya birêxistinkirî bi pêş ve bibin. Me dît ku ev têkoşîna birêxistinkirî pêk hat û wê rewşê rûyê rast ê dewleta Tirk, dewletên Ewropayê û komplogeran derxist holê. Gelê Kurd careke din li hebûna xwe, li rastiya xwe xwedî derket.

Çalakiyên “Hûn nikarin roja me tarî bikin” nehiştibû komploger encamekê bi dest bixin. Vê çalakiya me jî dijmin tengijand û rûyê wê yê qirêjî eşkere kir. Helbet dema ku vê têkoşînê xwe gihand tevahiya Kurdistan û herêmê, Ewropa û heta Çînê, êdî roleke girîng jî lîst. Di dawiyê de mecbûr man ku 5 caran bi rêber Apo re hevdîtinê pêk bînin.

LI GORÎ WE DIVÊ PIŞTÎ NIHA ÇI BÊ KIRIN, JI BER KU, WE JÎ ÎŞARET PÊ KIR, DI GELEK ALIYAN DE ÊRIŞ DEWAM DIKIN?

Li gorî min piştî niha jî tişta esas, birêxistinbûn û têkoşîna birêxistinkirî ye. Bo nimûne; êrişên 9’ê Cotmehê yên li dijî Rojava, dijmin xwest pêşî li bîrdoziya rêber Apo bigire û şoreşa Rojava tasfiye bike. Lewma jî divê em şoreşa Rojava zêdetir bi rêxistin bikin û mezintir bikin. 

Li Rojava pergala konfedaral a demokratîk tê birêvebirin. Gel li vê derê pergaleke hevpar ava dikin û bi pêş ve dibin. Divê wê berfirehtir bikin. Divê berxwedana xwe li ser vî esasî bi pêş ve bibin. Gelek rêbazên têkoşîna birêxistinkirî yên berê hene. Bo nimûne; grevên birçîbûnê yên sala 2012’an û 2019’an hene. Divê çalakiyên wiha bên xurttirkirin.

DI DEMÊN DAWÎN DE YEKITIYA GELE KURD Û DAXWAZÊN GEL ÊN JI BO VÊ YEKÊ ROJEVEKE SEREKE NE. PÊKANÎNA YEKITIYA GELÊ KURD JI BO TÊKBIRINA KOMPLOYÊ TÊ BANDOREKE ÇAWA BIKE?

Niha divê ev yek baş bê fehmkirin; rêber Ocalan ne tenê rêberê Bakurê Kurdistanê an jî Başûr an jî bi tenê parçeyekî din e, rêber Ocalan rêbertiya hemû Kurdan e. Dijmin dixwaze di vî warî de hişmendiyê tevlihev bike û Kurdan parçe bike. Wê demê divê li dijî vê yekê yekitî hebe. Heke yekitî çênebe, dê êriş çawa werin têkbirin? Bala xwe bidinê; bi tenê Kurdên li parçeyekî na, Kurdên li çar parçeyan tev li greva birçîbûnê bûn. Lewma jî rêya herî baş a xwedîderketina li rêber Apo yekitiya neteweyî ya gelê Kurd e. Dijmin vê yekê dizane û wisa êriş dike. Mînakên vê yekê di dîroka me de gelek in.

DI VÎ WARÎ DE PEYWIREKE ÇAWA DIKEVE SER MILÊ PARTIYÊN SIYASÎ?

Berpirsyariyên pir girîng hene. Mesela partiya HDP’ê di rojên dawîn de heyetek şande Başûr. Bi rewşenbîr û derdorên din re hevdîtin çêkirin. Divê her kes ji bo vê yekê tiştekê bike. PDK dibe, rewşenbîr dibin, hunerend dibin, aktîvîstên cihêreng dibin; teqez divê her kes xwe tev lê bike û berpirsyariyê hilde. Em nabêjin divê illehî her kes li ser xeta me ya îdeolojîk be. Lê belê divê ji bo yekitiya neteweyî xwedî helwesteke rast bin. Divê çand, nasname û destkeftiyên gelê Kurd bên parastin. Rêber Apo dibêje kesên xwedî zimanê dayikê nebin, mirov nikare qala hebûna wan bike. Kesên nasname û çanda xwe neparêzin, hebûna xwe jî nikarin biparêzin.

