Nivîskar Xelîl Cemal: Li dijî PKK’ê, rola Harpagos dane PDK’ê  

Interview with NAVENDA NÛÇEYAN- CÎHAN BÎLGÎN

Nivîskar Xelîl Cemal diyar kir ku PKK ku dikeve 43 saliya xwe, bi êrişên navneteweyî re rû bi rû dibe, li gel vê da zanîn ku PKK ne tenê ji bo Kurdan lê di heman demê ji bo Rojhilata Navîn û gelên cîhanê rola demokratîkbûnê û pêşengiya azadbûnê ye.

Nivîskar Xelîl Cemal bi boneya salvegera damezirandina PKK’ê pirsên me bersivandin û bal kişand ser  ku ji ber ku li cîhanê sosyalîzma reel hilweşiya, gelek rêxistinên sosyalîst jî ji hev belav bûn, lê ji ber PKK’ê xwe li ser bingehê sosyalîzma zanistî ava kiriye, ew mezintir bû û ji gelan re bû hêviya azadiyê.

Cemal destnîşan kir ku hêzên hegemon dixwazin herêmê ji nû ve dabeş bikin lewra PKK’ê li pêş projeyên xwe wek hevrikên sereke dibînin, ji bo vê yekê jî ji bo lawazkirin an jî tasfiyekirina PKK’ê her tifaqa qirêjî dikin; di vê hevpeymaniya qirêjî de dewleta Tirk rola nazîyan, PDK’ê jî “kirasê bêbextiyê yê Harpagos” hildaye ser milê xwe. 

Bi boneya 43’yemîn salvegera damezirandina PKK’ê me pirsên xwe der barê rol û mîsyona PKK’ê di sedsala 21’an de, bi israra gefên PDK’ê yên li dijî PKK’ê û nêzîkatiyên hêzên navneteweyî ji nivîskar Xelîl Cemal kirin.    

PKK dikeve 43 saliya xwe. Di van 42 salan de têkoşîna PKK’ê ya li dijî pergala serdest bi qasî civaka Kurd di nav herêm û cîhanê de çi dengvedana xwe çêbû?

PKK dema dikeve 43 saliya xwe ji gelê Kurd re nasnameyeke demokratîk a neteweyî û vînek wisa ava kiriye ku nayê şikandin. Ev rewş ji bo gelê Kurd bûye rewşeke wisa ku vegera jê ne mimkûn e, lewra ev rewş dikare zemîna demokratîkbûnê ji tevahiya herêmê re dabîn bike. Hebûna Kurdan li çar parçeyên Kurdistanê û li her derê tu giraniya xwe nebû, heke îro Kurd bibin dînamîkên demokrasiyê ev tê wê wateyê ku bingeha hegemonyaya klasîk û rejîmên faşîst û totalîter ku li ser vê hegemonyayê ava bûne, ji holê radibe. Têkoşîna PKK’ê ji bo hêzên navneteweyî ku hegemonyaya xwe li ser tunebûna Kurdan û parçebûna wan, rê li guherîneke navneteweyî vedike û hêza demokratîkbûnê derdixe pêş. Yanî bi vê wateya xwe PKK ne tenê ji bo Kurdan, ji bo gelên Rojhilata Navîn û cîhanê wateya pêşengiya demokratîkbûn û azadbûnê dide.          

Ez 43 saliya PKK’ê pîroz dikim! PKK bi van taybetiyên xwe veguherînxwazeke demokratîk e, wekhevîxwaz, azadîxwaz û li ser hîmê sosyalîzmê, sembola têkoşînê ye. Di vê têkoşîna xwe ya birûmet û ji aliyê mirovahiyê ve watedar de ji bo armancên xwe pêk bîne, gelek şehîd dane, ez van şehîdan bi rêzdarî bi bîr tînim. PKK bi artêşeke şehîdan û gelê xwe yê têkoşer bûye sembola têkoşîna azadiyê, serok Apo vê têkoşîna gelê birêxistinkirî li pêyan digire, divê ji bo azadiya rêber Abdullah Ocalan têkoşîn bê bilindkirin û 43 saliya PKK’ê wek jidayikbûna wî ya duyemîn lê pîroz bikin.    

