Norman Paech: Bandora Ocalan sînor derbas kirine, divê demildest bê berdan

Interview with NAVENDA NÛÇEYAN – CÎHAN BÎLGÎN

Prof. Norman Peach diyar kir ku tecrîdkirina 22 salan pêkanîneke zalimane û dermirovî ye û destnîşan  kir ku rêber Abdullah Ocalan dikare di muzakereya konsepta aştiyê de bibe kesê bingehîn û got divê rêber Abdullah Ocalan demildest  were berdan. Prof. Norman Peach diyar kir ku dewleta Tirk nekariye armanca xwe ya îzolekirina rêber Abdullah Ocalan pêk bîne û got: “Niha jî dibe ku Ocalan hêza siyasî ya herî mezin e ku bûye alîkar da ku Tirkiyê veguherîne welatekî aştiyane, demokratîk û civakî."

Însiyatîfa navneteweyî ya ''Ji Abdullah Ocalan re Azadî-Li Kurdistanê Aştî'' ku piştî rêber Abdullah Ocalan ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hate dîlgirtin, hate re  di gelek xebatên navneteweyî de cih girt. Pirtûka Bi navê Diyalogên Avakirina Jiyana Azad ku berhemeke wê ye, çend akademîsyen, nivîskar û şoreşgerên ku bi fikrên rêber Abdullah Ocalan re eleqedar bûn û ji wî îlham girt, anîn cem hev. Em ê bi çar kesên ku cihê xwe di amadekirina pirtûkê de girtine re hevpeyvînan çêbikin. Me ev hevpeyvîn bi nivîskar Norman Paech ku cihê xwe di çêkirina wê pirtûka ku cara yekem di sala 2019’an de ji aliyê Weşanxaneya Aram ve di salvegera 20’emîn ya Komploya Navneteweyî de hat weşandin re, çêkir.

Di vê hevpeyvînê de, li ser tecrîdkirina rêber Abdullah Ocalan profesor Norman Paech ji ajansa me re axivî.

Norman Paech armanca komploya navneteweyî di pirtûka ‘Diyalogên Avakirina Jiyana Azad’ de wiha rave kiriye: “Komplo bi armanca tesfiyekirina Ocalan pêk hat. Lê belê hedefa van hemûyan ji mirovekî bêhtir sembola têkoşînê bû. Bêguman ji bo vê armancê demançeyek jî hat bikaranîn ku sefîrê bilind ê Yewnanistanê yê li Kenyayê da Ocalan lê ne ji bo parastina xwe, ji bo xwekuştinê!” (rûpel 22-23).

'TECRÎDA 22 SALAN KIRYAREKE ZALIMANE Û DERVEYÎ MIROVAHIYÊ YE'

Paech, rêber Abdullah Ocalan wek siyasetmedar û rêberê sereke yê tevgera Kurd a Tirkiyê bi nav kir û diyar kir ku tecrîda 22 salan kiryareke zalimane û dermirovî ye û got: “komplo ji bo lewazkirina Xweserî û naskirina nasnameya kurdan pêk hat. Ger DYA û Îsraîl û her wiha Almanya, Hollanda û Yewnanistanê nedayîna mafê penaberiyê Ocalan re destek nekirana, wê Tirkiyê nekarîba rêber Ocalan dîl bigirta.”  

‘KOMPLO BINPÊKIRINEKE EŞKERE YA PEYMANA PENABERAN A CINÊVÊ YE'

Paech got redkirina daxwaza penaberiyê ya rêber Abdullah Ocalan beriya komployê, binpêkirina Peymana Penaberan a Cinêvê ye û wiha pê de çû: “Bêguman Ocalan penaberekî siyasî bû ku mafê penaberiyê jê re hat dayîn lê belê sirgûnî wan dewletan hate kirin ku nehiştin bikeve hundirê xaka wan."

Norman Paech diyar kir ku dewleta Tirk nekarÎ armanca xwe ya îzolekirina rêber Abdullah Ocalan pêk bîne û got: “Şert û mercên ragirtina nemirovane ya li Îmraliyê ji hêla Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û rayedarên Tirk ve divê careke din werin lêkolînkirin. Ocalan bi gelek pirtûk û nivîsên xwe, xwe gihand derveyî sînorên Tirkiyê jî û tecrîdkirina wî pêkanîneke dermirovî ye. Ne ku tenê di şert û mercên girtîgehê de guherînek çêbe, divê serbest were berdan.”