Li ser Mexmûrê ambargoyek heye. Vê yekê partiyeke Kurdan dike. Divê em tev bi hev re xwedî li Mexmûrê derkevin. Dîsa divê em bi hev re xwedî li Şengal û Rojava derkevin. Rêya yekitiya neteweyî di van deran re derbas dibe. Bi tenê mirov li parçeyekî Kurdan biparêze, têrê nake. Ji ber ku dijmin li her derê êriş dike û dixwaze çanda me, zimanê me û me tasfiyek bike. Wê demê divê Kurd jî li gorî vê yekê xwedî lê derkevin. Ne tenê partiyên siyasî, divê tevahiya gel vê yekê bike. Divê gel vê zextê li partiyan bike û divê bi rihê yekitiya neteweyî bi hev re yekitiya xwe çêke. Divê bizane ku êrişên li ser Şengal û Rojava, êrişên li ser hebûna wê ne û divê li dijî van rabe serhildanê. Niha dijmin PKK’ê wek hincet nîşan dide. Ma li her derê PKK heye? Ne wisa ye. Armanca wan tevahiya gele Kurd e. Bo nimûne; li deverên ku ev êriş lê têne kirin, partiyên din jî hene. PKK jî partiyeke Kurdan e. Kesên qala yekitiya neteweyî dikin, divê teqez di nava têkoşînê de cihê xwe bigirin. Mesela hikumeta Başûr dikare ji bo Şengalê têkoşîneke xurt bide meşandin. Hikumeta Iraqê bi awayekî fermî YBŞ nas kiriye. Lê belê bi destê me êriş li ser Şengalê tên pêkanîn.

Niha hemû êrişên li dijî van deveran, di çarçoveya komployê de pêk tînin. Hedefgirtina Şengalê têra xwe watedar e. Ji ber ku Şengal cihekî çavkaniya kurdî ye. Dixwazin li wê derê Kurdan tasfiye bikin. Çend roj beriya niha êriş pêk hatin û şervanên YBŞ’ê hatin qetilkirin. Par jî di van deman de bi heman awayî êriş pêk hatin. Dîsa di salvegera komployê de êrişên xwe zêde kirin. Êrişên li ser Mexmûr û Efrînê di vê çarçoveyê de pêk tên. Êrişên li dijî Serêkaniyê û Girê Spî jî di heman çarçoveyê de bûn.

Têkoşîna gelê me ya li dijî van êrişan, rûyê qirêjî û rast ê komplogeran eşkere kir. Bala xwe bidinê; li Serêkaniyê û Girê Spî eşkerekirina bikaranîna çekên kîmyewî û teşhîrkirina dijmin dîsa bi têkoşîn û berxwedana gelê me pêk hat. Lê divê ev yek jî neyê jibîrkirin; heke têkoşîn têra xwe xurt û mezin bûya, îro Serêkaniyê û Girê Spî dagirkirî nedibûn û gel neçar nedibû koç bikira.

Ji ber vê yekê, li dijî komployê xwedîderketina li rêber Apo, xwedîderketina li nasname, çand, erdnîgarî û hebûna gele Kurd e. Ev, ev qas eşkere ye. Lewma jî pêkanîna yekitiya neteweyî dê komployê bi yekcarî pûç bike. Êrişên li ser Rojava jî dê bi vî awayî werin têkbirin û dê bê encam bimînin. Ji bo vê yekê jî berpirsyariya sereke ew e ku em bi dirûşma “hûn êdî nikarin welatê me dagir bikin” têkoşîna xwe ya birêxistinkirî bi pêş ve bibin û mezintir bikin.