Gelek tevgerên di temenê wê de tasfiye bûn. Bi ya te çi tişt e PKK’ê li pêyan dihêle û wê ji bo gelên dinyayê dike navendeke xwelêgirtinê?

Di salên 1970’yî de du bask li cîhanê serdest bûn yek ji wan baskê reel sosyalîzmê bû. Û reel sosyalîzm di nava xwe de jî parçe parçe bû. Gelek normal e ku gelek tevgerên reel sosyalîst an jî partiyên ku li ber bayê rewşa parçe parçe ya reel sosyalîzmê bûbûn serkêşiya têkoşîna azadî û demokrasiyê dikirin. Hinek ji van partiyan di serê 1900’î de hatibûn damezirandin hinek jî di salên 1960’î de. Van partiyan şûna xwe li gorî rastiya civak û welatê xwe saz bikin, wan xwe li gorî pêdiviyên reel sosyalîzmê saz kiribûn an jî dageriyabûn ser rewşa wê, lewra her ku reel sosyalîzm heliya ew jî pê re heliyan û pûç bûn. Di encamê de ev tevger an ji binî ve têk çûn an jî bûne tevgerên marjînal û tenê ser tabelayan man. PKK li vê derê partiya herî ciwan bû ku diket ber bayê reel sosyalîzmê. Lê belê li gel ku PKK hem gelek nû bû hem jî xwedî kadroyên têra xwe pispor nebû jî, wê rêya berxwedanê da ber xwe, li ber xwe bişkift, wê dema her kes yeko yeko ji nav diçû û bêhêvî û bêbawerî dikete ser cîhanê, wê hem karî wek tevgerekê hêvî bide hem jî vegeriyabû tevgereke mirovahiyê.    

PKK’ê çawa karî vê yekê bike, vê cewhera xwe ji ku werdigire?

Taybetmendiyên serokatiyê rê li ber vî tiştî vekir, wî heman wext dikaribû ji aqûbeta hevdemên xwe aqil bigire. Li gel vê yekê rastiya Kurd û Kurdistanê jî têkiliyeke nêzîk bi vê rewşê re heye.

Ev têkilî têkiliyeke çawa ye?

Gava PKK derkete meydanê wê xwe wek tevgereke vejînê pênase kir. Çimkî “Kurdistana xeyalî” hatibû çalkirin di goristana demê de. Kesên ew binaxkirî jî ne tenê hêzên hegemon ên herêmî bûn. Hêzên zildest û navneteweyî ev biryar dabû. Li beramberî biryara kuştin, qirkirin û tunekirineke wiha PKK, ji bo Kurdan êdî bext û şansê herî dawîn bû. Ji ber vê yekê ji bilî serkeftinê tu rêya dîtir li ber Serok Apo û PKK’ê nemabû. Lewra ji bo serkeftinê jî divê wê ne tenê xwe ji benên kapîtalîzmê her wiha divê xwe ji bendên reel sosyalîzmê jî veqetanda. Û ji roja pêşîn de Serok Apo û kadroyên pêşeng ev veqetîna han dane ber xwe. Aha PKK, di pêvajoyeke vê veqetînê de hate avakirin. Wê sepandinên li ser binameyê reel sosyalîzmê red kirin. Paradîgmaya ku reel sosyalîzmê pêk tîne dan ber pirs û pirsyaran û şûna wê paradîgmaya demokratîk-ekolojîk û ser binemayê azadiya jinan da ber xwe û li ser rêya sosyalîzma demokratîk berpereke nû vekir û bû hêzeke cîhangerî. Modernîteya kapîtalîst di bin van hemû kawdanan de riziya û hemû hêzên ji kaniya modernîteya kapîtalîst ava xwe dianîn jî arasteyî rêyeke din bûn. Ev kawdan hemî bi pêşengiya serok Abdullah Ocalan pêk hatin.

Rêber Abdullah Ocalan di nirxandinên xwe de tim bal dikişand ser ku destê NATO û Gladioyê bi êrişên li dijî PKK’ê de heye. Gelo çima hêj di serî de van hêzan PKK ji xwe re kiriye armanc; çi li pişt van êrişan heye? 