‘DI KONSEPTA MUZAKEREYÊN AŞTIYÊ DE OCALAN KESÊ NAVENDÎ YE’

Peach bal kişand ser pêşengiya rêber Abdullah Ocalan û got: “Abdullah Ocalan, li ser bingeheke wekhev dikare bibe kesê navendî ji bo dan û standina konsepta aştiyê. Nelson Mandela 27 salan li girava Roben asê ma, tecrîd bû û piştre bû serokê navdar ê Afrîkaya Başûr a azad û demokratîk. Divê Abdullah Ocalan di pêvajoyeke ew qas dirêj û dermirovî de neyê girtin. Niha jî dikare bibe hêza siyasî ya herî mezin a aştîxwaz û demokratîk a Tirkiyê.”

‘DIVÊ TIRKIYE DI DADGEHA CEZA YA NAVNETEWEYÎ DE WERE DARIZANDIN’

Norman Paech wiha axivî: “Bihara 2015’an, dema ku hikumeta Tirk bi serkêşiya serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan dan û standinên çareseriya aştiyê yên bi Ocalan re bi dawî kirin, ji bo siyaseta Tirkiyê pêvajoyeke nû dest pê kir. Tirkiyê di serî de êrişa leşkerî ya li dijî gelê Bakurê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê pêk anî. Artêşê êrişî bajarên Kurdan ên wekî Cizîr, Amed û Silopî û bakurê Sûriyê kir ku di hiqûqa navneteweyî de rewabûna wan tune ye. Sûcên cidî yên şer li dijî gelê xwe kirin. Di 2018’an de, êrişî kantona Efrînê kir ku hemû qanûnên navneteweyî binpê kirin û NATO’yê jî dengê xwe nekir. Her wiha dewleta Tirk di Cotmeha 2019`an de êrişî Girê Spî û Serêkaniyê kir ku bi vê yekê di derbarê  pîvanên qanûnên navneteweyî û pîvanên mafên mirovan de sûc pêk anîn. Ev sûcên eşkere yên li berambarî qanûnên mirovî yên navneteweyî divê li Dadgeha Ceza ya Navneteweyî werin darizandin.”

‘DIVÊ NATO DEV JI HEVKARIYA XWE YA DAGIRKIRINÊ BERDE’

Paech got divê dewleta Tirk demildest ji cihên ku dagir kirine, derkeve û NATO dev ji hevkariya xwe ya dagirkirinê re berde û wiha lê zêde kir:

"Gelê Sûriyê ji ber êrişên DAIŞ û çeteyên dewleta Tirk mexdûr e û ev yek ne sedemeke diyar e ku dewletên NATO'yê bandorê li hevkarên xwe yên din bikin da ku tundiyê bi dawî bike, ji xaka biyanî vekişe û rîayetê li mafên mirovan ên herî sereke bike. Tirkiyê sûcên giran ên hiqûqa navneteweyî pêk tîne, bêyî bêdengî û piştgiriya nixumandî ya NATO'yê nikare van sûcan bike. Bi bêdengiya xwe ya li hemberî van sûcan NATO şirîk e. Divê hemû hêzên demokrasiyê li dijî vê polîtîkaya bêhiqûqiyê rabin û daxwaz bikin ku dawî li tundiya leşkerî bê, her wiha ji mafên mirovan re rêz bê girtin.”

NORMAN PAECH KÎ YE?

Norman Paech li Zanîngeha Hamburgê profesorê fexrî ye, di heman demê de parlamenterê berê û pisporê hiqûqa navneteweyî ye. Di 12’ê Nîsana 1938’an de li bajarê Bremen ê Almanya ji dayik bû. Paech li Bonnê li Wezareta Hevkariya Aborî ya Federal dest bi kariyera xwe kir. Wî li Hamburgê li Navenda Lêkolînê ya Federasyona Zanyarên Alman karê xwe yê lêkolînê berdewam kir. Paech, di 1975’an de li Zanîngeha Hamburgê profesorê zanistên siyasî bû, piştre li Zanîngeha Aborî û Siyasetê ya Hamburgê dersên hiqûqa giştî dan. Neh salan serokatiya Komeleya Parêzerên Demokrat kir. Paech sernûserê kovara hiqûqî û siyasî ya Demokrasî û Qanûnê ye û endamê Desteya Şêwirmendiya Zanistî ya ATTAC, IALANA û IPPNW ye. Paech di navbera 2005-2009 de wek endamê parlamentoya Almanyayê xebitî û berdevkê karên derve yê Die Linke bû. Gelek gotar û pirtûkên li ser hiqûqa navneteweyî nivîsandine.

ANHA