Divê mirov bersiva vê pirsê di rastiya Kurdistan û Serokatîyê de bigere. Demeke wisa bû; Kurdistan mêtingereke navneteweyî bû û hêzên sermayeya global gelê Kurd xistibû çembera tunekirinê. Lewra jî heke te rabûye Kurd ji mirinê rizgar bikirana tu li dijî pergala global a cîhanê radibûyî û te planên wan ji nav dibirin. Rêber Abdullah Ocalan serokekî sosyalîst e û PKK jî tevgereke sosyalîst e. Ev jî tê wê maneyê ku tu li dijî hêzên sermayeya navneteweyî yî. Ji aliyê din ve Rojhilata Navîn bi awayekî stratejik ji bo hêzên hegemon girîngiya xwe berdewam e. Û dewleta Tirk a faşîst jî heman wext di destê NATO’yê de di rastiya xwe de mîna qereqola wê ya li eniya pêş e. Li rex van hemûyan, li Îranê jî şoreşek pêk hatiye û bi wê re guhertinên nû çêbûne, lewra NATO û Gladio hem li herêmê hem jî li ser Kurdistanê dixwazin bi rolên nû rabin.    

Hîna di qonaxa komeke biçûk de çav û bala CIA’yê li ser şoreşgerên Kurdistanê û serok Abdullah Ocalan in û wan dişopînin. Di belgeyên li konsolxaneya Tehranê ya Amerîkayê de hatine bidestxistin ev rastî bi awayekî zelal aşkere bûye. Ji aliyê din ve baskê CIA’yê di nav tevgera sosyalîst a Tirkiyê de bi serkêşiya Dogu Perinçek bi navê tevgera Aydinlik bizavê dike û hîna di qonaxa komek biçûk de ne şoreşgerên Kurdistanê û serok Apo dikin armanc. Komploya navneteweyî îro bi hemû rastiya xwe ve, li gel tifaqa dewleta Tirk û PDK’ê ya li Başûr, peymana Şengalê, rewşa qirkirina li Bakur, hwd, li pişt van bûyeran tevan ev rastî heye.     

Komploya navneteweyî ji aliyê DYA, Ewropa û hin welatan ve, PKK di “lîsteya terorê” de ye û hin rûdanên wek van, gelo tevan têkilî bi vê rewşê heye? Em dikarin bibêjin li pişt van rûdanan dîrokeke wiha heye?

Lîsteya terorê û rêberên PKK’ê Amerîkayê girtin nav lîsteya ‘kesên divê bên derdestkirin’, dîlîtiya Serokatiyê bi tecrîdeke giran tê domandin, vana tevan têkiliya xwe bi vê rewşa behspêkirî heye. PKK’ê krîmîmalîze dikin û digirin nav lîsteya terorê û wek hincet jî cinayeta Olof Palme nîşan didin, ev tev nîşanên wê ne ku pergala global PKK ji xwe re kiriye armanc. Vê derê ya girîng ne ew e ka PKK’ê çi kiriye, a girîng helwesta wê ya îdeolojî-rêxistinî ye. Cinayeta Olof Palme bi destê MÎT-Gladioyê hatiye kirin. Lê sûc xistine ser stûyê PKK’ê. Ev rastî roja îro ji aliye dewleta Swêdê ve tê îtirafkirin. Ligel ku rêxistinên dijminên mirovahiyê yên wek DAIŞ û El Qaîdê jî tên tolerekirin, lê ev hêzên serdest dibêjin PKK ji van rêxistinan jî xeternaktir e, çimkî helwesta PKK’ê û nasnameya sosyalîst a Serokê wê zihniyeta wan ranagire. Îro ji PKK û serokatiya wê tê xwestin ku dev ji vê nasnameya xwe berdin. Sedema êrişan ev e û ji ber vê jê re dibêjin terorîst.       

Çawa di dîroka Kurdan de bûye, mixabin îro jî çîna ‘neyarê qewmê xwe’ ya Kurd her dem di rojeva Kurdan de ye. Çi eleqeya vê çînê bi wan hêzên li jorê navê wan borî, heye? Gelo çima ev xwe didin ser heman rêkê?

Sedemên zext, pêkutî, gef, qirkirin û polîtîkayên qirêjî yên li ser PKK’ê û Serokatiya wê ew e ku ew derveyî pergala global in. Gelek tevgerên xwe wek kurdistanî bi nav dikin di rastiya xwe de têkilî wê pergala navborî ne. Taybetiya sereke ya van tevgerên nav pergala global ew e ku li gorî berjewendiyên sîstema global tev digerin û hevkariyê bi wan re dikin. Yanî ji bo wan berî berjewendiyên Kurdan an Kurdistanê an jî Kurdistaniyê berjewendiyên sîstema pê ve girêdayî tên. Yanî ne nasnameya etnîkî û nîjadî, nasnameya wan a çînî li pêş e. Nasnameya pergalê jî vê yekê cîbicî dike. Lewra îro li Kurdistanê ne ku şerê birakujiyê heye, lê têkoşîneke dijwar di navbera hêzên nav pergalê û hêzên derî pergalê de heye. Lewra jî peymana Washingtonê ku pêşgaveke girîng a Komploya Navneteweyî ye di navbera Amerîka- PDK-YNK’ê de hatiye îmzekirin. Pergala global bi vê peymanê re li gel du partiyên kurdistanî li dijî PKK’ê dest bi tevgerê kiriye. Berî hingê jî peymaneke mîna vê bi serkêşiya Amerîkayê di serî PDK û YNK bi beşdariya gelek partiyên başûr piştî şerê Kendavê, di sala 1992’yê de li şerê Başûr de li dijî PKK’ê hatibû bestin. Şerê niha li Başûr li dijî PKK’ê tê kirin jî her li ser vê binemayê tê kirin. Bi peymana Şengalê re qewareya vê peymanê firehtir bûye û Neteweyên Yekbûyî ketiye nav vê bendê.        

Ev hêzên tu behsa wan dikî, bi vê helwesta xwe serkêşiya şerê li dijî PKK’ê dikin ne wisa? Gelo mirov dikare wisa bibêje? Nexwe rola yên din kengî ye?  

Hinek caran wisa zen dikin ku dewleta Tirk a faşîst li dijî PKK’ê şerî dike, ev rast nîn e. Di navbera PKK’ê û hêzên global, herêmî û xwecihî de ferq û cudahiya îdeolojîk-polîtîk, rêxistinî û jiyanî heye û divê neyê jibîrkirin ku ev şer ji ber vê ferq û cudahiyê diqewime. Ji ber vê yekê kawdana heyî rast û binecî nayê ravekirin. Mesele wekî îro li Başûrê Kurdistanê amaje pê didin ne meseleya birakujiyê ye. An jî ne tenê hema ji neyariya Kurdan a dewleta Tirk diqewime. Bi tam û duristî di navbera hêzên nava pergalê û hêza derveyî pergalê de şerekî asta wê û mebesta wê cuda, tê kirin. PDK dibêje “Bila PKK ji nav biçe çawa bibe ne xema min e” û bi vê niyetê beşdarî vî şerî dibe. Dewleta Tirk jî dibêje, “Ez niha pişta PKK’ê bişıkênim da ku Kurd êdî nikaribin li ber xwe bidin, paşê dê qira Kurdan bînim” beşdarî vî şerî dibe û vê gavê bi PDK’ê re tifaqê dike. Heçî hêzên hegemon in dixwazin herêmê ji nû ve dizayn bikin û yekane hêza ber singa xwe wek hevrik PKK’ê dibînin. Lewra jî ji bo PKK tasfiye bibe an jî lawaz bibe her tifaqa qirêj û planên genî bi pêş dixe. Yanî li vê dere rola Naziyan dane dewleta Tirk. Mîna Naziyan niha dora kê be êrişî wan dike. Hêzên hegemon jî wekî Naziyan bi dewleta Tirk re ketine dubendiyê çimkî ew hin caran êrişî tenê nabe ser derên wan armanc kirî, gelek caran mîna Naziyan bi serê xwe tev digere.   

Li vê derê bi taybetî ez dixwazim tu hinekî din behsa roja bi bara PDK’ê ketî, bikî. Çawa te jî bal kişande ser, ji destpêka têkoşîna azadiyê ve ye PDK tim li ber dest wek hestîv tê bikaranîn. Heta ne tenê PKK, ji rûdana Dr. Şivan wan ve ye rastiyek heye. Îro li Kurdistanê li dijî PKK’ê çi rola taybet dane PDK’ê?

Piştî qewımînên dawîn girîng e em li ser rol û mîsyona ku wan hêzan raspartîye PDK’ê rawestin. Ev mijareke girîng e. Wekî gelek caran tê gotin PDK ji aliyö dewleta Tirk ve li dijî PKK’ê an jî hêzên dîtir nayê bikaranîn. An jî mihwera têkiliya heyî tenê mirov nikare li ser vê rolê binirxîne. Wekî gelek caran PDK dewleta Tirk a faşîst li dijî PKK’ê bi kar tîne. Ji ber nerazîbûna tevgerên dîtir û gele Kurd PDK nikare hemû hêzên bi destê xwe de jî li dijî PKK’ê rake û bi kar bîne. An jî gava bi kiryareke wiha radibe gelek zehmetiyê dibîne. Bi taybetî piştî êrişên DAIŞ’ê berxwedana gerîlayên HPG’ê şert û zurûfên PDK’ê bo êrişkirina ser PKK’ê nehiştin û destê PDK’ê di vî warî de hate girêdan. Lewra dewleta Tirk bi hêza xwe ya sîxurî û eskerî ya teknîka bilind li dijî gerîla şer dike.   

Piştî ku Mela Mistefa Barzanî rêveberiya PDK’ê bi dest xist, ev rêxistin ji armanca avakirina xwe bi dûr ket û di destê hêzên dijminên Kurdan de bû hestîvek û hate bikaranîn. Li Îranê ji bo navbirina PDK-Îranê hevkarî bi Şah re kir. Ev hevkarî hem di warê eskerî de hem jî di warê sîxurî de hate biencamdan. Yanî wekî hêzeke mîlîs li rex Şahê Îranê li dijî PDK-Îranê şer kir. Li Bakur jî bi MÎT’ê re ji bo kuştina Dr. Şivan, Faik Bucak hevkarî kir. Gava Hewlêr ji destê YNK’ê derxist bi Sedam re hevkarî kir.    

Berî PKK li Başûrê Kurdistanê bi cih bibe kete nav helwesteke wisa got belkî ez bikarim kontrol bikim ji xwe re bi kar bînim. Rêber Abdullah Ocalan gelek hewldan kirin û rê li vê yeke girt, paşê li dijî PKK’ê dest bi danîna têkiliyên qirêjî kir. Bi dewleta Tirk re li ser vî bingehî gelek peymanên wê hene û mimkûn e siberojê detayên van hevpeymanan aşkere bibin. Herî dawî piştî şerê Kendavê hikumeta Hewlêrê di bin parastina Amerîkayê de hate avakirin û li dijî PKK’ê biryara şerê leşkerî da û dewleta Tirk jî beşdarî vî şerî bû. 

Ev pêvajo heta roja îro berdewam e. PKK’ê her pêla êrişkariyê şikand, pê re PKK lawaz nebû berevajiyê hindî çû li her çar parçeyên Kurdistanê jî hêza xwe xurttir kir û bû hêzeke sereke ya Kurdistanê. PKK’ê li Başûr li dijî êrişên PDK’ê û li Bakur li dijî êrişên Hîzbul-Kontrayê berxwedaneke polayî raber kir. Ji ber vê yekê berê tîrên komployê dagerandin ser rêber Abdullah Ocalan. Vê carê jî Amerîka bi xwe yekser kete dewreyê û kifş bû ka qewareya komployê çiqasî berfireh e. Di vê pêvajoya komployê de PDK’ê jî rola xwe hildaye.

‘LI BAŞÛR ROLA HÎZBUL-KONTRAYÊ PDK’Ê HILDAYE’

Piştî vê pêvajoya ku di encamê de Serokatî dîl hate girtin, di nav PKK’ê de xeta tasfîyekar bi hevkariya van hêzan zend û bendên xwe girêdan û xwestin PKK’ê tune bikin. Piştî berxwedana îdeolojîk, siyasî û felsefîk a Serokatiyê li Îmraliyê, paradîgmaya nû û berxwedanê ev xeta tasfîyekar têk bir, PKK ji vê pêvajoyê serkeftî derket û hêj xurttir bû. Ji ber vê yekê PDK ji bo bigşihêje armanca xwe gerîlayên PKK’ê ligel kadroyên pêşeng kirine armanc. Di nûçeyên der barê êrişên balafiran de, wexta dibêje “Di encama xebata TSK û hêzên sîxur” de mebest ji sîxuran PDK derdikeve pêş. Ji aliyê din ve PDK bi van kiryarên xwe ji têgiha rêxistineke Kurdistanî derketiye. Tu dibêjî qey bûye hêzeke biyanî û rola Hîzbul-Kontra ya Başûr hildaye ser milên xwe.    

‘LI SER ŞOPA HARPAGOS’

Li ser vê binemayê PDK ne tene dijberiya PKK’ê dike ew heman wext bi vê kiryara xwe dijberiya hemû nirxên Kurdistanî dike. Bo nimûne, PDK’ê bi salan nikaribû parêzgariya Kerkûkê, serçaviyên wê yên dewlemend ji deste YNK’ê bistîne, bi “referandoma serxwebûnê” ya derewîn hişt ku Kerkûk bikeve deste rejîma Bexdayê. Bi vê pêngavê armanca wê yek jî ew bû ku PKK’ya li vê dere li dijî DAIŞ’ê serkeftin bi dest xistî, asteng bike û nehêle belav bibe. PDK’ê Şengal wek qurtek avê radestî DAIŞ’ê kir, lê niha bi hikûmeta İraqê re Peyman çêkir da ku rêveberiya xweser a Şengalê ji hev belav bibe. Ji bo PKK li Herêmên Parastinê yên Medyayê tengav bibe hema bêje seranserê herêma Behdînan ji hêzên dewleta Tirk re kiriye pawan. PDK, bi vê helwesta xwe rola Harpagosê Medî hildaye ser milê xwe; wek tê zanîn Harpagosê bêbext text û tacê Medan pêşkêşî Persan kir.    

Heke şer gurtir bibe û PDK bi aşkerayî li ba dewleta Tirk li dijî PKK’ê şer bike dê li çar parçeyên Kurdistanê çi bandorekê li gelê Kurd bike?

Îro li Başûrê Kurdistanê du xetên îdeolojîk li ber hev didin, ev berhevdana her du xetên hizrî di rastiya xwe de li her dera Kurdistanê bi awayekî heye û ev kêşvekêş didome. Yek ji wan xetan; xeta neteweya demokratîk û ya din jî xeta modernîteya kapîtalîst e; şerê van her du îdeolojiyan di rastiya xwe de şerê Kurdan ê navxweyî nîn e. Heke bala we kişandibe, di vê kêşvekêşê de Kurd û dostên wê pişta xeta PKK’ê digirin û dewleta Tirk û nûnerên modernîteya kapîtalîst jî pişta PDK’ê digirin. Ew hêz jî ew in ku li Kurdistanê mêtingeriyê disepînin û qirkirina Kurdan plan dikin. Yanî PDK, bi ser navê şerê li dijî PKK’ê xizmeta qirkirina Kurdan dike. Bi vê kiryara xwe, hewl dide demogojiyeke wisa li nava raya giştî ya dinyayê belav bike; bibêje gerîla Kurdan dikujin û ew îtîbara gerîla bi şerê li dijî DAIŞ’ê li dinyayê wergirtî, bê siyanet bike. Mebest jê bêîtîbarkirina destkeftiyan e.  

‘PDK, DI ŞEXSÊ PKK’Ê DE ÊRIŞÎ KURDAN DIKE’

Ji ber hindê ye ku destkeftiyên azadiyê yên Kurdan û cihê wan ê xweragir ê di wijdana mirovahiyê de bi dest xistî di bin talûkeyeke mezin de ye. PDK bi zanîn vê rageşiyê çêdike û pif dike agirê fitneyê. Ji ber vê yekê jî PDK, di şexsê PKK’ê de êrişî Kurdan dike. Ji ber vê yekê jî tişta mêtingeran nekirî dike û xwe dide ber barekî wisa ku pê bikeve pozîsyona hêzeke biyanî ya ku Kurdan dikuje. Heke PKK neçar bibe û şer biqewime ev dê bibe şerê Kurdan li dijî dewleta Tirk a dagirker û hemû hêzên zildest ên hegemon. Ev jî ji bo doza azadiya Kurdan dê bibe şerê man û nemanê. Ji ber vê yekê li her çar parçeyên Kurdistanê divê gelê me yê welatperwer xwe bide ber milê şervanên azadiyê, ji bo man û nemana nîştimana xwe, li dijî dewleta Tirk a faşîst rabin, ji bo wê bi temamî ji ser Kurdistanê biqewitînin û Rojhilata Navîn ji vî dijminê zalim xilas bikin, tevî hêzên xwe bin. Yanî ne birakujî divê pêdiviya şerê li dijî faşîzm û dagirkeriyê bînin cih û ji bo azadiyê rabin ser xwe.       

‘FERSENDA YEKITIYÊ NE XEYALA KURDISTANÊ DÊ BEDBEXTIYA HARPAGOS TÊK BIBE’

Divê faktorên li ber yekitiya Kurdan dibin asteng bêne hilanîn û hemû lîstok û planên şerê qirêj divê bêne jinavbirin divê têkoşîn dagere ser binemayê xwe ya esasî û ev yek dê di dîroka Kurdan de fersendeke nadîde bi xwe re bîne. Ev fersend dê bibe pêxistina meşaleya Newrozeke nû. Ev fersend dê bi xwe re ne ku xeyala Kurdistanê lê dê bedbextiya Harpagosî binax bike. Yekitiya Kurdan û yekrêziya gelan a li ser bingehê neteweya demokratîk û konfederalîzma demokratîk dê bibe dînamîka bingehê projeya Rojhilata Navîn a demokratîk.   

‘YEKITIYA NETEWEYÎ BÊYÎ PDK’Ê JÎ DIVÊ BÊ GENGEŞEKIRIN’

Rastiya PDK’ê dihêle ku fersendeke dîrokî ya wisa ji dest biçe û hêzên serdest-dagirker dîsa serdestiya xwe dabîn bikin. Rêber Abdullah Ocalan dema dixwest Mesûd Barzanî bibe hevserokê Yekitiya Neteweyî dixwest Barzanî ji xeta hevkariyê xilas bike. Ji ber ku hêzên navneteweyî û hêzên herêmî ev pêngav xeter dît, ew pêvajo ji nav bir. PDK’ê jî ji bo biserneketina vê projeyê çi ji destî hat kir. Lewra îro di vê qonaxê de yekitiyeke neteweyî bêyî PDK’ê jî dikare bête nîqaşkirin. Hêzeke ku xwe dispêre dagirkeran û xwe dabe ber xizmeta hêzên hegemon jixwe ji xeta neteweyî dûr ketiye. Niha xuya ye ku PKK gelek hewldanên niyetbaş û pêkanînê dimeşîne da ku PDK nekeve xeteke wiha şaş û li xwe vegere. Heke ev hewldan jî neçin serî mimkûn e yekrêziyeke neteweyî ya kurdî-kurdî bêyî beşdariya PDK’ê ava bibe.    

Rêya şoreşê heye rêyeke zehmet û bi kend û kort be ancax ligel hemû dijwariyan jî xeta Serok Apo ya gihîşte 43 saliya xwe dê bi ser bikeve. Faşizm û dagirkerî dê bin bikeve, nokerî û îxanet jî dê di sergoya dîrokê de birize.

ANHA